Ferhad Şamî anî ziman ku Kampa Holê ji kampeke koçberan bêhtir bûye mîna kampeke leşkerî û wiha got: “Paşeroja zindanan û Kampa Holê nediyar e. Metirsîdar e.”
Dewleta tirk di şeva 19’ê mijdarê de li gel binesaziya herêmê êrîş bir ser Kampa Holê û zindana li Qamişloyê. Li Kampa Holê di êrîşê de 8 şervanên HSD’ê şehîd bûn, çeteyên DAIŞ’ê yên xwestin birevin jî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.
Iraq, Sûriye, Ozbekistan, Azerbaycan, Tirkiye, Tirkmenistan, Kirgizistan, Çeçenistan, Tirkmenistan a Rojhilat, Endonezya, Rûsya, Almanya, Belçîka, Norwêc, Hollanda, Fînlandiya, Misir, Fas, Cezayîr û Tûnis jî di nav de ji 60 welatên cuda derdora 65 hezar kes li Kampa Holê dimînin.
Bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya hêzên HSD, YPG û YPJ’ê di 28’ê adara 2021’ê de li hemberî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi navê ‘Operasyona Ewlekariyê û Mirovî’ li kampê operasyonek hatibû destpêkirin. Di encama operasyonê de bi dehan şandeyên DAIŞ’ê hatin têkbirin, serçeteyên DAIŞ’ê jî di nav de nêzî 300 çete hatibûn girtin.
44 kes hatin kuştin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 25’ê Tebaxa 2022’yan de ragihandibû, ku ji bo rizgariya ji gefên DAIŞ’ê yên li ser Kampa Holê, wan dest bi qonaxa duyemîn a ‘Operasyona Ewlekariyê û Mirovî’ kirine. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku Kampa Holê veguheriye navenda şane û malbatên DAIŞ’ê û agahî dabû ku li kampê îsal 43 êrîşên terorîstî hatin kirin, 14 jin û zarok jî di nav de 44 kes hatin kuştin.
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 65 hezar çeteyên DAIŞ’ê 12 hezar jê li zindana girtî ne. Berpirsyarê Çapemeniyê yê HSD’ê Ferhad Şamî li ser mijarê bersiv da pirsên ANF’ê.
Li Kampa holê û zindanên ku DAIŞ’î lê ne, rewş çawa ye?
DAIŞ niha dixwaze li herêma me hin firsendan bi kar bîne. Bi taybetî piştî kuştina serçeteyan û derbên giran ên xwarin, ji bo karibin xwe li Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Iraq û gelek herêman ispat bike, çalakiyên tolhildanên lidar dixin. Li herêmê gelek dosya hene ku DAIŞ dixwaze sûdê jê werbigire. Niha nêzî 600 çolên Sûriyeyê di destê DAIŞ’ê de ne û li van çolan jî liv û tevgera çeteyan gelekî zêde ye. Li Hûms, Suveyda, Dera, Dêrazor, Hama û sînorê Iraqê -ji van deveran re çola Sûriyeyê tê gotin- liv û tevger di asta herî bilind de ye û her roj dixwaze deverên cuda bi dest bixin. Gundan dagir dikin, her wiha berê xwe didin bajarokan. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi taybetî li Dêrazor, carna jî li Reqa û başûrê Hesekê zextê li xelkê herêmê dikin.
Bi rêya hucreyan nîvê şevê tevdigerin, di bin navê zekatê de pereyan kom dikin, lê belê van pereyan ji bo jinûve birêxistinkirinê bi kar tînin. Ji bo çalakiyan pêwîstî bi pere û cebilxaneyê heye, pereyên hatine komkirin jî ne kêm e. Civak dibe ku pereyên têne komkirin weke meseleyeke biçûk dibîne, lê belê DAIŞ ji bo karibe xwe ji nû ve bi rêxistin bike li Sûriye û Iraqê di bin navê zekatê de pereyan kom dike. Bêguman hin dewlet jî li pişt wan e, ji derve jî gelek pere jê re tê, ji bo fînanskirina navxweyî jî van rêbazan bi kar tînin. Li gorî agahiyên îstîxbaratî yên di pêvajoya Baxozê de gihîştin ber destê me 20 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî winda ne. Çeteyên biyanî yên tev li DAIŞ’ê bûbûn 46 hezar çete bûn. Ji van 26 hezar hatin kuştin an jî hatin girtin, 20 hezar kes jî niha winda ne. DAIŞ’ê bi taybetî di şerê Mûsil û Raqayê de kadroyên xwe yên esasî revand. Ev kadro jî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de ne bi cih kir. Gelek çeteyên weke Ebû Bekir Bagdadî birin van herêman. Li gorî tespîtên me, li herêmên dagirkirî 50 serçeteyên DAIŞ’ê hene. Her wiha bi hezaran çete jî hene ku me ev agahî bi hêzên koalîsyonê re jî parve kirine.
Êrîş yekser li ser Kampa Holê û zindanan hate kirin. Metirsiyeke çawa rû da?
Dawiya dawî DAIŞ dixwaze êrîşên dewleta tirk careke din bi kar bîne û bi ser xwe ve were. Têkildarî zindanên ku DAIŞ’î lê ne û Kampa Holê gelek agahiyên bi vî rengî hene. Meha çileyê êrîş li ser zindana li Hesekê hat kirin. Di nava êrîşên plankirî de tenê yek ji wan bû. Ji ber ku li herêmê şaneyên wan ên veşartî hene û her roj em li hemberî wan çalakiyan dikin. Ji DAIŞ’ê re fermandar û serkêş lazim e. Ev fermandar jî halê hazir li zindanê ne. Bi revandina van dixwazin rêxistiniya xwe berfireh bikin. Qadên wan ên îdeolojîk jî li Kampa Holê ne. Kampa Holê niha bi du beşan e. Yek jê leşkerî ya duyemîn jî îdeolojîk e. Di Pêngava Ewlekariyê û Mirovî de ku me herî dawî pêk anî, ev yek aşkera bû. Li beşa perwerdeyê ya kampê çek tune bû, bi temamî perwerdeya îdeolojîk dihate dayin, lê belê li beşa din me malzemeyên leşkerî dîtin. Yanî DAIŞ li Kampa Holê ji 2 baskan ve rêxistiniya xwe ji nû ve ava dike. Van mehên dawî li beşên koçber lê ne zarokên 2 salî derketin holê. Heta niha li çapemeniyê nehatin weşandin, lê belê dema bê wê dîmen werin weşandin. Çi karê van pitikan li beşa koçberan heye? Ji ber ku li vê beşa ku koçber lê ne mêr nîne. Diyar e ku zarok jî têne zewicandin. Bi zewicandina zarokên 12-13 salî dixwazin xwe zêde bikin. Ji ber ku hêzên me yên ewlekariyê kesên di vî temenî de ji beşa koçberan derdixînin.
Li herêmê bêguman gelek çeteyên DAIŞ’ê hene. Li zindanan û kampê heta niha 65 hezar DAIŞ’î hene. Ji wan 12 hezar tenê li zindanan e. Ji bilî Sûriye û Iraqê ji 60 welatî mirov hene. Hemû jî fermandarên DAIŞ’ê ne. Niha di nava liv û tevgerê de ne û dixwazin rêxistiniya xwe berfireh bikin. Ji bo van xilas bikin gelek pêngav kirin. Lê belê hewl didin ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk weke firsendekê bi kar bînin. Çeteyan di nava 20 rojî de 8 caran êrîş kirin. Yek ji van êrîşan li ser Kampa Holê bû. Amadekariya din jî li ser zindana li Hesekê, Reqa, Dêrazor û başûrê Hesekê bû. Ji bo vê jî di navbera dewleta tirk û êrîşên DAIŞ’ê de hevsengiyek heye, bi taybetî êrîşên vê DAIŞ’ê rasthatin nîne. Êrîş yekser li ser Kampa Holê hat kirin. Armanc ew bû ku DAIŞ’iyan bidin revandin. Êrîşa li ser Kobanê jî hewldana ji bo şînkirina hêviyên DAIŞ’iyan bû. Li ser zindana li Qamişloyê jî êrîş hat kirin. Êrîş hemû bi heman armancê hatin kirin. Qada Mekmenê ku bi 80 kîlometreyî dûrî sînor e, ji aliyê balafirên dewleta tirk ve hat bombekirin. Qadeke stratejîk e di navbera Reqa, Dêrazor û Hesekê de. Bi rizgarkirina Mekmenê re Dêrazor û Reqa hatin rizgarkirin. DAIŞ’ê gelek caran hewl da li Mekmenê careke din xwe komî ser hev bike û gelek êrîş kir. Dewleta tirk yekser êrîşî Mekmenê kir. Ev êrîşeke ji rêzê nebû û ne rasthatin bû. Tolhildana DAIŞ’ê ye. Bi van êrîşên dewleta tirk re DAIŞ’ê jî firsend bi dest xist û 8 caran êrîş kir. Di demekê de ku em bi êrîşên dewleta tirk re mijûl bûn, me 8 êrîşên DAIŞ’ê jî têk bir.
Tedbîrên hatine wergirtin têrê dikin?
Divê mirov aşkera bikin ku li zindanê û kampan kî hene. Li Girtîgeha Sînaayê DAIŞ’iyên ji 50 neteweyan hene. Piraniya DAIŞ’iyên ewropî li zindanê ne. Di heman demê de li kampan jî DAIŞ’iyên ji welatên cuda hene. Li van herdu deveran her wiha kesên di temenê zarokatiyê de hebûn, lê belê temenê wan niha mezin bûye û bi fikrê radîkal ê DAIŞ’ê mezin bûn. Mîna bombeya eyarkirî niha li ber destê me ne. Ya rast ji kampeke koçberan bêhtir bûye mîna kampeke leşkerî. Dewleta tirk heta niha DAIŞ’ê weke rêxistineke terorê nabîne. Ji xwe ji bo DAIŞ’ê nabêjin rêxistineke terorê, dibêjin rêxistineke çekdarî. Paşeroja zindanê û kampa Holê nediyar e. Metirsîdar e. Rast e, hin zindan jinûve têne çêkirin, mesref lê diçin. Lê belê têrê nakin, bi kêr nayên. Tenê weke karekî demkî ne. Ya ku têrê bike ew e ku paşeroja van bê diyarkirin. Bêguman divê li ser van nîqaş bên kirin.
Destpêkê, ya divê li herêmên me dadgeh bên avakirin. Em çima dibêjin herêma me? Girtî di destê me de ne. Li gel vê yekê gelek kes li herêma me ne ku girtiyan îşkence li wan kiribûn û ev mirov jî 5 milyon kes e. Her wiha têkildarî sûcên hatine kirin li ber destê me belge hene. Hêzên navneteweyî carna dibêjin ku divê ev dadgeh li deverên din bêne çêkirin. Avakirina dadgehê li devereke cuda wê bi kêr neyê. Ji ber ku hûn nikarin 5 milyon kesî bibin welatên cuda. Hûn ê ewqas girtiyan çawa bibin deverên cuda, hûn nikarin vê bikin. Her wiha belgeyên li ber destê me jî eger hûn bibin deverên cuda hûn ê nikaribin biparêzin. Ya rast dixwazin dosya DAIŞ’ê bi vî rengî belav bikin û naxwazin ev dosya bibe dosya DAIŞ’ê. Mîna ku dosya DAIŞ’iyekî bi tenê ye dixwazin darizînin, dixwazin şexsî bikin. DAIŞ şexsî nîne, DAIŞ mejiyek e. Şerê me ne li dijî yek, du kesan e, şerê me li dijî mejiyekî mîna DAIŞ’ê ye. Heta niha tenê 3 hezar DAIŞ’iyên Iraqî û ji welatên din jî 2 hezar DAIŞ’î ji aliyê welatên xwe ve hatin wergirtin. Ev têrker nîne. Ji sala 2019’an û vir ve nêzî 5 hezar DAIŞ’î wergirtin, lê belê li gel me 65 hezar DAIŞ’î hene. Eger bi vî rengî dewam bike wê nêzî 25 salên din DAIŞ’î li vir bimînin. Divê çareseriyek bê peydakirin. Ya divê dadgeh bêne avakirin, yan jî her welat DAIŞ’iyên xwe bibin.
Hêzên koalîsyonê jî di heman demê de ji ewlekariyê berpirsyar in. Gelo berpirsyariya wan di kîjan astê de ye? Dema dawî têkildarî van herêman hevdîtinên we bi koalîsyonê re çêbûn?
Bêguman bi hêzên koalîsyonê re nîqaşên me çêbûn, hîn jî dewam dikin. Ev 85 welat weke koalîsyona navneteweyî li herêma me dimîne. Hem îstîxbarat hem jî alîkariyên cuda yên ji HSD’ê re têne dayin gelekî kêm dimînin. Ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê têrê nake. Hem piştgiriya ji bo vî şerî hem jî piştgiriya ji bo civaka li herêmê divê werin zêdekirin. Ji ber ku DAIŞ’ê xisareke mezin li gelê herêmê kir. Binesaziya me xera bû, dibistanên me piraniya wan hatin xerakirin, av û elektrîk hate têkbirin, bajarên me hatin talankirin û xerakirin. Ew mijar in ku divê yekser alîkarî ji bo wan bêne kirin. Her wiha divê nasnameya siyasî ya herêmê bi demdirêjî bê naskirin. Ji ber ku şerê li dijî DAIŞ’ê tê kirin şerekî çekdarî nîne, şerekî siyasî û îdeolojîk e. Heta ku nasnameya herêma me neyê naskirin, wê gefa DAIŞ’ê ya li ser herêmê dewam bike û dewleta tirk jî wê destê xwe ji DAIŞ’ê venekişîne. Di vê mijarê de me bi koalîsyonê re nîqaşên berfireh kirin.
Hêzên koalîsyonê mikur tên ku bêyî YPJ, YPG û HSD’ê di şerê dijî DAIŞ’ê de nikarin encamê bi dest bixin. Tenê dewleta tirk qerbûl nake, ji xwe ew jî DAIŞ’ê fînanse dike. Mîna HSD’ê hêzek tune ye ku karibe li dijî DAIŞ’ê şer bike, ji xwe pêkan jî nîne. Ji bo vê, ji bo şer bi ser bikeve, ji bo DAIŞ careke din li ser mirovahiyê nebe metirsiyek divê piştgiriya ji bo HSD’ê bê zêdekirin.
Encama lêpirsîna têkildarî êrîşa li ser zindana Hesekê diyar bû, em ê dema bê parve bikin. Dosyayeke ku bi ser fermandariya DAIŞ’ê ya li kamp û zindanê ye. Kî fermandar be ew vê dosyayê bi rê ve dibin. Fermandarên wan berê li Idlib û Efrînê bûn, niha jî li wan deveran e. Vê dosyayê yekser ji wir dimeşînin. Di êrîşa li ser zindana Hesekê de li gorî belgeyên hatin bidestxistin, êrîş li herêmên dagirkirî, bi taybetî jî li Idlib û Efrînê hat birêvebirin. Beriya meh û nîvekê ji bo amadekariya êrîşa li ser zindanê 3 çeteyên dixwestin şaneyekê ava bikin li Reqayê hatin girtin. Ev çete ji bo êrîşeke nû li ser zindana Hesekê bikin li Serêkaniyê li kampên perwerdeyê hatibûn perwerdekirin. Em ê dema bê mikurhatinên van 3 çeteyan biweşînin.