Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci û Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kirin ku înîsiyatîfa CPT’yê heye ku di mijara rewşa Îmraliyê de daxuyaniyan bide.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha sala 1998’an de hatiye destpêkirin, di 15’ê sibata sala 1999’an de anîn Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. Abdullah Ocalan ji wê rojê heta niha di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û herî dawî di 25’ê adara 2021’an de li ser telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî, telefon di nîviyêde hat qutkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatan ên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re bi hinceta “cezayên disiplînê” tên astengkirin.
Di serî de Tirkiye, gelek rêxistinên hiqûqê, siyasetmedar û rewşenbîrên Rojhilata Navîn û Ewropayê ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bang kirin û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di 3’yê cotmehê de daxuyaniyek da û got ku di navbera 20-29’ê îlonê de çûne serdana Tirkiyeyê û Îmraliyê. CPT’yê tevî israran jî diyar nekir bê ka bi Abdullah Ocalan û girtiyên din re hevdîtin kiriye yan na. Li ser vê yekê parêzerên Abdullah Ocalan di 29’ê mijdarê de daxuyaniyek dan û dan zanîn ku Abdullah Ocalan û miwekîlên wan ên din bi CPT’yê re hevdîtin nekirine. Tevî vê agahiyê jî CPT’yê agahî parve nekirin.
Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî û serokê Giştî yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û serdana CPT’yê axivîn.
‘Divê tecrîd bi dawî bibe’
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî jî destnîşan kir ku ji sala 1997’an heta niha li dijî sepana tecrîdê kampanyaya li dar dixin û wiha got: “Tecrîd, sepaneke îşkenceyê ye û niha li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê belav bûye ku bi taybet jî li Îmraliyê ya herî giran heye. Ev nayê qebûlkirin. Ji ber ku hem di makeqanûnê de û hem jî di peymanên navneteweyî de îşkence pir bi zelalî hatiye qedexekirin. Ji bo Abdullah Ocalan û girtiyên di sepaneke înfazê ya taybet hatiye çêkirin. Ev yek jî binpêkirina rêgeza wekheviyê ye. Divê qanûn ji bo her kesî weke hev bin lê ji bo Abdullah Ocalan sepaneke pir giran di meriyetê de ye. Ev nayê qebûlkirin. Ev sepanên taybet ne biryareke hiqûqî lê biryareke siyasî ye.”
‘Dikare planeke tevgerê were çêkirin’
Bi domdarî Yolerî bal kişand ser serdana CPT’yê û wiha derbirî: “Rapora xwe ya hevdîtina berê jî piştî 2 sala aşkera kiribû. Heta ku dewleta têkildar destûrê nede nikare tevahiya rapora xwe aşkera bike. Dibe ku nekare raporê parve bike lê dikare mijara serdanê vebêje. Lê divê were zanîn ku mekanîzmayên navneteweyî di pêvajoya dawî de hewl didin dewletan negirin hemberî xwe û li gorî vê tevdigerin. Parvekirina raporan girêdayî destûra dewletan e û ev jî CPT’yê bêqîmet dike. Ji ber ku CPT dikare bêyî agahî bide aliyan, biçe serdana her cihên ku tê gotin îşkence lê heye. Dikare rapora xwe amade bike û dewlet jî bo derfetan çêbike. CPT, di mijara vexwendinan de zêde dilxwaz tevnegera. Ev 22 meh in li Îmraliyê tu hevdîtin nayên kirin. Lewma kesek nizane li wir çi diqewime.”
Yolerî destnîşan kir ku tev li nirxandina “CPT hevkarê rewşa li Tirkiyeyê ye” nabe û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku dema hatiye avakirin jê re hatiye gotin ku dê li gorî destûra dewletan tevbigerî. Divê mirov ne CPT’yê lê AÎOS’ê û çarçoveya vê xebatê nîqaş bike.”
Mekanîzmaya pêşîlêgirtinê
Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci diyar kir ku CPT “pêşîlêgirtinê” ya girêdayî Konseya Ewropayê ye û wiha got: “Tirkiye jî endamê konseyê ye. Biryarên ku ew didin Tirkiyeyê jî eleqedar dike. CPT mekanîzmaya ‘lêpirsîn û darizandinê’ nîne. Ev peywir, peywira Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. CPT’yê ji bo pêşîlêgirtinê gelek serdanên krîtîk kiriye û saziyeke girîng e. CPT’yê derheqê serdana li Îmraliyê de agahî parve nekirin lê aliyên têkildar ên Tirkiyeyê agahdar kiriye. Hinek rêgezên CPT’yê hene. Dema dewletên têkildar destûrê didin, hemû raporên xwe bi raya giştî re parve dikin. Rêbazeke din jî heye; hinek dewlet ji xwe pir bawerin û rayeya parvekirina raporan a otomatîk didin. Lê Tirkiye vê qebûl nake. Heke di mijara pêşîlêgirtina îşkenceyê de ji dil be, divê Tirkiye jî vê rayeyê bide. Heke dewleta têkildar pêşniyarên komîteyê bi cih neyîne, înîsiyatîfa komîteyê heye ku têkildarî serdanê daxuyaniyê bide.”
‘Divê lêpirsîn were destpêkirin’
Bi domdarî Bakkalci bal kişand ser “Qaîdeyên Nelson Mandela” ku her wiha yên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye û ev tişt anî ziman: “Hemû girtî dikevin ber van qeydeyan. Qeydeyên wê pir zelal in. Peywendiyên bi cîhana derve re bingehîn e. Kes nikare dest bide vê. Kesek nikare destwerdanê li hevdîtina bi parêzer, heval û malbatan re bike. Dewlet neçare ku vê bicih bîne. Nexwe ev qeyde tên binpêkirin. Ev yek binpêkirina maf e. Divê tavilê lêpirsîneke bibandor were destpêkirin û derheqê rê li ber vê bipêkirinê vekirin de lêpirsîn were destpêkirin.”
Hişyariyên CPT’yê bi bîr xist
Di berdewamê de Bakkalci daxuyand ku dema mirovekî agahî ji derve negirt, ziyaneke mezin ê li ser pêşketina fîzîkî, ruhî û civakî ya kes dibe û ev nirxandin kir: “Ev yek ‘îzolasyon’ e. Ev yek, helwestekî îşkence û miameleya xerab e. CPT’yê gelek caran ji bo Îmraliyê bi vekirî nivîsand û got; ‘ev nabe, divê tavilê şert bên başkirin.’ Ev israra ya çi ye? Ev rewş nayê qebûlkirin. Divê tavilê bi dawî bibe. Em nizanin bê ka CPT li pişt deriyên girtî hevdîtinên çawa dike. Ev hevdîtin bi veşarî tên kirin. Ev rewşa îzolasyonê bi sala ye didome lewma divê CPT xwedî helwestekî zelal be.”