Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

ÎSÎG: Di 10 salan de herî kêm 828 karkerên koçber/penaber jiyana xwe ji dest dan

Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) a Tirkiyeyê ragihand ku di 10 salên dawî de herî kêm 828 karkerên koçber/ penaber jiyana xwe ji dest dane.

Meclîsa ÎSÎG bi wesîleya 18’ê Mijdarê “Roja Koçberan a Cîhanê” rapora xwe eşkere kir.

Li gorî raporê di 10 salên dawî de herî kêm 828 karkerên koçber û penaber jiyana xwe ji dest dane.

ÎSÎG’ê di rapora xwe de bal kişandin ser şer û polîtîkayên metîngeriyê û wiha got: “Şerên emperyalîst, destwerdanên leşkerî yên herêmî û polîtîkayên mêtîngeh ji nû ve şêwe dide erdnîgariyê û di asta kûrewî de tevgera nifûsê bileztir dike. Di encama lihevkirinên hikûmeta AKP’ê bi YE’ê re Tirkiye veguherî girtigehekî ser vekirî. Her wiha cînayetên kar ên koçber û penaberan jî zêde dibin.”

Di raporê de ev tespît hatin kirin:

*Berî her tiştî, em di raporên xwe de ji bo karkerên koçber/penaber diyardeyek hevbeş bikar tînin. Ji ber ku tegîna ku ji aliyê tevgera kedê ve tê bikar anîn “karkerê koçber” e, lê li Tirkiye û Ewropa di encama şerên (Sûriye, Afganistan û ji bo Ewropayê Ukrayna) têgîna penabertî tê bikaranîn.

*Her sal derdora 83 cînayetên karkerên koçber/penaber hatin tespîtkirin. Di nava tevahiya cînayetên kar de ev rêje, ji sedî 4,41’ e.

*Karkerên koçber/penaber ên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane sedî 51 jê ji Sûriyeyê û ji sedî 18 jî ji Afganistanê ne. Bi vê yekê re her 10 mirinan 7 jê ji karkerên ku ji ber şer penaber bûne, pêk tê.

* Dema em li beşên kar ên karkerên koçber/penaber dinêrin, cinayetên kar sedî 29 ji karên çandiniyê sedî 25 jî di karên avahîsaziyê de pêk tên. Ev karker, bêyî ku pîvanek hebe saetên dûvdirêj û bi pereyekî kêm tên xebitandin, tevdîrên tenduristiyê û ewlekariyê hema bêje qet nehatine girtin. Her wiha di karên pîşesaziyê de jî rêjeya cînayetên kar ji sedî 21 e.

* Di karên weke keştî/tersxaneyê, karên veguhestinê, çandiniyê, înşaet û hwd. tevdîrên pêwîst nayên girtin û ketina ji cihên bilind, teqîn, jehrîbûn û tundiya li dijî penaberan jî sedemên bingehîn ên mirina karkerên penaber/koçber e.

*Di karkerên penaber/koçber de rêjeya mirina karkerên zarok û jin ji sedî 9 e. Dema em didin ber tevahiya cînayetên kar, rêjeya mirina karkerên zarok du qat û ya jinan jî nîv qat zêdetir e. Hejmara cînayetan a ser temenê 51 salî jî ji sedî 9 e. Ango di nava rêjeya giştî ya Tirkiyeyê de ji sedî 30 zêdetir e.

* Karkerên penaber/koçber herî zêde li bajarên wek Stenbol, Riha, Konya, Dîlok, Kocaelî, Enqere, Bursa, Îzmîr, Antalya û Mêrsînê jiyana xwe ji dest didin. Li hêla din divê em mirinên di qada pîşesaziyê yên li herêmên weke Dîlok, Kîlîs, Riha, Hatay û hwd. ku pîşesaziya wê entegreyî ya bakurê Sûriyeyê hatiye kirin (heta li Ezaz û Efrînê PTT, binkeyên tenduristiyê, dibistanên bilind ên pîşeyî û hwd. hatine vekirin) jî ji bîr nekin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar