Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...
Çarşamba - 2 Ekim 2024

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Ti tiştek nikare vî dilê êtûn rehet bike!

Vê sibehê xemek giran xwe li bedena min da û mîna ku izraîl hatibe bi zorê dide ruhê min ji vê bedenê hilkişîne. Êşeke welê giran e, mirov ji ziman û ji tebatê dike, beden zindî ye; mejî zindî ye lê bê karîger e. Çav beloq bûne li jor dinêre bê ku mûjank li hev bikevin, wisa sekinî ye. Mîna ku cîhan tev bê tebat be. Her tişt sekinî, her tişt mat û di valatiyeke bê dawî ya ebdî de be.

Dînta ewil çawa ku ez bi bask û kelecanî kiribe, xebera dawî sed qatî wê ez xembar û ji qudûm xistibim. Perûbaskê min mîna pelên peyîzê zerbûyî diwerin, baskê min jî xwarbûbûn ser milê min. Rondikên ji çavan dibarin, weke pêlên ava Zapê ya asî xwe li hinarikên rûyê min dida û ber jêr mîna sîpêlên diherikî ber lingê min. Bedeneke cemidî bêjî qey berfa gipikên Zagros û Torosan spî spehî bû. Mirîbûm. Ruheke mirî ketibû bedena bê tebat a zindî.

Diviya bû ew beden li ber vê êşê û janê xwe bigirta. Her çendî di nundir de mîna volkanekê dikeliya û derve mirî dixuya, esasê xwe bi wê kela agir a êtûnê xwe vedijand, xwe nû dikir. Diviyabû wa ba jî. Ji ber ku bikarî wan bîranîn û xeyalan hildî divê ew beden ji berê hezar qat xweragirtir û bihêz ba. Nexwe wê biketa nema dikarî hilbê.

Ji bo wê demekê bi çavên beloq ên jor dimeyzand, dihizirî ku çawa ji vê mehşera çend kêlî xwe bifilitîne û zîl bide. Dem ne dema şînê bû, ne dema giryan û hewarê bû. Wê ev yek nehata qebûlkirin. Ewilê şehîd wê vê ji min qebûl nekira, paşê derdor jî.

Rojê me yê bo em şîn bikin, reş girê bidin tine. War û jiyaneke kolekkirî li ser me bi hemû xedariya xwe ferzkirî heye. Ji bo vê ceng heye, şer heye. Çeper û kozik tev li ber dijmin sekinî ne û lê didin. Dema wê nîne ku rondikan bibarînin, dema wê nîne ku xwe li ber mirinê berdin. Wan ji ber li ber xwe dan û xwe dest mirinê berneda û heta kêliya dawî, şer kir û mîras ji bo me hiştin; heta digihêjin wan. Nabe ku barê ji bo me hiştî, em bihêlin erdê.

Sala 2014’an ji bo gelê me û Tevgera Azadiya Kurdistanê saleke tije ji berxwedan û serketinên mezin bû. Di çarçoveya karê xwe de berê min ketibû Kerkûkê. Min Şehîd Bîlal Karakûş (Alî Haydar Dersim) sala 2015’an li wir nasî. Bejnek zirav, rûyek esmerî li ser dêman hebû. Fermandarê qadê bû. Dema çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî herêmê kiribû, bi siwarên xwe ve bi hewara xelkê herêmê hatibûn û çeper girtibûn. Min şahidiya mêrxasî û egîdiya wî; dilrehmî û hevrêbûna wî kir. Min dilê wî yê cengawer û şoreşger dît. Min sadebûn û tebata wî ya azadîxwazî û merdbûna wî dît. Van çiyayan çiqas mirovên esil û nefsbiçûk dabûn çêkirin. Bedewî û mêranî dabû çêkirin. Ji hevrêtiyê re ji pembû nermtir ji dijmin re ji pola bihêztir bû. Van çiyayan ev ewladên vî gelî ji nû ve çêkiribûn. Rehm û qudretek nû dabûn wan û ew mezin kiribûn.

Bi wesîleya kar çend caran bi wî rengî me hev dît, mecalê sohbet û nîqaşê çêbû. Tevî ew kêliyên hindik jî bareke welê giran li ser pişta min ket, mîna ku hestiyên gihikê piştê tev yeko yeko bişkê û bikevim. Ma mirov dikare xwe li êşeke wiha bigire ku nekuje? Ne bû yek û ne bû deh, yeko yeko xatir dixwazin û dikevin ser rêya ebedî. Bi awireke şikestî û dêmeke mat li dû wan dinêrim, hindir dişewite; deng dernakeve. Kê zane hinav çawa dikele û difûre? Kî/ê dibîne êş û jana dikişînim çiqasî dijwar e?

Dibêjin birîna ku nekuje bihêz dike. Gelo wê ev birîn çiqasî min bihêz bike nizanim? A diyar û divê bê kirin, xeyal û bîranînên min dayî ber himêza xwe divê bigihînim cihê pêwîst. Ji bo bi rûyeke serfirazî û spehî biçim pêşiya wan. Ji bo vê jî çi bê pêşiya min, divê xwe nedim alî û bimeşim bi pêş ve. Xwe bigihînim ew xala ku bîranînên wan radest bikim û deynê li ser stûyê xwe bidim. Deyndar nekevim ser rêya mirin û biçim pêşberî wan.

Dil dixwaze gelek tiştî bêje û kovana dilê xwe tev birêje, lê ziman lal e. Mejî rawestiyaye. Cîhan sekiniye.

Elebet ev çerxa zalim û nemerd wê wiha nebe, roj û dewran wê li me jî vegere. Wê demê em ê hemû keser û kovanên xwe li ber kevir, dîwarek li ber çayeke ser agir birêjin. Wê demê soz em ê rê bidin bila bi dilê xwe rondik ji kaniya çavan biherike heta zuwa dibe. Lê niha na, îro na.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar