PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Desthilatdar neçar e ku deriyên Îmraliyê vebike’

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr der barê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku: “Desthilatdarî neçar e serlêdana parêzeran, malbatê û ya me qebûl bike.”

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr bi bîr xist ku ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wan serî li Wezareta Edaletê dane, lê belê hîn jî bersiv ji wan re nehatiye dayin.

Parlamentera Şirnexê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûran Îmîr tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa girtîgehan axivî û wiha got: “AKP di nava krîzeke aborî û siyasî de ye. Ji bo nixumandina vê kaosê hem di asta raya giştî ya navneteweyî de hem jî li çar parçeyên Kurdistanê û girtîgehan polîtîkayeke yekpare ya dijminatiya li kurdan dimeşîne. Li girtîgehan gelek rê û rêbazên îşkenceyê êdî bi rêk û pêk bûne. Berê çend girtîgeh û rêveberên wan ên bi pirsgirêk hebûn, lê îro li girtîgehan ji tecrîdê jî girantir kiryar têne kirin. Desthilatdariya AKP’ê ku polîtîkaya înkar, tunekirin û şer bi rengekî bêperwa dimeşîne, vê yekê ji girtîgehan heta bi kolanan û meclisê dixe meriyetê.”

‘Fikarên me zêde ne’

Îmîr destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dûrî ji aqil e û wiha dewam kir: “Ji ber tenduristiya Abdullah Ocalan û agahî wernegirtina ji wî ku 21 mehî derbas dike, bi milyonan mirov di nava tirs û fikaran de ne. Ji bo aşkera bikin ku li Îmraliyê çi diqewime, me serlêdan ji bo hevdîtinê kirin. Li Îmraliyê çi diqewime; ji malbatê, parêzeran û civakê çi tê veşartin? Mîna ku ev jî têrê nake, her carê li hemberî Abdullah Ocalan spekulasyon têne kirin.  Hewldana me jî ji bo wê yekê yek ku van spekulasyonan ji holê rake. Desthilatdarî neçar e ku serlêdanên parêzeran, malbatê û ya me qebûl bike, bi vî rengî fikaran ji holê rake. Her wiha pêwîstiyeke ku ji aliyê civakê ve hatiye kirin. Me daxwazeke bi vî rengî ji Wezareta Edaletê kir, lê hîn ne bi erênî ne jî bi neyînî bersivek ji me re nehatiye dayin.”

‘Desthilatdarî neçar e ku fikaran ji holê rake’

Îmîr diyar kir ku ji bo dawî li xitimandina pirsgirêka kurd bîne, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neçar e ku careke din bikeve dewrê û got, “Divê tavilê agahî ji Abdullah Ocalan bê wergirtin. Ev yek ne tenê daxwaza me ye, daxwaza gelê kurd e. Pêwîste tavilê hevdîtin pê re were kirin. Di çarçoveya hiqûqî de em serî li her rê û rêbazê didin. Zû yan jî dereng ev desthilatdarî neçar e ku deriyên Îmraliyê li malbatê, me û parêzeran veke. Desthilatdarî xwe ji kaos û krîzê xwedî dike û bi polîtîkayên şer hebûna xwe diparêze. Ji ber vê yekê jî her polîtîkaya ji bo çareseriyê ji holê rake, dixwaze xwe weke alternatîfa yekane nîşan bide. Naxwe desthilatdarî bi xwe jî zane ku pirsgirêka kurd dawiya dawî bi hevdîtina bi Abdullah Ocalan dikare çareser bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar