Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Polîsên ku êrîş kirin çeteyên Soylû ne

Hevserokê HDP’a Kadikoyê Koray Turkay da zanîn ku polîsê şimaq li hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu xistî di heman demê de parsiyê wî jî şikandibû û wiha got: “Peywira belavkirina tirsê dane van kesan. Ev kes ji koma Soylû ne.”

Bi mebesta rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin, duh li navçeya Kadikoy a Stenbolê meşek hat lidarxistin. Di dema meşê de polîsekî ji ewil heqaret li hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu kir û piştre jî şimaq lê xist. Heman polîsê êrîşkar, di mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de jî parsiyê hevserokê HDP’a Kadikoyê Koray Turkay şikandibû.

Koray Turkay da zanîn ku heman polîsê êrîşî Encu kirî berê parsiya wî jî şikandibû û wiha domand: “Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de hevalên jin xwestin bikevin qadê û polîsan êrîş kir. Me jî hewl da ji qadê derkevin û biçin cem wan. Min jî dest li êrîşê wer da. Li wê derê jî Midûrê Şaxa Ewlekariyê Hanîfî Zengîn û vî polîsê ku navê wî nizanim êrîşî min kirin. Li pişt wesayîta binçavkirinê îşkence li min kirin. Bi taybet jî hewl da min bixeniqîne. Tîşortê min dirandin. Tîşort weke ben bi kar anîn û qirika min şidand. Dema destên min ji pişt ve kelemçekirî, hewl da min bixeniqîne. Demek piştre êdî taqet di min de nema û di wê kêliyê de dev jê berda. Dema li ber mirinê bûm berda. Ev polîsê îşkencekar, wê rojê hem parsiyê min şikand û hem jî hewl da min bikuje.”

Turkay, diyar kir ku piştî bûyerê giliyê Zengîn, polîsê bi navê Ayhan Karaduman û polîsê ku îşkence lê kiribû kiriye û wiha bi dawî kir: “Min rapor girt ku parsiyê min bi îşkenceyê hatiye şikandin. Tevî raporê min gilî kir. Lê hêj tu lêpirsîn nehatine destpêkirin. Koma ku polîsê şeq li Encu xistî, Zengîn û Karaduman girêdayî Soylu ye. Armanca van ew e ku di pêvajoya hilbijartinê de tirs û xofê belav bikin. Peywira belavkirina tirs û xofê ku di hilbijartina berê de dabûn Sedat Peker, niha dane vê komê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar