Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em ê şimaqekê li bin guhê AKP’ê bixin’

Di daxuyaniyên protestokirina êrîşa li dijî hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu de ev peyam hat dayîn: “Em ê şimaqa herî mezin li ser sindoqê li bin guhê AKP’ê û pêşmêrên wê bixin.”

Duh di dema meşa Nobeta Edaletê ya Stenbolê de polîsan êrîşî girseyê kir û polîsekê êrîşka şeqek li hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Ferhat Encu xist. Bertekên li dijî êrîşa polîsê nîjadperest her ku diçe mezintir dibin. Têkildarî êrîşê li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn.

Wan

Rêxistina HDP’a Wanê têkildarî mijarê li pêşiya AVM’a Perîhanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê ne Roboskê û ne jî şimaqa li Ferhat Encu hatiye xistin ji bîr nekin. Hûn dê hesaba vê bidin.” hatibû vekirin. Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev êrîş, êrîşeke ji rêzê ya kesên xwenenas, neperwerdekirî, bêdisiplîn, hiqûqnenas û bêhed nîne. Zimanê dabeşker û cihêkar ê îktîdarê rê li ber van êrîşên vedike. Em dibin şahid ku polîs di gelek çalakiyan de li dijî gel û nûnerên me tundiyê bi kar tînin. Faîlên biûnîforma ji hêla dewletê ve tên parastin. Dê ne tecrîd û ne jî siyaseta dabeşkar nekare rê li ber têkoşîna siyasî ya demokratîk a gelê me bigire.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Dê roj were û AKP hesabê bide gel” û “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” bi dawî bû.

Colemêrg

Rêxistina HDP’a Colemêrgê jî têkildarî êrîşê li ber avahiya xwe ya navendê daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Colemêrgê, rêveberên HDP’ê yên navçeyên Gever, Şemzînan, Çelê û gelek welatî jî di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ne Roboskê û ne jî şimaqa li Ferhat Encu hatiye xistin ji bîr nakin” hat vekirin.

Parlamenter Saît Dede di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Rewşa AKP-MHP’ê roj bi roj xerabtir dibe. Her ku winda dikin, bêhtir tehemûla dengê muxalefetê nakin. Mîna çeteyan êrîşeke qirêjî li dijî Ferhat Encu hat kirin. Her ku AKP winda dike, krîza kûrtir dibe û bêhtir êrîşî kurdan dikin. Ew şimaq di şexsê Encu de li tevahiya gelê kurd û muxalefetê hatiye xistin. Tişta ku duh qewimî, nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî gelê kurd nîşan dide. Em ê şimaqa herî mezin li ser sindoqê li bin guhê AKP’ê û pêşmêrên wê bixin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Zextên we dê nekarin me têk bibin” bi dawî bû.

Agirî

Li Agiriyê jî li pêşiya avahiya rêxistina HDP’a Bazîdê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê HDP’a Bazîdê Serhat Ceylan anî ziman ku şimaqa li Enuc hatiye xistin, li tevahiya gelê kurd û hêzên demokrasiyê hatiye xistin. Ceylan, daxuyand ku polîtîkayên dijminatiyê yên îktîdarê kiriye ku hêzên ewlekariyê bêhed tevbigerin û êrîşî gel û nûnerên wan bikin.

Êlih 

Li pêşiya avahiya HDP’a Êlihê jî daxuyaniyeke girseyî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Zext dê nekarin me têk bibin” hatibû daliqandin. Hevseroka HDP’a Êlihê Hurriyet Kaytar di daxuyaniyê de axivî û got ku dê li dijî hewldana têkbirina muxalefetê, derbkirina kesên li edaletê digerin û êrîşên bêperwa dengê xwe bêhtir bilind bikin û dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî got “Êrîş li ser fermana wezîrê karên sûcan Suleyman Soylu hatiye kirin” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bertekên li dijî îşkence û tecrîda li girtîgehan mezin dibe. Dayik jî li dijî van daketin qadan. Ji bo ku bibin dengê girtiyan jî xwestin li Kadikoyê bimeşin. Lê belê polîsên ku ji girseyê ditirsin û dijminatiya kurdan dikin êrîş kirin.”

Edene

Rêxistina HDP’a Edeneyê jî li avahiya ÎHD’ê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş pirsa “Gelo ev polîs vê rayeya şimaqdayînê ji ku digire?” kir û ev tişt anî ziman: “Memûrên dewletê yên mûçeyan digirin, wî hedî di xwe de dibînin ku şimaqê li kesên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin û li mafên xwe digerin bidin. Ev yek bêperwatî ye.”

Hatay

Rêxistina HDP’a Îskenderûnê li pêşiya avahiya xwe têkildarî mijarê daxuyanî da. Gelek kes di daxuyaniyê de amade bûn. Hevserokê HDP’a Îskenderûnê Abdurrahîm Şahîn di daxuyaniyê de axivî û got ku şimaq ne tenê li Encu lê li tevahiya hêzên demokrasiyê û vîna gel hatiye xistin.

Rêxistina HDP’a Hatayê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da û êrîş şermezar kir.

Mêrsîn

HDP’a Mêrsînê jî li Parka Ozgur Çocuk daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Mêrsînê parêzer Hoşyar Sariyildiz daxuyanî da û wiha bertek nîşan da: “Ew şimaq, li siyaseta demokratîk hatiye xistin. Divê ev şimaq kesên hewl didin li vî welatî guhertinekê bikin jî têxe nava liv û tevgerê.” s

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar