Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Artêşa tirk di 24 saetan de 12 caran çekên kîmyewî bi kar anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir dewleta tirk a dagirker di nava rojekê de 12 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîlayan bombe kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dewleta tirk a dagirker bikaranîna çekên kîmyewî didomîne û diyar kir ku tenê di 20’ê kanûnê de herî kêm 12 caran çekên kîmyewî û 4 caran jî bombeyên qedexekirî hatine bikaranîn.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hat diyarkirin: “Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ji hemû cîhanê re nîşan da ku li dijî tevgera dagirker a dewleta tirk, ew tekane parêzvanê hebûn û destkeftiyên gelê me ye. Dewleta tirk a faşîst ku tehemûlî navê kurd û Kurdistanê jî nake, ji bo ku di siyaseta xwe ya qirkirinê de bi ser bikeve, hemû rêbazên şerê qirêj xistiye meriyetê. Bi desteka teknîkî ya bêsînor a NATO’yê, artêşa tirk a faşîst ku bi tundî bombeyên qedexe û çekên kîmyewî li dijî qadên berxwedanê yên gerîla bi kar tîne lê nikare berxwedana hêzên me ya bi îrade û fedaîtiyê bişkîne. Li hemberî hemû êrîşan hêzên me bi helwesteke milîtan ya Apoyî bi çalakiyên xurt derbê li dagirkeran dixe.

Di  çalakiyên hêzên me de; 4 dagirker hatin cezakirin.

Artêşa tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla 4 caran bi bombeyên qedexe, 12 caran bi çekên kîmyewî, 3 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran bombe kiriye.

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên hatine kirin wiha ne;

  1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de de li herêma Zapê

– Roja 20’ê kanûnê saet 09:20 û 16:25’an de li nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê tîmên me yên gerok bi çekên giran 2 caran li dagirkeran dan. Di van çalakiyan de 4 dagirker hatine cezakirin.

  1. Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar aniye;

– Di 20’ê kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya navçeya Şêladize ya Amediyê 10 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de, dagirkeran lastîkên wesayîtan û madeyên plastîk şewitandin û dûmana jehrî ber bi çeperên berxwedanê ve şandin.

– Çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên nêzî gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladizê ya navçeya Amediyê 4 caran bi bombeyên qedexe û 2 caran jî bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

  1. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

– Di 20’ê kanûnê de Deşta Kafya ya Garê, qadên Şehîd Şerîf ên Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê Çekdar 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– Di 20’ê kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê û herêma Çemçoyê bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar