Li gorî agahiyan, li komeleyê hin kes birîndar bûne. Her wiha tê gotin, fîşek li kargehên kurdan ên li derdora komeleyê jî hatiye reşandin.
Têkildarî êrîşê agahiyên berfireh bi dest neketin. Polîsan dor li komeleyê girtin û nahêlin ku kes xwe nêzî avahiyê bikin. Ji nava komeleyê agahî nayên bidestxistin.
Êrîş beriya salvegera 10’emîn a kuştina 3 jinên kurd ên şoreşger pêk hat, ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin.