Di daxuyaniya KCDK-E’yê de hate gotin, “Îro li paytexta Fransa Parîsê li dijî kurdan êrîşeke hovane hate kirin. Ji ber vê êrîşê em bi hêrs in. Di êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a li Parîsê de 2 kes şehîd bûn, 4 kes jî birîndar bûn.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşkar kî be, ji aliyê kê ve hatibe birêvebirin jî divê dewleta Fransayê zanibe ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye birêvebirin û berpirsyariya xwe bi cih bîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Raya giştî ya cîhanê bila zanibe ku ev komkujî ji teşwîq û polîtîkayên dewleta tirk ên rê li ber êrîş û komkujiyan vedike, cuda nîne.”
Di daxuyaniyê de bang li gelê kurd ê li Fransayê hate kirin ku li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê li hev kom bibe û bang li gelê kurd û dostên wan ên li welatên din ên Ewropayê hate kirin ku li bajarên lê ne çalakiyan lidar bixin û komkujiyê şermezar bikin.