DAIŞ’ê êrîşeke çekdarî bir ser navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriya ya li nêzî Nexweşxaneya Wetenî ya li bakur rojavayê bajarê Reqayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Hate hînbûn ku nêzî noxteya ku êrîş lê hatiye kirin girtîgeheke ku DAIŞ’î lê tên ragirtin heye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî êrîşê herêm dorpêç kir. Ji bo êrîşkar werin girtin xebat hatin destpêkirin.