PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

HPG: Dagirkeran bi bombeyên qedexekirî êrîş kirin

Artêşa tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexekirî, 2 caran jî bi çekên kîmyewî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên gerîla.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:

“Li Zapê di encama çalakiya hêzên me de dagirkerek hat cezakirin.

Artêşa tirk a dagirker 2 caran bi bombeyên qedexekirî û 2 caran jî bi çekên kîmyewî bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand. Di heman demê de 9 caran bi balafirên şer, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

25’ê kanûnê saet di 15:30’î de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, dagirkerên xwestin li ber çeperên berxwedanê yên gerîla malzemeyên plastîk bişewitînin û dûyê bi jehr bişînin nava çeperan, bûn hedefa hêzên me. Di encama çalakiya sabotajê de dagirkerek hat cezakirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

26’ê kanûnê li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla 2 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

26’ê kanûnê li nêzî qada Çemço û gundê Sîda yên ser bi nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

26’ê kanûnê zeviyên Gundê Dêrikê, Gundê Bilindbazê yên Garê û Gundê Sêdarê tevî yên Girê Çarçelê 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

26’ê kanûnê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li derdora qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar