Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HRE: 12 leşker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir wan li baregehên artêşa tirk a dagirker dane, di van çalakiyan de 12 leşker hatine kuştin û gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên dawîn de agahî dan. HRE’yê diyar kir wan li 4 baregehên artêşa tirk a dagirker dane û derbên giran li dagirkeran xistine.

Di daxuyaniyan HRE’yê de ev tişt hate diyarkirin:“Li hemberî êrîşên artêşa tirk a dagirker çalakiyên me yên bersivdayînê dewam dikin. Ji bo tolhildana şehîdên me yên ku di encama êrîşên hewayî yên 19’ê mijdarê de şehîd bûn, li heremên Bab û Şêrawa çalakiyên taybet hatin lidarxistin.

Di roja 22’yê kanûnê de, li herêma Babê, li gundê Tuweys li hember baregeha artêşa tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama wê çalakiyê de 2 leşkerên dagirker birîndar bûn.

Di roja 26’ê kanûnê de, li navçeya Şerawa, li hember 4 baregehên artêşa tirk a dagirker çalakiyek serdagirtinê hat lidarxistin. Ev her çar baregeh ev demek bû ji aliyê hêzên me ve dihatin şopandin. Şev saet di 00:00’n de li hember van baregehan ji çar baskan ve êrîş hat lidarxistin. Piştî pêvçûnê kontrola her çar baregehan ket destê hêzên me. Di pêvçûnên destpêkê de 9 dagirker hatin kuştin.

2 manga, 2 kon, 4 çeper, doçkayek 12.5 mm, çekek M 16 tevî termalê, 7 motorsîklêt, 2 jenerator, TV, UPS û amûrên înternetê hatin rûxandin. Her wiha 5 çekên AK-47, çekeke BKC, 1 B-7, çekeke sekvaniyê, demançeyek, 4 cîhaz, 4 rext, 5 telefon û gelek fîşekên AK-47, BKC û gelek roketên B-7 hatin desteserkirin. Seyareyek zirxî ya ku ji bo takwiyeyê hatibû, li wê jî hat xistin.

Piştre dema dijmin hewl da cenazeyên xwe rake, careke din hêzên me li dagirkeran dan. Li vir jî 3 dagirker hatin kuştin. Di vê çalakiyê de bi giştî 12 dagirker hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn. Hejmara birîndaran nehat zelalkirin.

Di van çalakiyên 2 rojan de bi giştî 12 dagirker hatin kuştin û gelek jî hatin birîndarkirin. Li hember êrîşên artêşa tirk a dagirker çalakiyên me yên bersivdayîn û tolhildanê wê  bidomin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar