Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Bûldan: Ev birîn heta ku edalet bi cih neyê wê neyê girtin

Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan tev li bîranîna Roboskî bû û wiha got, "Heta ku kujer hesab bidin wê doza Roboskî neqede."

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, parlamenter û rêveberên HDP’ê tev li merasîma bîranîna Komkujiya Roboskî bûn, ku li gundê Roboskî hat lidarxistin.

Di bîranînê de ku nûnerên gelek saziyan jî amade bûn Bûldan wiha axivî: “Em careke din sersaxiyê ji malbat û xizmên 34 mirovên xwe yên li Roboskî jiyana xwe ji dest dan, ji gelê xwe re dixwazin. Tevî ku 11 sal di ser re derbas bûne jî lêpirsîneke xurt nehatiye kirin, kiryar nehatine aşkerakirin. Ev yek ji bo Tirkiyeyê şermeke mezin e. Di heman demê de birîneke kûr e.”

Bûldan diyar kir ku yên ferman dane û komkujî kirine aşekra ne û wiha got: “Yekane tişta ku li holê nîne edalet û hiqûq e. Em bi zîhniyeteke welê re rû bi rû ne ku yên divê hesab bidin êrîşî yên hesab dipirsin, dikin. Mejiyê ku sîle li Ferhat Encu xist û yê ku li Roboskî bombe li 34 mirovan barand heman mejî ye.”

Bûldan diyar kir ku ev doz wê neqede û wiha axivî: “Heta ku kiryar hesabê bidin, heta ku yên ferman dane û berpirsyarên vê komkujiyê hesabê bidin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ev birîn birîna me hemûyan e, êş êşa me hemûyan e. Ev birîn heta ku edalet bi cih neyê wê neyê girtin. Em careke din dibêjin ku bi malbatên qurbaniyan re, li pişt vê têkoşîna gelê xwe ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar