Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

HSD’ê bîlançoya sûcên dewleta tirk ên sala 2022’yan aşkera kir

HSD’ê bîlançoya sûcên dagirkeriya tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser malpera xwe ya înternetê bîlançoya sûcên dagirkeriya tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên sala 2022’yan aşkera kir.

Bîlanço wiha ye:”Di sala 2022’yan de dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi hezaran binpêkirin li dijî herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û şêniyên wê pêk anîn, ji ber vê yekê sala 2022’yan bû sala herî bi xwîn û ziyanên madî û fizîkî gihande gel. Piştî sala 2019’an, ango piştî dagirkirina dewleta tirk a bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê, bi awayek bê serûber balafirên şer, balafirên bêmirov, çekên giran û tang û top bi awayekî dijwar bikar anî. Van êrîşan ziyaneke mezin gihande binesaziya herêmê, cihên niştecihbûnê, rê û zeviyan. Ji ber wêrankirina berfireh û bombebarana berdewam ya dagirkeriyê ku bi awayekî aşkera gefa vê yekê dixwe, dibe sedema karaseteke mirovî.

Zêdebûna binpêkirinên dagirkeriya tirk û armanckirina wê ya rasterast û berfereh li ser sivîlên ku xaniyên wan li ser serê wan hilweşiya ye, di encama bombebarana tund û berdewam a dewleta tirk de zerarên mezin çêbûn. Bi vê yekê rasterast sazî, dezgehên xizmetguzarî, perwerdehî û tenduristiyê û di nav de cihên enerjiyê, kehrebe, av û şaredarî, mizgeft, goristan, gund û bajarên ku sivîl lê dijîn, hatin hedef girtin. Ji Efrînê heta bi Kobanê û Dêrikê, dewleta tirk a dagirker êrîşên berfireh pêk anîn. Hedefgirtina jin, zarok, kal û pîrên me, careke din niyeta dagirkeriyê piştrast dike ku gelê me koçber bike û wan neçar bihêle ku malên xwe berdin. Ev sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Û ev yek jî bi awayek aşkera bi belge îspat bûye ku dagirkeriya tirk sûcên şer pêk tine.

Li gel êrîşên hovane yên bênavber, dagirkeriyê tirk bi mebesta têkbirina aramî û ewlehiya herêmê, ajan û sîxur bikar anî. Her wiha hewl da ku nakokiyan di nava gel ava bike û tirs û xofê bixe dilê gel de. Lê di çarçoveya operasyona Sondê de bi dehan şaneyên girêdayî dagirkeriyê, sixurên ku destê wan di şehîdxistina fermandar, şervan û welatparêzên me de hebûn hatin girtin. Di nava wan de şebekeyên bazirganiya madeyên hişber jî hatin pûçkirin.

Bi rêya armanckirina rasterast a fermandar û şervanên hêzên me yên ku di têkbirina dewleta idiakirî ya DAIŞ`ê de roleke wan ya herî berçav hebû. Her wiha hemahengiya aşkera di navbera êrîşên dagirkeriya tirk û tevgera DAIŞ`ê de, careke din derkete holê. Dewleta tirk a dagirker piştgiriyeke berbiçav ji çeteyên DAIŞ`ê re pêşkêş kir. Di êrîşa rêxistina terorîst li ser zindana Sînaa li Hesekê û êrîşên li ser kampa Holê û derdora wê de. Kuştina serkirde û endamên DAIŞ`ê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyeyê, li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, careke din mezintirîn astengî li pêşiya têkoşîna hêzên me û hêzên navneteweyî bû. Ji ber ev qadên dagirkirî veguherîne qadên perwerde kirin û amadekirina çeteyên DAIŞ’ê. Ji ber vê rewşê, ji bo dawî li tunekirina rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bê dagirkeriya tirk astengiya herî mezin e. Çeteyên DAIŞ`ê ku her tim sînorê Tirkiyê bikartînin ji bo derbasî xaka Sûriyeyê bibin, ango ev herêmên Tirkiyeyê dagir kiriye, hembêza germ a serkirde û endamên DAIŞ’ê ne.

Di vê raporê de bilançoya giştî ya binpêkirinên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hejmar û encamên êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê û operasyonên hêzên me bi beşdariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî şaneyên rêxistina terorîst e.

Bîlançoya binpêkirinên dewleta tirk

Di sala 2022’yan de hejmara êrîş û binpêkirinên dewleta tirk derkete 17 hezar û 596

Hejmara topên ku ji aliyê dagirkeriyê ve hatin avêtin: 17 hezar û 433 di navbera obîs, hawan û tankan de bû

Hejmara lêdanên balafirên bêmirov: 120 car, ji wan pênc bi belafirên bêmirov ên xwekujî bûn

Hejmara êrîşên ezmanî: 43

Hejmara birîndarên sivîl: 263 sivîl, ji nav wan 59 zarok 44 jin

Hejmara şehîdên sivîl: 59 sivîl, di nav wan de 12 zarok 5 jin

Di çalakiyên bersivdayîna rewa de, hejmara kuştiyên dijmin: 44 leşkerên dagirkeriyê tirk û 22 çete

Ziyanên ji ber êrîşan derketine, wiha ne:

Hilweşandina avahiya Şaredariya Gel a Zirganê

Rûxandina şebekeya elektrîkê li Til Temirê, xeta 66 kîlovolt

Jinavbirina santrala çaremîn a elektirîkê li gundê “Teqil Beqil” yê gundewarên Dêrikê

Wêrankirin û rûxandina dibistana seretayî li gundê “Qeramel” li herêmên Şehba yê

Wêrankirina qismî ya goristana Aşûriyan li gundên Til Cûma û Til Şenan

Zirar gihîştin şebekeya Înternetê ya Zirganê

Wêrankirina beşek ji Dêra “Marsiwa” li gundewarê Til Temrê ku girêdayî bajarê Hesekê ye

Zirar li mizgefta gundê “El-Cat” a Minbicê, çêbû

Stasyona dehfandina avê li gundê “El-Fatsa” yê girêdayî gundewarê Eyn Îsayê di encama topbarana dubare de rawestiya

Di encama hedefgirtinê de zirareke mezin li kargeheke singeran li Hesekê, çêbû

Wêrankirina navendeke perwerdehiya keçan li Hesekê

Zirara li şîrketa aşan li Kobanê

Ziyan li stasyona avê li gundê “El-Hîşa” yê gundewarên Eyn Îsa yê

Li Tel Temirê zirara şebekeya kehrebê ya bilind

Li gundê Dehr El-Ereb yê girêdayî Zirganê, depoya genim bi qismî hatin wêran kirin

Rûxandina avahiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Zirganê

Armanckirina xetên kehreba bilind ku kehrebeyê dide stasyona Til Temirê. Qutbûna xeta kehreba bilind 66 kîlovolt

Armanckirina nexweşxaneya Koronayê li Qamişlo

Hedef girtina saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser li Zirgan, Til Temir û Eyn Îsa

Ji ber bombebaranê, ziyan gihişte mizgefta gundê “El-Fatsa”

Zirarek mezin li stasyona petrolê ya Dîcle ya li bajarokê Çil Axa çêbû.

Stasyona gazê ya Siweydiyê ji ber ku ji aliyê balafirên şer ve hat bombebarankirin û zirareke mezin dît, ji xizmetê derket

Hedef girtina stasyona “Saîda” û “Zaraba” yên li gundewarê bakurê Tirbesipî yê

Armanckirina stasyona komkirina petrolê li gundê “Meşûq” û tankêrek li stasyona “Mil Hesnak” a bajarê Tirbespiyê

Armanckirina stasyona elektrîkê ya navçeya Tirbespî yê

Armanckirina bîrên petrolê li navçeya Tirbespî yê

Stasyona gazê ya Siweydiyê ya li Dêrikê cara duyemîn bû hedef

Li Kobanê nexweşxaneya Koronayê hat rûxandin

Wêrankirina klînîka gundê “Qeremox” yê girêdayî bajarê Kobanê

Armanckirina birca telefonê li gundê “Salûk” yê girêdayî bajarê Kobanê

Wêrankirin û rûxandina mizgefta gundê “El-Tirwaziyê” li gundewarê Zirgan

Armanckirina firina gundê “El-Rebîat” ê navçeya Zirganê ku ji xizmetê derket

Rêyên ku sivîl bikar tînin hatin armanc kirin, her wiha bi zanebûn hedef girtina cotkar û makîneyên wan ên çandiniyê

Encamên êrîşên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê û operasyonên hêzên me bi beşdariya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî şaneyên wê;

Rêxistina terorîst a DAIŞ`ê ji firsenda mijûlbûna hêzên me ya li hemberî êrîşên dagirkeriya tirk li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê sûd werdigirt û leza êrîşên xwe yên li dijî gelên herêmê û yên ku terora wê red dikin, zêde kir. DAIŞ’ê li dijî hêzên ewlekarî û leşkerî, girtîgeh û kampên ku girtî û malbatên wan tê de ne gelek êrîş pêk anîn. Di êrîşên ku rêxistina terorîst DAIŞ’ê di sala 2022`yan de pêk anî de, di warê taktîk de guhertinekê nîşan dide. Di wê hewldanê de ye ku hêza xwe îspat bike, hêvî û enerjiyê bide şaneyên xwe da ku rihettir êrîş bike.

Tevahiya çalakiyên hêzên me û Koalîsyona Navneteweyî li dijî şaneyên rêxistina terorê

Hejmara operasyona; 113, di nav de 3 menawrayên leşkerî li gel hevpeymaniya navdewletî pêk hatin

Herêmên operasyonê

Hesekê û gundewarên wê: 43 operasyon, di nav de 8 operasyon derdora kampa Holê

Herêmên Dêrazorê: 53 operasyon

Reqa û gundewarên wê: 13 operasyon, yek ji wan operasyona Tebqayê

Minbic: Operasyonek

Di Operasyona Gurzê Gelan de, Girtîgeha Sînaa

3 hezar û 500 girtiyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê ku hewldan ji girtîgehê birevin, bi komî hatin girtin û li wir neçar man ku teslîm bibin û avahiya ku tê de veşartibûn kete bin kontrolê.

Di şerê bi hêzên me re 386 terorîstên ku ji derve êrîşî girtîgehê kirin hatin kuştin.

Hejmara şaneyên DAIŞ’ê yên ku hatin girtin

Hejmara kesên ku di operasyonên cuda de hatin girtin, gihişte 267 terorîst (di navbera serkirde, endam û hevkar de).

Hejmara kuştiyên DAIŞ`ê di operasyonan de

387 terorîst hatin kuştin ku 375 terorîst ji derve di pevçûnên bi hêzên me re û 12 terorîstên din jî di çarçoveya operasyonên cuda de ji derve ve êriş birin ser girtîgeha Sînaa.

3-Hejmara operasyonên terorî yên DAIŞ’ê di nav de (êrişên xwekujî, teqemenî, tehdîtkirina sivîlan): 176.

Di têkoşîna rewa ya hêzên me de, ku biryardariya me ya esasî parastina herêmê û hemû pêkhateyên wê ye, li dijî êrişên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê, dewleta tirk a dagirker, çeteyên wê û hemû aliyên ku hewl didin ewlehî û aramiyê têk bibin, asteke xurt a berxwedan û çalakiyên HSD’ê derkete holê. Li ser vê bingehê 178 şervanên me bi fedekariyeke mezin li ber planên Dewleta tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê bûn asteng û gihiştin asta şehadetê, ji wan 95 di berxwedana li dijî êrişên dagirkeriya tirk de, 69 li dijî şaneyên DAIŞê, 14 şehîd di encama nexweşî û qezayên tirafîkê de şehîd bûn.

Li ser vê bingehê dema ku em soza berdewamkirina têkoşîna li dijî hemû êrişan ji gelê xwe re nû dikin, em careke din bang li civaka navneteweyî dikin ku li hember binpêkirinên giran ên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê li dijî gelê me bi berpirsyarî û erkên xwe rabin. Her wiha em bang li hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dikin ku li gorî mezinahiya metirsî, kêşeyên DAIŞ`ê û çeteyên wê û asta wêrankirina herêmê da ku piştevaniya zêde ji gelê herêmê û hêzên me re bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar