Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Hevdîtînên Suriye û Tirkiye ji bo dijberiya kurda ye

Piştî 11 salan di navbera Tirkiye û Suriyê de hevdîtîn çêbûn. Her du wezîrên dîfayê yên Tirkiye û Suriye, ango Hulusî Akar û Alî Mahmûd Abbas di bin serperiştiya Wezîrê Difayê a Rusyayê Sergey Şoygu de hatin ba hev. Di hevdîtînê de berpirsiyarên îstîxbarata her sê dewletan jî amadebûn.

Di serî de em bêjin. Ev hevdîtin, ne ya xêrê ye. Tenê ji bo planên qirêj ya li hember îradebûna kurda pêkbînin, tên ba hev.

Dema Erdogan di sala 2011’a de dijberiya Esad kir, usa fikir dikir ku ew ê Suriye têk biçe û ew jî bi rêya Birayên Misilman, bikaribe bibe desthilatdarê ereban. Ne Erdogan û bi rastî ne jî em hisaba serkeftina kurdên Rojavayê Kurdistanê nedikir. Di wan salan de kesek kurda bi tiştek nedihesiband û nedigirt civînan jî…

Di sala 2011’a de li Antalya, Kahîre û Hatayê li ser rewşa Suriyê sê konferans çêbûn. Yek kurdek beşdarî van konferansan nebû. Kurd nedikaribûn nêzî wan salonan bibin. Wek aliyên sêyemîn jî nedihatin qebûlkirin. Lê kurdên Rojava hemû planan felişandin. Di sala 2012’a de şoreşa xwe îlan kirin û berêve desthilatdariya xwe qaîm kirin. Êrîşan têkbirin.

Erdogan wê demê du tişt kir. Yek, hêzên mixalîf yên îslamî li dora xwe komkir. Ev hêz hemû dû re bûn çeteyên desthilatdariya Erdogan. Ya dûyemîn jî xwest kurda jî bigre bin bandora xwe. Pêvajoya Çareserî ya 2013’a ji bo vê yekê bikaranî. Kin û kurt, bi serneket. Kurd neketin dafika Erdogan. Ji bo desthilatdariya Osmaniya Nû serbikeve, piştgiriya Erdogan nekirin. Êrîşên dijwar ya sala 2015’an di bin van şertan de destpêkir. Erdogan mase hilweşand û bi tevî çeteyên xwe ve êrîşî kurda kir. Hêvî dikir ku ew ê îradeya kurda bi rêya çeteyan hilweşîne. Ev jî nebû.

Di sala 2018’a de dewleta tirk rasterast ket pêvajoyê. Efrîn hate dagirkirin. Di sala 2019’a de Girê Spî û Serêmkaniyê dagirkirin. Axên Rojavayê Kurdistanê bi rêya waliyên metîngehkar bi rêve birin. Bi awayeke aşkere axên kurda ku di fermiyetê de girêdayê Suriyê bû, îlhak kir. Ev êrîş heta niha jî didomin. Lê dîsa serneket. Kurd, berxwe dan. Berêve bi qewmên din yên Suriyê re jî têkîliyên xurt danîn. Her weha hêzek girseyî ya şervanan jî damezrandin. Hêzên Suriye a Demokratîk, bu hêviya hemû gelên Bakûr û Rojhilatê Suriye. Rojavayê Kurdistanê, bi taybet jî jinên kurd yên Rojavayê, ji tevayî cîhanê re bûn şewq.

Ev serketin tirsa Erdogan mezin kir. Ji ber vê yekê ye ku ji sala 2018’a heta niha li pey Esad digere ku hevdîtînan pêk bînin. Bikaribin kurda bi hev re têkbibin. Ji bo vê yekê jî beriya hevdîtîna 28’ê Qanûnê li Moskovayê çêbe, îstixbarata her du dewletan dehan car hatin ba hev. Hakan Fîdan û Alî Memluk, gelek car hevdîtin kirin. Heta Erdogan bi xwe ji Putîn daxwaz kir ku ew û Esad bîne ba hev. Esad vê yekê qebûl nekir. Xwest kêfa serkeftina xwe ya li hember Erdoganê bikar bîne. Ji alî din jî li benda hilbijartina Tirkiyê ma. Lê hin tiştan hesab nekir. Ew jî ev in: Yê Esad li ser piya girtibû, yek berxwedana kurda bû, ya din jî piştgiriya Putîn bû. Eger kurd berxwe nedana, li dijî hovîtiya dewleta tirk parastina şeref û haysiyetê pêkneanîba, ne Esad dima, ne jî Putîn dikaribû Esad biparêze. Lê diyar e, Putîn lez dike. Her weha dixwaze hukma Erdogan jî bidome. Ji ber vê yekê jî zext danî ser Esad û her du aliyan bi awayeke fermî anî ba hev. Ew ê siberoj wezîrên derveyî welat yên Suriyê û Tirkiyê jî bicivin. Mumkun e ku beriya hilbijartinên Tirkiye, Esad û Erdogan jî werin ba hev.

Carek din em vegerin serî. Wekî me got, di van hevdîtînan de tu xêra kurda tune ye. Her du aliyên ku hilweşiyane, ev car bi rêya Rusyayê piştgiriya hev dikin û dixwazin desthilatdariyên xwe yên xûnavî biparêzin. Ji bo vê yekê jî ew ê berî her tiştî ji bo berê xwe bidin Rojavayê Kurdistanê planên nû çêbikin.

Erdogan îşareta vê yekê çend roj beriya hevdîtîna Moskovayê da. Got, “Em ê bingeha wan hilweşînin.” Ango plana qirkirinê aşkere kir. Niha jî amadekariya vê yekê dikin.

Li hember vê hovîtiyê divê her kurd û dostê kurda bi hişyarî tevbigerin. Xeter ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê ye. Di serî de Başûrê Kurdistanê hemû beşên Kurdistan û hemû Kurdistanî di xeterê de ne. Heke kurd dixwazin rojên pêş ya wan be, divê carek din derfet nedin neyarên kurda.

Nûçeyên Têkildar