Li dijî têkoşîna globalbûyînê ya tevgera jinên kurd weke alternatîfa azadiya gelan, êrîşên sîstemên bi serdestiya mêr di nava sala dawî de jî dewam kirin. Deh sal piştî kuştina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku ji bo azadiya jin û gelan jiyaneke alternatîf ava kirin, Nagîhan Akarsel û Emîne Kara (Evîn Goyî) ku heman têkoşîn meşandin, ji aliyê heman têtîkkêşên hatin hilbijartin, hatin kuştin. Jineke din a kurd a ku hat kuştin Denîz Poyraz bû.
Deniz Poyraz, zaroka yekemîn a malbateke ku ji ber zextên dewletê neçar ma koçî Îzmîrê bike, ji gundê Xirbêmirîşkê yê navçeya Mehsertê ye û di sala 1983’an de li Kadîfekaleyê ji dayik dibe. Poyraz hêj biçûk bû Rahşan Demîrel a di 22’yê adara 1992’yan de li dijî qedexeya Newrozê agir berda xwe, nas kir. Poyraz, di 17-18 saliya xwe de di nav xebatan de cih girt û dest bi têkoşînê kir. Poyraz a di têkoşîna jinan de bi awayekî çalak rol girt di Komeleya Çand û Alîkariya Civakî ya bi Koçberan re (Goç-Der) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, komîsyona jinan ava kir.
Poyraz her wiha ji bo jinên di encama tundiya dewletê ya mêr de ji jiyana xwe ji dest dan beşdarî gelek çalakiyan bû. Wisa ku bi wêneyê Dîlan Kortak a hat kuştin di meşekê de li herî pêş bû.
Poyraz a ji zarokatiya xwe ve di nava têkoşînê de cih digire, di 17’ê hezîrana 2021’an de ji aliyê tetîkkêş Onûr Gencerê êrîşî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir ve hat kuştin. Berî ku rastî bên derxistin, di danişîna 7’emîn a doza derbarê Gencer hatiye vekirin de biryar hat dayîn. Dadgehê ji sûcê “kuştina sêwirandî ya biqestî” cezayê heta hetayê girankirî, ji sûcê “xesar daye mal û milk” 4 sal ceza, ji sûcê “destnedayîna xanî” 2 sal ceza, ji sûcê “muxalefeta li dijî qanûna çekên gule berdidin” 3 sal cezayê hefsê li kujer Onûr Gencer birî.
Ji bo jinan têkoşiya
Nagihan Akarsel di 24’ê hezîrana 1977’an de li gundê Xelîkan yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ji dayik bû. Akarsel a beriya sedsalan ji Kurdistanê hat sirgunkirin û li Konyayê hat bicihkirin û di nava kurdan de mezin bû, di sala 1993’yan de Beşa Rojnamegeriyê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Gazî ya Enqereyê qezenc kir. Di sala 1997’an de ku dema li dijî gelê kurd êrîş hebûn û mirov bi zorê dihatin windakirin, Akarsel nekarî li hemberî van hemûyan bêdeng bimîne, berê xwe da heqîqetê û ji Tirkiyeyê derket. Akarsel a 3 salên xwe li qadên azad derbas kir, di sala 2001’an de bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” li Enqereyê hat girtin. Akarsel a 2007’an de hat berdan, di sala 2009’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi rojnamevaniyê kir û heta sala 2014’an di pêşketina nûçegihaniya jinan de rol lîst.
Di salên ku Akarselê rojnamevantî dikir, li dijî şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilind dibe bêqeyd nema. Ji bo xebatên akademîk ên di warê jineolojiyê de bimeşîne çû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji wir jî derbasî Şengal û Efrînê bû. Akarsel di qonaxa damezrandina “Gundê Jinan Jinwar” û “Enstituya Andrea Wolf” a li Rojava de jî cih girt. Piştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê, Akarsel vê carê çû Silêmaniyeyê û dest bi karê damezrandina Pirtûkxaneya Jinên Kurdistanê kir. Akarsel di heman demê de gotarên xwe yên akademîk di Kovara Jîneolojiyê û nivîsên xwe yên têkildarî rojevê yên rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de jî dewam kir. Akarsel xebatên xwe yên li ser nûçegihaniya jinan, ku di kevneşopiya Çapemeniya Azad de pêşengî jê re kir, gaveke din bi pêş ve bir û heta kêliya dawî ya jiyana xwe li Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê xebatên xwe dewam kir. Akarsel di 4’ê cotmehê de li Silêmaniyê hat kuştin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar roja 25’ê kanûnê di bernameyeke Stêrk TV’yê de ragihandibû ku kujerê Akarsel Îsmaîl Peker ê li Mamak a Enqereyê ji dayik bûye û careke din Tirkiye weke faila wê nîşan da.
Evîn Goyî ji şoreşa jinan re pêşengiyê kir
Emîne Kara di sala 1974’an de li gundê Hîlal ê navçeya Qileban a Şirnexê ji dayik bû. Kara, ku di zarokatiyê de bi şewitandina gundan re, zext û îşkenceyê nas kir, di sala 1988’an de dest bi lêgerîna xwe ya azadiyê kir. Kara ku 34 salan têkoşîneke bênavber da, li Rojava li dijî DAIŞ’ê şer kir û pêşengiya pêkanîna şoreşa jinan kir. Kara ya di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bû, ji bo tedawiyê çû Fransayê. Kara ya jiyana xwe diyariyê azadiyê kir, di 23’yê kanûnê de ji aliyê William M. ê li paytexta Fransayê Parîsê êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya kir ve hat kuştin. Tetîkkêş hat girtin.
Endama Konseya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç li ser têkoşîna jina kurd a pêşeng, sedemên hedefgirtina wê û profîlên tetîkkêşên tên hilbijartin axivî.
Koç bi bîr xist ku tevgera jinên kurd ji salên 2000’î û vir ve dibêje, “Sedsala 21’an wê bibe sedsala me” û got: “Ji ber ku me dît îdeolojiya baviksalariyê ya di sedsala dawî de ava bûye, rê li ber du şerên mezin vekiriye û heta roja îro tu pirsgirêk çareser nekiriye. Li ser bingeha vê rastiyê, jinên kurd bi gotina ‘dem dema afirandina sîstemeke alternatîf a li derveyî sîstema bi serdestiya mêr e’ derbasî sedsala 21’ê bûn. Tevgera azadiya jinan a kurd ku di salên 1990’î de li Kurdistanê dest pê kir, ji aliyekî ve parastina hebûna xwe dike, li aliyê din jî li dijî sîstema bi serdestiya mêr a rexne dike, pêşvebirina sîstemeke alternatîf, pêşketineke girîng afirand.”
‘Pergala bi serdestiya mêr hilweşandin’
Koç, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Jinên kurd ji ezmûnên dîroka mirovahiyê derketineke nû pêk anîn û bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya li Rojava re xwe gihandin lûtkeyê. Em DAIŞ’ê weke lûtkeya faşîzma mêr pênase dikin. Di sedsala 21’an de desthildariya mêr rêbaza desthiladariya DAIŞ’ê bi tunekirina jinan pêk anî. Lê rewşeke ku ne li bendê bûn derket holê, jina kurd pergala bi karaktere mêr ê faşizan hilweşand. Bi vê yekê re dema ku kalîte, kûrahî û çarçoveya tevgera jinên kurd derkete holê, ev yek bû sedema kelecan û sempatiyeke mezin. Pratîka ku sedsala 21’an wê bibe ya me, hat nîşandan. Piştî têkoşîna 40 salan a li Kurdistanê, rastiya derketiye holê ku êdî bêyî vîn û tevlibûna jinan jiyan nabe. Ev rastî di sala 2014’an de bi Rojava re gerdûnî bû.”
Koç diyar kir ku îfadeya herî hêsan û temsîla şênber a serdestiya mêr serokê AKP’ê serokkomar Tayyîp Erdogan e û wiha pê de çû: “Bi mantiqeke ku qetil dike, digire, êrîşî pergala hevserokatiyê dike, kole dike û jinan ji her tiştî dûr dixe weke bîrdoziya DAIŞ’ê li dijî jinên kurd şerek da destpêkirin. Ji ber ku jinên kurd projeya wî ya dagirkirina Kurdistanê ya bi rêya DAIŞ’ê pûç kirin. Li aliyekî îdeolojiya azadîparêz a jinan heye ku Erdogan dixe nava pozîsyoneke zehmet, li aliyê din jî avabûneke ku koledariya civakî bi koledariya jinan bi pêş dixe heye. Ji ber vê yekê Nagîhan Akarsel li Silêmaniyê, Sakîne û Evîn Goyî ew jî li Parîsê hatin kuştin. Sakîne Cansiz yek ji pêşanga tevgera jinên kurd bû. Evîn Goyî jî jineke li dijî DAIŞ’ê şer kir û yek ji pêşenga tevgera jina kurd e. Nagîhan Akarsel hem di qada akademîk de hem jî di pratîka xwe de pêşeng bû. Lê Tirkiye tişta ku bi DAIŞ’ê nekarî bi dest bixe bi vî rengî didomîne.”
Rola Abdullah Ocalan
Koç, da xuyakirin ku li dijî pergalên bi serdestiya mêr ên jiyanê bêçare dihêlin, ji bilî Kurdistanê gelek alternatîf nîne û destnîşan kir ku ev alternatîf bi pêşengiya jinên li Kurdistanê bi pêş ketiye. Koç, bal kişand ser berxwedana bi pêşengiya jinan a li Îranê li ser vê bingehê, bal kişand ser wê yekê ku rejîma Îranê ya gelek dewlet pê re mijûl dibin, bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ ji aliyê jinan ve tê hejandin. Beriya her tiştî tevkariyeke mezin a Abdullah Ocalan heye. Her ku Tevgera Jinên Kurd têkoşîn pêş xist, pênaseya wê ya teorîk ji aliyê Abdullah Ocalan ve hat kirin. Ji sala 1994’an û vir ve têkoşîna jinan ya ji bo azadkirina civakê dest pê kir, îro weke jin jiyan azadî derketiye holê. Felsefeya jiyanê ya tevgera jinên kurd, rejîma zilam-serwer a Îranê hejand. Ez qala têkoşîneke ewçend xurt dikim. Ji ber vê yekê jinên pêşeng hedef tên girtin. Tecrubeya têkoşîna em xwediyê wê ne dikare dewletan jî bihejîne. Dema mirov ji vir lê dinêre sedema kuştina Evîna Goyiyan tê fêhmkirin.”
‘Tirkiye nota da Fransayê’
Koç da xuyakirin ku profîlên kujerên bijarte yên jinên kurd kuştin gelekî dişibin hev û got: “Yên ku Sakîneyan kuşt tirkê ‘nexweş’ bû, ev jî Fransizê ‘nexweş’ e, lîstik jî bi heman rengî ye. Di êrîşa yekemîn de xwestin bi vê profîla kujer ser bûyerê bigirin, lê di êrîşa duyemîn de lîstika wan baş negirt. Zû hatibû aşkerakirin. Dema profîl negirt, vê carê rayedarên tirk ketin nava tevgerê, di nava panîkeke cidî de ne. Di 26’ê kanûnê de Tirkiyeyê notayek da Fransayê. Li ser vê notayê hat gotin, ‘Siyasetmedarên fransiz çima bi kurdan re heman helwestê nîşan didin?’’ û gotinek hebû ku hevgirtina gelan a bi kurdan re dikir hedef. Piştî çar rojan Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê telefonî Wezareta Karên Derve ya Fransayê kir û heman tişt jê re got, Tirkiye bi notaya xwe re dibêje, ‘Em ê qir bikin, lê divê kurd li dijî vê neaxivin.’ Teslîmiyet li ser kurdan tê ferzkirin. Sefîrê tirk ê li vê derê jî her tim parvekirinên ku êrîşî raya giştî ya Fransayê dike. Lê girseyeke gelek cidî ku bi kurdan re di nava piştevaniyê de ye heye. Ev yek jî dê pêşiyê li mijûlkirina dewleta Fransayê ya weke 2013’an bigire.”
Êrîşên li ser Abdullah Ocalan
Koç destnîşan kir ku îro bi felsefeya “jin jiyan azadî” jinên kurd di asta gerdûnî de çavkaniya hêviyê ne û got ku mîmarê vê yekê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Koç diyar kir ku li dijî Abdullah Ocalan jî şerek heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger 22 meh in îşkenceyeke giran lê tê ferzkirin, yek ji sedemên vê yekê jî tevgera jinan e ku derketiye holê. Ked û hewldana Abdullah Ocalan rastiyeke ku tu carî ji aliyê me jinên kurd ve nayê înkarkirin e. Ji ber vê yekê, weke jinên kurd dema em ji bo azadiya xwe têdikoşin, em nikarin hewldanên Abdullah Ocalan ji nedîtî ve bên. Tevî şert û mercên îşkenceyê yên girtîgehê jî, Abdullah Ocalan yekane lîder e ku azadiya jinan bi rengê sor li ser hezaran rûpelî diyar kiriye. Di dema em dixwazin tola Evînê ji aliyê siyasî ve bê hilanîn de divê em rastiya Îmraliyê ji bîr nekin. Ji ber ku azadiya jinên kurd û azadiya Abdullah Ocalan bi hev ve girêdayî ne. Di sala nû de divê em herî zêde daxwaza azadiya Abdullah Ocalan bikin. Divê her kes li dijî tecrîda li Îmraliyê tişta ji destî tê bike. Ji ber ku ew tecrîda li wir li me jî tê ferzkirin. Bêdengkirina li wir jî bêdengiyeke ku bi guleyan li ser me tê ferzkirin e. Guleya li Parîsê li Evîn Goyî hat reşandin hewldana bêdengkirinê ye.”