Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG’ê şehîdên sala 2017’an bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê 5 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got “Di serî hevalên me Zîlan, Piling, Dijwar, Zinar û Şervan em ê girêdayî hemû şehîdên xwe bin û em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”

“Sala 2017’an bû yek ji wan salên ku êrîşên dewleta tirk a mêtinger li dijî gelê me û tevgera me ya azadiyê PKK’ê zêde bûn. Di nava salekê de artêşa tirk a qirker hemû derfetên xwe yên madî seferber kir û ev derfet bi kar anî. Dîsa bi piştgiriya hêzên hegemonîk ên navneteweyî, xwest gerîlayên azadiyê yên ku hêviya azadiyê ya gelan e, tune bike. Li hemberî van hemû êrîşên berfireh, gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi îradeyek Apoyî ya bênavber bersiv da van êrîşan. Gerîlayên azadiyê ya ku di her şert û mercî de ji bo parastina hebûn û destkeftiyên gelê me biryara têkoşînê da, di sala 2017’an de bi îdiayeke mezin têkoşîna xwe domand. Di vê têkoşînê de ya bi ku îrade û fedakariyeke mezin hate kirin, şehadet jî çêbûn. Bi ked û hewldanên mezin ên şehîdên me yên leheng, dewleta Tirk a dagirker di nava salekê de nekarî armancên xwe pêk bîne, hêzên me derbên giran li dagirkeran dan. Hevrêyên me Zîlan, Piling, Dijwar, Zinar û Şervan ên ku pêşengiya vê têkoşîna destanî kirin, bi dilsoziya xwe ya mezin a li nirxên hevrêtiyê û bi helwesta xwe ya tûj a di îdeolojiya Apoyî de, li hemberî êrîşên dijmin piştî şerekî bi lehengî şehîd bûn. Di serî hevalên me Zîlan, Piling, Dijwar, Zinar û Şervan em ê girêdayî hemû şehîdên xwe bin û em ê têkoşîna xwe geştir bikin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

 Nasnav: Zîlan Dêrsim 

  Nav û paşnav: Zîlan Aybar

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Necmiye – Abdurahman

 Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Piling Rustem

  Nav û paşnav: Ahmet Kaya

  Cihê jidayikbûnê: Sêrt

  Navê dê û bav: Emîne  – Abdullah

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Dijwar Întîkam

  Nav û paşnav: Îsa Arslan

  Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

  Navê dê û bav: Halîme – Nîhat

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav:  Zinar Raperîn

  Nav û paşnav: Ridvan Can

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Meryem – Mehmet

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

  Nasnav: Şervan Azad

  Nav û paşnav: Tekîn Demîrbaş

  Cihê jidayikbûnê: Mûş

  Navê dê û bav: Pîraze – Zulfîkar

  Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar