Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Amed Şaho: Tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîda li ser tevahî gelên azadîxwaz e

Bi baweriya me her tund û tujiya ku niha dewlet pêktîne tê wateya ku bi îradeya azad a gelan tê lîstin Di vê serdemê de wextê wê hatiye ku gelên Îranê bi yekîtî, fikir, têkoşîn û îradeyekî hevbeş rejîmê neçarî hilgirtin hinek gavên dimokratîk bikin civak bi rola xwe ya dîrokî rabûye û em vê seknê silav dikin û çi bikeve ser milê me em ê jî pêkbînin, em bi gelê xwe re ne û piştgiriya şoreşa jin jiyan azadî dikin.

Endamê meclisa PJAK’ê Amed Şaho ku tev li bernameya Lapere a radyoya Dengê Gel bû di derbarê pêvajoya herî dawî a li Rojhilat û Îranê tê meşandin nirxandin kir.

*Şoreş tê wateya guhertinê. Civak di guhertinên pir mezin re derbas bû. Lê pêngavên ku ji aliyê rejîma dagirker a Îranê ve hatine avêtin kêm in. Herî dawî fermandarên Sippah derketin û gotin heta niha em pir kêm bi ser xwepêşanderan de çû ne û em nerm nêzîk bû ne, vir û şûnde wê helwesta me tûjtir be. Piştre jî dewlet dest bi îdaman kir, heta niha hijmarek xwepîşander hatine îdam kirin û hikmê sêdaredan ji bo hijmarek kes jî hatiye dayîn. Wekî PJAK hûn helwesta rijîmê çawa dibînin?

Em destpêkê hemû Şehîdên şoreşa jin bibîrtînin û kesên ku li ser kolanan bi ala şoreşa azadiya jinan têkoşînê geş dikin silav dikin. Vê şoreşê bingeha vê rejîmê hejand û guhertinên dîrokî û civakî bi xwe re anî. Şoreşekî civakî, çandî û siyasî li Îran û herêmê pêkhat. Vê şoreşê darbeyekî li berjewendiyên rejîma dagirker a Îranê û ên ku piştevaniya vê rejîmê dikin, da. Ji ber vana niha rejîmê berê xwe daye hin rê û rêbazên hovane û dixwaze bi van rêbazan şoreşê bêdeng bike. Lê bi baweriya me her tûnd û tûjiya ku niha dewlet pêktîne tê wateya ku bi îradeya azad a gelan tê lîstin. Ev wê bihêle ku xwepêşandan hîn zêdetir bibin. Daxwazên gel zêdetir û bihêztir bibin. Xwesteka gel ji bo azadiyê wê berfirehtir û bihêztir bibe. Ji ber vana siyaseta sêdare ne çareseriye. Ev teyisandina asta bêçaretiya rejîmê diyar dike ku tu rêk jê re nemane. Dixwaze van qeyranan bi sêdareyan pêşwazî bike lê em bawer in ku ne tenê li rojhilatê Kurdistan û Îranê, li dijî siyaseta sêdareyê pêlekî bi hêrs a nerazîbûnê li dijî zihniyet a faşîzm û dîktatoriyê di asta cîhanî de rabe û bi vê re rejîm hesabê tawanên xwe bide.

Wekî PJAK ev demeke dirêj e ku em helwesta xwe wekî “Erê bo demokrasî, Na bo sêdare” diyar dikin. Sêdare demokrasî nayne. Dîktatorî û alozî bi xwe re tîne. Diyare ku rejîm naxwaze ku çareserî û demokrasî li ser cografya Îranê pêşbikeve. Lê gelên Îranê di demokrasî û azadiyê de îsrar dikin. Ji ber vê bikaranîna van siyasetan wê kûrkirina nakokî û şer di navbera gelên Îranê û rejîmê bi xwe re bîne û ev wê li ser tevahî herêmê jî bandor bike.

*We behsa demokratîze kirina Îranê kir. Rejîmekî ewqas xwînxwar wê çawa demokratîk bibe? Pêwîste rêbazê têkoşîn kirina gel çi be ji bo ku Îran demokratîk bibe?

Rêber APO dibêje ku dewlet wekî guloka berfê ye. Ew gulok di dîrokê de gindir bûye û heta roja îro hatiye. Ji ber astengiyekî têrker li pêşiyê nebûye, her ku ew gulok hatiye mezin bûye, xwe jî mezin nîşan dide. Lê niha li pêşiya wê gulokê astengî çêbûye. Ew astengî îradeya azad a gelên Îranê ye. Ev bûye sedem ku roja îro ew guloka berfê were helandin û parçe kirin. Ev dewleta ku dîroka xwe vedigere ji bo zêdetir li 2 hezar û 500 salan parçe dibe. Dewlet xwe li ser bingehekî ava dike. Ew bingeh jî ji civakê, ji gel pêk tê. Heta niha rejîmê hegemonya xwe bi hêza zorê li ser civakê sepandiye. Tu dewletek bi daxwaziya xwe azadiyê xelatî gelan nake. Dewlet xelata xwe heta niha kuştin û komkujî bûye. Dewlet civakê dike kole. Lê dîsa jî civak dikare dewlet neçarî hinek gavan bike. Di vê serdemê de wextê wê hatiye ku gelên Îranê bi yekitî, fikir, têkoşîn û  îradeyekî hevbeş rejîmê neçarî hilgirtina hinek gavên dimokratîk bikin. Şoreşa ku niha dimeşe li ser vî esasî ye. Eger dîsa jî dewlet gavan ji bo demokrasiyê neavêje, ev ji bo rejîmê metirsîdare û encam jî wê ne diyar be. Slogana Jin Jiyan Azadî daxwaza demokrasiya herêmê îfade dike. Ev slogan ji ber vê îlham û ronahî dide. Gel çawa dikarin Îran demokratîze bikin; Yekem, pêwîste her ferdek bi berspirsyartiya xwe a dîrokî, wijdanî û exlaqî rabe û xwe ji desthilatdariya ku hat avakirin bi her awayî vekişîne. Tê wateya ku ferd nabe ku di aliyê fikir, kiryar û jiyanê de bikeve bin xizmeta dewlet û desthilatdariyê de. Nabe êdî dewlet li ser pişta civakê jiyan bike, mîna gene xwîna gel bimije. Her takek dikare vêya bike û wekî Jîna Emînî bibe meşaleyekî şoreşê. Duyemîn; pêwîste asta têgihîştina gel zêdetir bibe û her ferdek xwe nas bike. Ji ber ku dewlet xwe li ser esasê tunekirina nasname û hafîzeya mirovan mezin dike. Ji bo vê gelê kurd dîroka xwe nas nake, îrade û hebûna xwe nas nake, cografya xwe nas nake. Gelên dîtir jî, Belûç, azerî, ereb , fars jî wisa ne. Her gelek pêwîste di derbarê xwe de lêkolîn bike û azadiya xwe nas bike. Eger ev çêbû wê çerxa heyî bizîvrîne û tirsa civakê bişkîne ku em dibînin roja îro tirs çawa şikiya. Gel dûbare zindî dibe û ruh pê dikeve. Sêyemîn, eger îro kûştina jinekê bû çeqmeqa şoreşê tê wateya ku bi dehan, bi sedan sedemên dîtir hene ku bibin çirûska şoreşê. Vana jî bibin sedem ku rejîm mecbûr bimîne gavan ber bi demokrasiyê biavêje. Sedem zêde ne, rewşa aborî, îdamên ku tên pêkanîn, embargoya ku li ser rejîmê heye, meseleya netewe û zimanan heye ku di Îranê de tenê yek ziman di fermiyetê de tê naskirin û bi dehan sedemên dîtir hene ku gel dûbare rabe û rejîmê mecbûrî gavavêtinê bike. Bi ittîfaqa gelan, gel dikarin di Îranê de bighîjin demokrasî û azadiyê. Maf, heq, azadî nayên dayîn, tên stendin û ev berdêl dixwaze, xwîn ji bo wan tê rijandin. Di rêya vê şoreşê de nêzî 600 kes şehîd bûn. Ev şoreş êdî bûye xwedî nirx. Erka gel jî dibe xwedî derketina li van nirxên xwe. Xwedî li dîroka ax û cografya xwe derkevin. Ev hemû tovên azadî û demokrasiya pêşeroja Îran û rojhilatê Kurdistanê ne.

*Zilm û zora dewletê berê jî hebû, hîcaba îcbarî hebû, Geşt-î-Irşad hebû û mîlîtarîze kirina rojhilatê Kurdistan jî her hebû. Çirûska şoreşê çima bi taybet di vê serdemê de pêket?

Rêber APO vê serdemê wek“sedsala azadiya jin” pênase dike. Esas sedsala belavbûna demokrasiyê ye. Şoreşa azadiyê di astekî cîhanî de ye. Heqîqeta ku em îro pê re rû bi rû ne, tenê bi Îranê re ne sînordar e. Ji sala 2010’an şûnve li herêmê şoreş, raperîn, nerazîbûna gelan li welatên cuda pêşdikevin. Diyare ku ev wê berfirehtir jî bibe. Gel êdî ji dîktatorî û faşîzma heyî bêzar bûne, jê westiyane. Netewdewlet heta niha nekariye demokrasî ji herêmê re bîne. Gel jî dixwaze bi hêza xwe bighîje azadî û demokrasiyê. Di vir de hin faktorên esasî hene ku diyarkerin. Beriya bûyera Jîna Emînî, li rojhilatê Kurdistan, şoreşger û pêşengekî mezin heval Rêzan Cawîd ji aliyê rejîma faşîst a AKP hat hedef kirin û şehîd xistin. Şoreşgerekî netewî ku di şoreşa Rojava de cih girt û xizmeta civaka xwe kir, welatê xwe kir, ji aliyê dewleta faşîst a tirk, bi hevkariya Îran û hêzên navdewletî hat hedef girtin. Di rojhilatê Kurdistanê de helwesta ku derket holê, red kirina zihniyetekê ye. Redkirina oryentalîzmê ye. Redkirina nêrîna ku bendewarî ji Amerîka dike ku demokrasî bîne herêmê. Redkirina hêzên ku di herêmê de hene û heta hizbên klasîk. Xwedî derketina li Şehîd Rêzan û xwendina jinan a sirûdan di merasîma heval de, çirûskeke şoreşê bû, amadekariyek bû. Ji ber ku vê hêrsa gel zêde kir. Bi Şilêr Resûlî re ev zêdetir bû û bi Jîna Emînî re gihîşt teqînê. Li aliyekî dîtir jî rewşa Îranê a aborî heye ku niha dolar bûye 44 000 tumen. Di dîroka rejîmê de rekor hat şikandin. Di warê xwekuştinan de zêdebûn heye. Herwiha feqîrtî pir zêde bûye, kuştina kolberan rojane heye. Mîlîtarîze kirina rojhilatê Kurdistan heye. Hatina Îbrahîm Reîsî bi zora çek bû. Di 1357 de gelê kurd rejîmê qebûl nekir. Hatina Reîsî jî qebûl nekir lê dûbare dewletê xwe li ser gel ferz kir. Meseleya netewî heye. Goşegîrî li ser Rêber APO heye. Sîlehên kîmyewî, sîlehên hovane li hember gêrîlayên kurd tên bikaranîn. Rejîmên dagirker ên Kurdistanê li her cihekî terorê pêktînin, kesên sîvîl hedef digrin, siyasetmedaran qetil dikin heta li Ewrûpa vê dikin. Şoreşa Rojhilat di vê rewşê de pêkhat. Şoreşa Rojhilat ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî ne qut e. Bingeha şoreşê li Rojava hat danîn ku derbasî Rojhilat bû. Ev bingeh jî Rêber APO ava kiriye. Bi Îran re ev şoreş firehtir bû. Rêber APO dibêje “fikrê min fikrekî gerdûnî ye”. Em dibînin ku li Bakur destpê kir, derbasî Rojava, Başûr û Rojhilat bû. Ji Rojhilat jî derbasî Îran bû û cîhanî dibe. Kes nikare vana înkar bike. Bi nêrîna me wê berfirehtir jî bibe ji ber ku dewlet benzîn berdide ser agir û agir geştir dibe bi vê re faşîzm dişewite, dîktatorya dişewite. Li ser esasê xalên ku me anî ser ziman em bawer dikin gel bi hevgirtina xwe şoreşê berdewam bikin û gelê kurd jî demokrasî diyarî navçeyê bike. Gelê kurd îlham dide gelên Îranê. Rojavayê Kurdistan îlham da hemû mirovahiyê. PKK û gêrîlayên Kurdistanê îlham didin mirovahiyê. Rêber APO jî wisa. Gelê kurd rola demokratîkkirina herêmê girtiye ser milê xwe. Em li ser vî esasî bi erkên dîrokî re rû bi rû ne.

*Ji derve nîqaş pir pêşketin li ser mijara şoreşê û hat gotin ku Rêberek pêwîste were diyar kirin ji bo vê şoreşê. Hûn vê nîqaşê çawa dibînin?

Nîqaşên bi vî rengî rojevên esasî ên şoreşê ji rê derdixe. Ji ber ku Rêberê şoreşê gel e. Gel bixwe pêşengtiya vê şoreşê dike. Zarokekî 7 salî heta kesekî 70 salî lîdertiya şoreşê dike. Ên ku canê xwe di vê şoreşê de dayî lîderên vê civakê ne. Ev nirx in. Ew dayikên ku li ser gorên keç û kurên xwe dîlan digrin, ew bavên ku bi coşa xwe hêz didin vê civakê, hemû werzîşkar, mamoste, meleyên aynî û hunermend ku bi berpirsyartiya xwe radibin hemû lîderên vê şoreşê ne. Hêzên paşverû ku berê şoreş li hember wan hat kirin û hatin derxistin, dûbare nikarin bibin lîder. Hêzên hevpeyman ku xwe wekî pêşengên Îranê bi nav dikin û îddia dikin ku wê demokrasiyê bînin, ew jî nikarin bibin lîder. Ên ku di desthilatê de cih digrin, reformîst û her wekî din, ew jî nikarin lîdertî bikin. Gel xeta xwe diyar kiriye ew jî xeta sêyemîn e. Şoreşa ku bi rê ve diçe li ser esasê xeta sêyemîn e. Ev jî tê wateya ku gel ne xwe dispêre hêzên Rojava û Amerîka, ne jî dewleta dagirker a Îranê û hêzên ku piştevaniya wê dikin. Gel xeta azadî û demokrasiyê hilbijartiye ku meşaleya xwe Jin, Jiyan, Azadî ye. Ew xete ku li Îmralî li ber xwe dide. Ew xete ku li çiyayên Kurdistanê meydan li hember faşîzmê dixwîne. Ew xete ku li zindanên Îranê li dijî faşîzmê li ber xwe dide û canê xwe ji sêdareyê re hazir dike. Ew keçe ku kefiya xwe diavêje û coşê li kolanan belav dike. Ew dayike ku tevî malbatê tev li serhildanan dibe. Ev lîderên civakê ne. Ên ku dixwazin li ser keda gel siyaset bikin hene pêwîste gel li hember vê hişyar be. Kes ji derve nikare bibe lîder, ev demokrasî nayîne. Demokrasî li ser koka xwe şîn dibe. Kok jî civake. Ew xwîne ku li ser wê cografyayê dirije. Ew zaroke ku bi hestên xwe ên zaroktî beşdar dibe û dibêje “bimre dîktator”, “Şehîd namirin”, “Kurdistan dikine goristanî faşistan”. “Jin, Jiyan,Azadî” dibêjin, “berxwedan jiyane” dibêjin. Lîderên heqîqî ên civakê ev in. Ev ji ber xwe de nehatine gotin, paşerojek xwe hene. Gel dizane gotina “berxwedan jiyane” ji kuderê hatiye. Berhema van gotinan niha li Rojhilat, Îran û cîhanê belav dibe. Ji bo vêna her kes dibe civakê wekî lîderê xwe bibîne. Eger civak nebe em jî nabîn. Civak nebe, dewlet jî nabe. Civak bi rola xwe a dîrokî rabûye û em vê seknê silav dikin û çi bikeve ser milê me em ê jî pêkbînin, em bi gelê xwe re ne û piştgiriya vê têkoşînê dikin.

*We got ku dewlet bê gel nabe. Lê dewlet tiştekî wisa ava kiriye ku gel bêdewlet nikare jiyan bike. Dewletê gel bi xwe ve daye girêdan, bi rêya aborî û bi rêya xwendinê. Hûn vê çawa dinirxînin?

Dewlet xwe mezin nîşan dide. Mîna balonekê ye. Bi derziyekê tu dikare biteqîne. Dema xwe mezin nîşan dide tirs ava dike. Lê niha zarokekî 7 salî derziyekî li wê balonê dide diteqîne. Hegemonya ku hat avakirin teqand. Ji bo vê gel êdî ji mirinê natirse. Ji dijmin natirse, ji sêdare natirse. Ji tiştekî natirse. Gel êdî xwe dît, heqîqeta xwe dît. Ez çi me, bersiva vê da. Ji bo vê dibêje “ez axê jî bixwûm ez axa xwe nafroşim”. Êdî tu desthilatdariyê li ser xwe qebûl nake. Ev ne tenê li hember dagirkeriya Îrane, eger hêzekî kurdî jî bi vê zihniyetê xwe ferz bike, wê gelê kurd qebûl neke. Hêzên opozîsyona Îranê jî ku rûniştî ne û xeyalên şifreyekî dewlemend di mejiyên xwe de çêkirine, eger werin û hegemonya xwe li ser gel ferz bikin wê gel qebûl neke. Ji ber ku helwesta gel helwestekî îdeolojîk e. Têgihîştinekî kûr heye. Wê sloganê kî got? Salih Muslim di dema berxwedana Kobanê de ew gotin got “em pelan jî bixwin, em teslîmî dagirkeran nabin”, ji ber dorpêça giran a hemû hêzên derve ev got. Eger gelê Rojhilat niha vê dibêje ji ber vê ye ku gel biryara şoreşê daye. Biryar daye ku çarenûsa xwe diyar bike. Di vir de paşdekişandin nîne. Ev tê wateya ku wê şoreş were bilind kirin, dibe ku rê û rêbaz biguhere, lê wê berdewam bike. Vana xalên giring in ji ber ku gel stratejîk difikre. Giraniya rejîmê nemaye. Dixwaze niha bi îdaman xwe kom bike. Di bin navê muharrib. Bi kuştinê. Dixwaze xwe dîsa mezinê civakê nîşan bide û hebûna rejîmê destnîşan bike, mesaj dide ku detshilat narûxê. Hûn kî dixapînin? Kolan heye, kolan di destê civakê de ye. Şoreş ew e, azadî ew e. Civakeke ku bênavber ev 4 mehan li kolanan e. Keçên medreseya seretayî eger li dijî desthilatê radibin tê maneya ku prestîja vê desthilatê nemaye. Li gor usulan, pêwîst bû niha ên di vê rejîmê de cih digrin istîfa kiriba, vî welatî terk bikira. Lê rejîm dixwaze xwe xilas bike. Çiqas rejîm xwe ferz dike civak jî ewqas têkoşîna xwe bilind dike. Civak bang dike dibêje “em êdî nabin cahşê te”. Sîstema cahş êdî dawî lê hatiye. Sîstemekî azadî û demokrasiyê dixwazin. Ev tên wateya ku ferdê azad tê afirandin. Eger ciwanek beriya ku biçe tev li xwepêşandanan bibe, xatir ji herkesî dixwaze û dibêje dibe ku ez şehîd jî bibim, diyar dike ku ev civak civakekî fedayî ye û bi fedayî beşdarî şoreşê dibe. Civaka ku em pê re rû bi rû ne civakekî hişyar û têgihîştî ye ku di pêvajoya xwe rêxistinkirinê de ye. Hêza civakî her ku diçe mezintir dibe. Ew hêz çiqas jî mezin dibe, dibe lehiyek. Dibe aşûtekî berfê. Li hemberî vê têkoşîna gel eger rejîm hewl bide li ber xwe bide wê parçe û lawaz bibe. Mîna dîktatorên beriya vê, Saddam bû, Şah bû, ger rejîm û taybet xamneyey jî rêz û hurmet hember berxwedan û têkoşîna gelan raber neke çarenûsa wan yeke. Dewlet pêwîste li vana meyze bike û bizanibe ku wê encam çi be.

*Eger ev nêzîkatiyên dewletê ên bêperwa berdewam bikin, me dît ku ne tenê bi sîlehên ferdî, bi firokeyan êrîşî bajêrên Rojhilat kir. We jî behsa hêza gel kir. Li dijî êrîşên ewqas dijwar, pêwîste gel çawa têkoşîn bike û wê hêza xwe ji ku bigre? Ji ber ku wisa tê behs kirin ku eger hêzekî çekdarî li pişt vê şoreşê nebe, ev şoreş bisernakeve hûn ji bo vê çi dibêjin?

Pêwîste gel şiyar be ji ber ku li ser şoreşê lîstok hene. Şerekî desthilatdariyê li ser nirxên ku hatine ava kirin tê meşandin. Çi hêzên Rojhilat, çi hêzên Rojava, hene ên ku li bendê ne ku ji aloziyên heyî sûdwerbigrin û nirxên gel desteser bikin. Gel pêwîste li hember vana şiyar be. A dîtir, pêwîste gel xwe ji her cure tundiyê biparêze û xwe jê dûr bigrin. Ev neyên bikaranîn ji ber ku rejîm dike hincet ku zêdetir civakê biçewisîne. Çeka rejîmê li dijî gel pênaseyên wekî “muharrib”, “mufsîd-fîl erz”, û dibêje vana li dijî Xwedê ne û çek hatiye bikaranîn li dijî desthilatê. Lê em dizanin ku tenê çeka destê gel diruşmeya Jin, Jiyan, Azadî û derketina kolanê ye. Ê ku çek bikaraniye desthilate. Ê ku hemwelatiyan şehîd xistiye, çekdarên rejîmê ne. Ji bo vê rejîm bixwe mufsîd-fil-erz e. Ew rejîm muharrib e. Gel niha rejîmê mehkeme dike û hesab jê dixwaze. Ne tenê hesabê îro dixwaze. Hesabê salên 1398, 1396,1388, 1367,1357 (şemsî) dixwaze. Hesabê dîrokê ji vê desthilatê tê xwestin. Ji ber heta niha dewletê bi van siyasetan kariye hikûmraniya xwe li ser civakê bide meşandin. Gel pêwîste vê rêya ku girtine di aliyê paradîgma, îdeolojî, felsefî, siyasî, aborî û birêxistinbûyînê de tijî bikin, bihêztir bikin. Pêwîste gel cepheyekî demokratîk a gelan ava bike. Hemû pêkhate xwe rêxistin bikin. Jin, hunermend,werzîşkar, ciwan, karker, cotyar, bêkar xwe rêxistin bikin li dijî faşîzmê. Rejîm ji bo ku xwe ji rewşa heyî rizgar bike, berê xwe dide dewlet tirk, berê xwe dide bercam, Amerîka û welatên ereban. Gel jî yek hêviya xwe heye, gel bixwe ye, hêza navxweyî ye. Eger ev çêbû êdî tu hêz nikare li hember şoreşê bisekine. Êdî bendewariya ji derve nemîne. Beşek ji rojevên mudaxeleya derve an mudaxeleya eskerî, şerê taybet ê rejîmê bixwe ye. Beşek jî welatên Rojava ne ku vê rojevê saz dikin ji bo ku di ava şêlû de masî bigrin. Şoreşa ku çêbûye zelalbûn çêdike, hertişt tê de diyar dibe, lê pir kes dixwazin şêlû bikin û li gor vê berjewendiyên xwe tê de bigrin. Bi taybet kurd pêwîste di van mijaran de şiyar bin. Ezmûnên kurdan di vî warî de zêde ne. Bikaranîna çek çi bandoriyek xwe hebûye dizanin, çi bi xwe re aniye dizanin. Parastina rewa çiye? Em zimanê xwe biparêzin. Em nirxên xwe biparêzin. Ên ku dikevine zindanan pêwîste em wan biparêzin, em têkoşîn bikin ku em wan azad bikin. Li Îlamê keçek ku hikmê îdamê jê re hatibû dayîn, ji ber helwesta gel hat berdan. Hêza gel ewqas heye. Gel pêwîste axa xwe biparêze, gundê xwe biparêze. Bi tu şêwazekî nabe gel bawerî bide hêzekî çekdar ê rejîmê, çi li Rojhilat û çi li Îran. Ji ber ew hêz, îrade nas nakin. Civakê dikin kole. Mejiyê mirovan fetih dikin. Refleksê gel pêwîste bihêztir û zêdetir rêxistinkirî be. Li kuderê rejîm xwe hazir dike ku lê bide, pêwîste gel bibe sîper, bibine hêza parastin û siyaseta rejîmê bi vî awayî pûç bikin.

*Li dijî PJAK bi salan e ku şerekî taybet tê meşandin û tê gotin ku PJAK bi Sippah re ye, hûn ji bo vê çi dibêjin?

Pir tişt tên gotin. Bêşerm dibêjin em hêzekî girêdayî Amerîka û Îsraîl in, hinek din jî dibêjin em bi Îtlaetê re ne, lê gel bixwe hakîm e û dikare bixwe binav bike ku em hêzekî çawa ne. Wate bi wan gote gotan çewa rastî diken direvan û direv jî diken rastî. Her kes dizane kû em şervanên Rêber APO ne. Em gêrîlayên azad ên Kurdistanê ne. Nasnameya me diyar e. Em wekî tevger xwedî bername û program in. Stratejî, taktîk û siyaseta me zelal e. Em hêzek in ku ji bo demokrasiya di rojhilatê Kurdistan, Îran û herêmê têkoşîn dikin û tu carî me nexastiye şer biden destpê kirin û tu carî jî hêrişin serxwe qebûl nekirye û nakin jî. Gel li hember van gotinan divê şiyar be. Çima di vê demê de dixwazin tevgerê azadîxwazî kurd reş bikin. Ji ber ku PJAK ronahiyeke ku niha li rojhilat Kurdistan û Îranê hatiye pêxistin. Ev ronahî jî hêvî di nav gel çê kiriye û rêya jiyana azad ji bo gel ronî dike û paradîgmaya vê tevgerê jî îro di Îranê de muhteşem bilav dibe.  PJAK bi salane di çarçoveya felsefe ya Jin, Jiyan, Azadî de têkoşînê dimeşîne. Eger PJAK tê reşkirin, pêwîste gel wisa têbighîje ku xeta gel tê reş kirin, nirxên gel tên reşkirin. Hêvî û baweriya gel tê hedef girtin. Wate koka hemû wan şerê taybet ji bo Îmraliyê vedigere. Dagirkerin Kurdistanê di serî de ev şerê xwe ser Rêber APO dimeşînin. Paşê di perçeyên Kurdistanê bilav dikin. Lê ev rûne kû gel paradîgmaya xwe diyar kiriye, azadî û demokrasî hilbijartiye, ji bo vî riejîm û hevalbendên vî dixwazin azadî û demokrasiyê veşêrin û ser bigrin. Dixwazin gel bixin nav nakokî û dûdilîyan. Gel bêhêvî û bêîrade bikin. Lê siyaseta me, xizmeta gel û civaka xwe kirine. Em nabîne serbazek tu kes û alîyekî. Ji bo vêna reşkirina me belgeya esasî vê tişteye ku em ser bi tu hêzê nîne. Çiqas bixazin me reş bikin, em ewqas xort û bihêz dibîn û di nav gelê xwe de zêdetir bên hezkirin. Ji ber ku xeta têkoşînê ku me diyar kiriye heta dawiyê li dijî dagirkeriya rejîma Îran û hevalbendên vê ye. Lê wan kes û alî kîne ku hember me wan şer dimeşînin. Ji bo gel û Kurdistan û azadî û dimokrasî ye çi kirine. Gelo wane bi xwe amrazê MÎT an itlaat nînin?! Di dîroka têkoşîna me de ev zelal in. Heta ku em tên roja îro me çiqas şehîd daye li dijî vê rejîmê. Li zindanan de dîrokekî qehremanî û berxwedaniyê me heye. Li hemaseya şerê Qendîlê di sala 2011’an de rejîm çawa nikarîbûn li hember gêrîla li ber xwe bidin û derbe mezin xwarin. Ev gotin tenê hewldana reşkirina vê hêza pêşeng in ji aliyê desthilatê ve. Hinek hêzên burjuva ne ku bixwe dixwazin xwe bikin xwediyê şoreşê û bi reşkirina me dixwazin pratîka binketî û xiyanet û caşbûna xwe veşêrin. Xeta têkoşîna azadî me ji bo xwe telûke dibînin û ditirsin kû îdî gel wan qebûl neke. Ji bo vî PJAK wekî astengiyekî mezin ji bo xwe dibînin. Reşkirina şoreşgeran di dîrokê de hertim hebûye. Mînakên xwe pir in û em ders ji wane derdixîn. Ev reşkirin siyaseta desthilatdariyê ye, ku di mijara jinan de jî ev hîn berçavtir e ku kariye bi vî rêbazî jin kole bike. Lê heqîqeta jin ne ev e. Vê siloganê jî vê heqîqetê raxiste berçavan. Kî vana hemûyan kiriye? Hereketek heye ku xwedî vê fikrê ye. Xwedî vê fikre maskeyên hegemonya anî xwarê, rastiya Ewropa û Amerîka aşkera kir, ji ber vê jî xwediyê wê niha li Îmralî hatiye tecrîd kirin. Gêrîlayên ku bûye hêviya civakê, bi çekên kîmyewî tê şehîd xistin û di Ewropa û Başûr jî tên tiror kirin. Vana hemû tên kirin û wê zêdetir jî were kirin, ji ber ku dijmin azadbûna kurdan qebûl nake û biryara tûne kirinê kurd dane û hemû planê xwe ser vê konsepte dimeşênin. Lê em bawer in ku em ê bi van hêrişin şerê taybet mezintir bibin, bihêztir bibin û wê têkoşîna gel jî nêztirî serkeftinê bike.

*Peywendiya tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO bi şoreşa Jin, Jiyan, Azadî re çiye? Eger ew tecrîd rabe, wê bandorekî çawa li ser şoreşa Rojhilat bike?

21 meh zêdetir e ku tecrîdekî girankirî li ser Rêber APO heye. Lîstokekî qirêj li ser zindana Îmralî tê meşandin. Tecrîda li ser Rêber APO, tecrîda li ser gelê kurd û tevahî gelên azadîxwaz e. Tecrîda li ser hemû hereketên azadîxwaz û demokratîkxwaz ên cîhanê ye. Tiştên ku li ser Îmralî tên ferz kirin, li her çar parçeyên Kurdistanê jî tên ferz kirin. Fikir û paradîgma nayên tecrîd kirin. Azadî li sêdarê nayê xistin, nayê sînordar kirin, nayê zindanîkirin. Êdî nikarin gelê kurd ku pêşengtiya azadî û demokrasiyê dike, bikin kole. Nikarin jin bixine nav qefesê û wê bê îrade bikin. Çima? Ji ber ku êdî hêzek heye. Wekî kaniyekî diherike û dibe rûbar. Ew rûbar mezintir dibe, dibe behr, behr dibe okyanus. Roja îro azadî û demokrasî bû ne okyanus. Dewlet li ber vê okyanusê ne tiştek e. Hêza gel berfirehtir e. Pêwîste li hember tecrîdê gel hişyar be. Li Rojhilat û Îran jî gel di tecrîdê de ye, lîstokên qirêj li ser gel tên meşandin. Wekî PJAK tecrîd li ser me jî heye, siyasetekî çawa li ser me tê meşandin. Ev siyaset hemû yek e, li ser gel jî bi rê ve diçe. Bi sêdare, bi kuştin dixwazin gel bitirsînin. Rêber APO jî bi cezaya dîsîplînê dixwazin teslîm bigrin. Dixwestin gêrîla bi çekên kîmyewî bitirsînin. Lê vana gav bi Rêber APO paşde neda avêtin, bi gêrîlla gav paşde neda avêtin. Ev ne gengaz e. Şikandina tecrîda Îmralî tê wateya şikandina faşîzmê ne tenê li Rojhilata Navîn, li giştî cîhanê de ye. Tecrîd were rakirin, derî li jiyanekî nû vedibe ji bo gelan. Helwesta gelên Îran û Rojhilat, li hember Ewropa, CPT, dewleta faşîst a AKP û Amerîka pêwîste hebe. CPT ku qaşo li dijî binpêkirina mafên mirovan e, niha bi xwe mafên mirov binpê dike. Felsefeya ku niha li Îranê belav bûye, êrîşekî bi vî awayî li ser heye, pêwîste gel vêya wekî heqaret li hember xwe bizanibe. Behsa binpêkirina mafên mirovan li her cihekî tê kirin, lê behsa tişta ku li Îmralî, Zap û Fransayê diqewime nayê kirin. Ev durutî ye. Çima rê nadin, ku felsefeya ku li pişt vê sloganê ye, pirtûkên wê li Îranê werin belav kirin û Rêber APO modaxileya rewşê di herêmê de bike û ji hevdîtin bi parêzer û malbatên vî ditirsin? Bi baweriya min şikandina tecrîdê, klîteke ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên herêmê. Cepheyeke demokratîk eger ava bibe, ne tenê li Îran û Rojhilat, pêwîste cepheyek be ku hemû herêmê hembêz bike. Kurd jî di nav xwe de bibin hêzekî hevbeş. Jin yekîtiya xwe ava bikin heta di asta cîhanî de dikarin vê bikin. Bi vi şêwazî wê rê li projeya Netewa Demokratîk li herêmê were vekirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar