Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Divê dewleta tirk û Erdogan bêne darizandin’

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku komkujiya 23'ê kanûnê ya li Fransayê ji aliyê MÎT'ê ve hatiye kirin û destnîşan kir ku divê Fransa vê komkujiyê ronî bike û dewleta tirk û Erdogan darizîne

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat tev li ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haberê bû û komkujiya li Parîsê ya 23’ê kanûna 2022’yan nirxand.

Besê Hozat anî ziman ku herdu komkujiyên 9’ê çileya 2013 û 23’ê kanûna 2022’yan li navenda Parîsê hatin kirin û got, “Li her deveran êrîş li dijî pêşengên tevgera jinên kurd, li hemberî kadroyên pêşeng hatin kirin. Bi giştî êrîş li dijî Tevgera Azadiyê ya kurd hat kirin. Di şexsê jinên kurd de êrîş li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û tevgera giştî hate kirin. Lewma êrîşa li dijî gelê kurd e.”

Besê Hozat bi bîr xist ku di nava salan de gelek cînayetên siyasî li Fransayê hatin kirin û got, “Gava ku mirov ji vî alî ve dinirxîne, nepêkane ku îstîxbarata Fransayê ne di nava vî karî de be. Li saziyên ku li gorî qanûnên Fransayê hatine avakirin û qaşo ji aliyê Fransayê ve têne parastin, pêkhatina komkujî û cînayetên bi vî rengî yên siyasî, berpirsyarî û rola Fransayê ya di vê mijarê de bi şênberî radixe pêş çavan. Em naxwazin kesî bixin bin gumanan, lê belê teqez beşek ji îstîxbarata Fransayê di nava vî karî de ye. Ji polîsên Fransayê jî hin kes di nava vî karî de ne. Ji dewleta Fransayê hin kes di nava vî karî de ne. Ev nebe, gelo pêkan e ku bê kirin? Gelo MÎT kare bi tena serê xwe bê, dewleta tirkbê û li paytexta Fransayê li saziyeke siyasî, li saziyeke legal van komkujiyan bike?”

Divê komkujî bê ronîkirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê bang li dewleta Fransayê kir, ji bo van komkujiyan ronî bike û got, “Yên ku ev komkujî kirine divê teqez hesab bidin. Dewleta tirka faşîst divê hesabê vê bide. Kiryarên herdu komkujiyan eşkere ye. Dewleta tirke. Eşkere ye, rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ye. Dîktatoriya faşîst e. Ya ku ev kir, MÎT bi xwe ye. Tenê bi girtina tetîkkêş ev mesele çareser nabe. Tenê bi sûcdarkirina tektîkkêş ev mesele çareser nabe. Ji xwe hîn jî dibêjin cînayeteke nijadperest e. Çi eleqeya xwe bi meseleyê heye? Ji bo Omer Guney jî digotin, yekî paranoyak e, nexweş e. Ew jî tetîkkêşê Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê bû.

Em dewleta tirk baş nas dikin. Dewleta tirkji xwe weke tetîkkêş, zilamên xwe yên profesyonel, esasî, endamên MÎT’ê bi kar nîne. Tîpên bi vî rengî nexweş bi kar tîne. Kujerê Nagîhan Akarsel jî yekî bi vî rengî ye. Hevalan jî aşkera kirin. Yekî ji sûcên krîmînal hatiye girtin û piştre hatiye berdan. Piştî ku hate berdan bi demeke kurt, hate Silêmaniyeyê. Nagîhan Akarsel şehîd xist, qeti kir. Gelek cînayet bi vî rengî ne. Dewleta Tirk, kesên ku ji ber sûcên krîmînal bi salan girtî ne derdixîne û weke tetîkkêş bi kar tîne. Ev rêbazeke. Rêbaza MÎT’ê ye. Gelek sîxurên li hemberî me hatin bikaranîn bi vî rengî ne. Ya sûcekî edlî kiriye; ji kuştinê heta bi narkotîkê, diziyê, destavêtinê, ji ber gelek qirêjiyê hatine girtin û piştre derketine.”

Ji girtîgehê tê derxistin, jê re tê gotin; tu vê wezîfeyê bi cih bîne, cezayê te qediya ye. Gelek pere dide û cezayê wî tê qedandin. Tîpên bi vî rengî weke tetîkkêş têne bikaranîn. Li pişt vê meseleyê dewleta tirkheye. Ev eşkere ye. Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê jî bi her awayî eşkere bû. Endamê MÎT’ê lê mikur hatin. Gelek belge eşkere bûn. Qeyda deng a Omer Guney eşkere bû ku nîşan dida çend caran çûye Enqereyê û hatiye. Gelek belgeyên şênber eşkere bûn. Ev hemû pêşkêşî dewleta Fransayê hatin kirin. Eşkere bû. Komkujiya 9’ê Çileyê eşkere bû. Eşkere bû ku ev komkujî bi fermana Erdogan ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin. Lê belê Fransayê çi kir? Eşkere nake.

Divê Fransa komkujiya 9’ê Çileyê jî ronî bike. Ya rast komkujî ji xwe ronî bûye, komkujiyeke aşkera ye. Ya ku komkujî kiriye dewleta tirk e. Bi fermana Erdogan ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin. Ya ku divê Fransa bike çi ye? Aşkerakirin e. Aşkerakirina rastiyê ye. Avakirina zemîna hesabpirsîna ji dewleta tirk e. Darizandina dewleta tirk û Erdogan e. Darizandina MÎT’ê ye. Darizandina hevkarên MÎT’ê yên li Fransayê ne. Darizandin û hesabpirsîna ji wan e. Ya ku divê Fransa bike ev e.

Komkujiya 23’ê kanûnê jî bi vî rengî ye, aşkera ye. Kurdan ji roja destpêkê ve gotin ku berpirsyar dewleta tirk e. Ji ber ku pê zanin. Têkoşîn, danhevî, tecrûbe, hişmendî, pratîkeke ji 50 salî heye. Yekî din çima êrîşî wan bike? Ma dibe ku nijadperestekî Fransî rabe tenê êrîşî Kurdan bike ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin, DAIŞ têk birin û mirovahî ji belayê DAIŞ’ê rizgar kirin? Ev tiştekî aqilane ye? Li Fransayê ewqas mirovên ji gelên cuda, penaber hene. Ji nava wan wê rabe pêşengên tevgera gelê kurd bibîne û êrîş bike! Ev hedefeke ji rêzê nîne. Hevala Evîn endama Konseya Rêveber a KCK’ê ye. Rêvebera asta bilind a tevgera jinan e. Yek ji hevalên herî kevn e ku sala 1988’an tev li nava vê tevgerê bûye. Di nava tevgerê de gelek keda xwe heye. Li çar parçeyên Kurdistanê xebitî ye, kedeke mezin daye, berdêle mezin daye, emrê xwe daye vê têkoşînê. Hevrê, hevaleke me ya bi vî rengî ye. Di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de li Rojava jî xwedî kedeke mezin e. Tecrûbeyên di nava tevgerê de wergirtî bi hêzên YBŞ û YPG’ê re parve kir, di perwerdekirina wan de tevkariyeke cidî kir, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de tevkariyeke mezin kir, tevkariyên cidî li Şoreşa Rojava kir, kedeke xwe ya mezin heye. Çû êrîşî hevala Evîn Goyî kir. Hevalên din ji ber ku bi wê hevalê re bûn, ji ber ku nêzî wê hevalê bûn hatin şehîdxistin.

Di şexsê hevala Evîn, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil de şehîdên şoreşê hemûyan bi bîr tînim. Bi rastî jî hemûyan kedeke mezin dan vê têkoşînê. Li navenda Parîsê ji aliyê dewleta tirk ve hatin kuştin. Neçar e ku hesabê vê bide. Fransa jî, dewleta tirk jî neçar in hesabê vê bidin. Gelê me wê hesabê vê bipirse. Em ê hesabê vê bipirsin. Ev yek wê ji dewleta tirk re nemîne.”

Têkiliya dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re aşkera ye

Besê Hozat destnîşan kir ku Fransa divê vê komkujiyê bi lez ronî bike, eşkere bike û got, “Divê dewleta tirk bê darizandin. Dewleteke qirker e. Dewleteke kujer e. Li her devera cîhanê terorê belav dike. Bi salan hevkarî bi DAIŞ’ê re kir. Teqînên ku DAIŞ’ê li Ewropayê kir teqez hemû bi hevkariya MÎT’ê kir. MÎT’ê organîze kir. Li pişt wan dewleta tirk heye. Beriya niha li Fransayê teqîn çêbûn. Li welatên cuda yên Ewropayê teqîn çêbûn. Ev hemû ji aliyê MÎT’ê ve hatin birêxistinkirin. Ji aliyê dewleta tirk ve hatin birêxistinkirin. DAIŞ û dewleta tirk tifaqê bi hev re dikin. Tifaqa wan jî stratejîk e, hêzeke hevalbendên hev e. Bi salan e bi hev re dixebitin. Li dijî kurdan şerê qirkirinê dimeşînin. Li dijî gelên herêmê, li hemberî mirovahiyê komkujiyan dikin, êrîşan dikin. Têkiliya dewleta tirka bi DAIŞ’ê re li pêş çavan e. Dewleta tirk li gelek deveran DAIŞ’ê weke tetîkkêş bi kar tîne. Ji bo dewletên Ewropayê bikişîne ser xeta xwe û polîtîkayên xwe bi cih bîne, DAIŞ’ê li dijî Ewropayê bi kar tîne. Bi rêya DAIŞ’ê terorê li Ewropayê dike. Dewleta tirk niha jî bi rêya çeteyan, bi rêya DAIŞ’ê şer derbasî Ewropayê kiriye.

Gelo êrîşa li Fransayê ne li dijî gelê Fransayê ye? Di heman demê de êrîş li dijî gelê Fransayê ye, li dijî mirovahiyê ye. Li hemberî civaka Ewropayê, nirxên wan e. Gelê me ji roja destpêkê ve nerazîbûneke bêhempa nîşan da. Bi rastî jî nerazîbûn û helwesteke gelekî xurt nîşan da. Ez vê sekna esîl û bi rûmet a gelê me silav dikim. Heta ku ev komkujî bê ronîkirin, heta ku komkujiya 9’ê çileyê bê ronîkirin, heta ku dewleta tirk bê darizandin û hesab bide, divê ev berxwedan dewam bike.”

Biryarbûna encamê bi xwe re tîne

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat destnîşan kir ku mesele niha li nava çapemenî û raya giştî ya cîhanê de tê nîqaşkirin û got, “Komkujiya Parîsê tê nîqaşkirin. Nerazîbûnên cidî derketin holê. Ji rayedarên Fransayê nerazîbûnên girîng hatin nîşandan. Helwest, daxuyanî hebûn û ev hemû bi saya berxwedana gelê me çêbûn. Aşkera ye. Me dît ku eger em berxwedêriya xwe hîn bi xurtî bimeşînin, em ê teqez encamê bi dest bixin. Em ê hesab ji dewleta tirk bipirsin. Em ê rewşeke welê biafirînin ku dewleta tirk bê darizandin. Fransa jî neçar bimîne ku rastiyan aşkera bike.

Komkujiya Parîsê ya 23’ê kanûnê dewama komkujiya 9’ê çileyê ye. Ya rast dewam û parçeyek ji êrîşên qirkirinê yên li ser kurdan e. Hîmê van êrîşan ê li Ewropayê ye. Dewleta tirk êrîşên qirkirinê derbasî derveyî çar parçeyên Kurdistanê jî kiriye. Li ku derê kurd hebe, êrîş li wir belav kir. Li her derê hewl dide kurdan qetil bike, kuştina pêşengên kurdan ji bo xwe weke mafekî dibîne û hewl dide ku vê yekê bi cîhanê bide qebûlkirin. Ji ber vê yekê li her derê komkujiyan dike. Hewl dide Ewropayê bikişîne ser xeta xwe.”

Besê Hozat got, “Em ketin meha çileyê. Bi vê wesîleyê di şexsê hevala Sara, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de şehîdên şoreşê û azadiyê hemûyan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Em ê hesreta van hevrêyan teqez pêk bînin. Em ê vê têkoşînê bi ser bixînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar