Ji bo endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê kurd Abdurrahman Kizil ên li Parîsê hatin qetilkirin, merasîma oxirkirinê hat lidarxistin. Bi hezaran Kurdistanî û dostên xwe beşdarî merasîmê bûn û li Vîllers-le-Belle ya Parîsê marasîmê pêk anîn.
Cenazeyên ku ji Saziya Tip a Edlî ya Parîsê hatin wergirtin, bi konvoyê ber bi qada Palace de Villiers Platzê ve hatin şandin ku merasîm lê hat lidarxistin. Nûnerên gelek saziyên kurdan, bi dehan siyasetmedarên kurd, bi dehan hunermendên kurd li eywana merasîmê amade bûn. Her wiha kesayetên fransî jî li eywanê amade bûn.
Li gel wêneyên Rêberê PKK’e Abdullah Ocalan, alên PKK-PAJK, KJK-KCK, TJK-E-KCDK-E, TJK-F-CDK-F, TEV-ÇAND û çeleng li ewyana merasîmê hatin danîn.
Jinan darbesta Evîn Goyî ji wesayîtê hilda, hunermendan jî darbesta Mîr Perwer ji wesayîtê hildan ser milan û birin eywanê. Darbestên bi alên kesk, sor û zer xemilandî li ser dika eywanê hatin rêzkirin û kulîlk danîn ser darbestan. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Eywan tije bû û li derve bi hezaran kurd û dostên xwe li benda qedandina merasîmê sekinînin. Girseyê bênavber dirûşmên wek, “Şehîd namirin”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Di merasîmê de ewilî Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Xanê Akdogan axivî û destnîşan kir ku ew ê li ber serê xwe li ber rejîmên faşîst netewînin û ew li ser felsefeya dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ ku Evîn û hevrêyên xwe afirandin dimeşin. Akdogan got ew ê dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bînin û wê hesab ji kujeran bixwazin.
Hevserokê CDK-F’ê Abdullah Ulmez jî banga “mezinkirina têkoşînê” kir û ji bo qetlîam ronî bibe dê têbikoşin. Ulmez got divê Fransa demildest komkujiyê ronî bike.
Şaredara Sarcellesê M. Patrick Haddad jî da zanîn ku ew bi kurdan re di nava hevgirtinê de ne û êşa kurdan êşa wan e.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî axivî û îşaretî Komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de qewimî bû û wiha got: “Rêber Apo dema komkujiyê bihîstibû, gotibû ‘Em ê tola wan ji faşîzmê bistînin’. Ev faşizmek wisa mezin e ku em tenê dikarin bi berxwedan û tolhildanê heyfa wan bistînin. Dewleta tirk hemû polîtîkayên xwe yên qirker û qetlîmaker li dijî kurdan xistiye dewrê. Ji bo tunekirina gelê kurd hemû derfetên xwe sistine dewrê û seferber kirine. Lê belê berxwedana gelê me van êrişan hemû pûç kir.
Em bang li birêz Macron û rayedarên Fransayê dikin ku komkujiyê ronî bikin. Beriya niha jî bi 10 salan pêşengên têkoşîna me ya azadiyê li vî welatî li heman bajarî hatibûn qetilkirin. Çima jinên kurd li Fransayê dibin armanca êrişan? Em soz didin şehîdên xwe; em ê têkoşîna azadiya Kurdistan û azadiya jinan berfirehtir bikin. Em ê van bûyerên tarî ronî bikin. Wê sala 2023’yan bibe sala têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê. Serkeftin wê ya gelê kurd be.”
Malbatên qurbaniyan jî axivîn û gotin: “Her çiqas me qetil bikin jî lê em ê zêde bibin û em ê serê xwe netewînin. Bila serê kurd û dostên wan sax be. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin. Ev meş meşa rûmetê ye. Bi salane em li dijî van êrişan li ber xwe didin. Şehîdên me nemirin.”
Endama Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) Besîme Konca jî banga ronîkirina komkujiyê kir û got: “”Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Jiyan Tolhildan, Evîn Goyî, Hevrîn Xelef, Garîbe Gezer, Nagihan Akersel, Denîz Poyraz û Jîna Emînî nemirin… Em dijminê ku van hevrêyên me qetil kirine baş nas dikin. Em carek din soz didin ku em ê hesab ji kujeran bipirsin. Em ê tifaqa ‘Jin jiyan azadî’ li dinyayê berbelavtir bikin.”
Li ser navê TEV-ÇAND’ê hunermend Xelîl Xemgîn jî axivî û nerazîbûna xwe nîşanî rayedarên Fransayê û Ewropayê da ku kurd û pêşengên kurdan naparêzin û komkujiyan ronî nakin. Xemgîn destnîşan kir ku ew ê layîqî têkoşîn û keda cangoriyên xwe bimînin û got: “Em dipirsin û em ê bipirsin, çima dinya çima rayedar dengê xwe ji dijminên kurdan re nakin? Ma qey kes tine bêje kurd netewek qedîm e û li ber van kujeran û dijminan rabin. Li çar aliyên Kurdistanê û li naverastên bajarên Ewropayê kurd dibin armanca êrişên dijmin. Em ê her li şehîdên xwe xwedî derkevin.”
Bi du axaftinan re li dengê Evîn Goyî ku berê derbarê cangoriyên Kurdistanê de axivîbû, hat guhdarkirin.
Piştre bi hezaran kes bi dorê xatir ji cangoriyên xwe xwestin û kulîlk danîn ser daerbestên wan.
Cenazeyê Emîne Kara dê bişînin Mexmûrê, cenazeyê hunermend Mîr Perwer dê bişînin Mûşê û cenazeyê Abdurrahman Kizil jî bişînin Qersê. Cenaze dê li van bajaran bi girseyî werin veşartin.