PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Ambargoya Şamê dibe sedema mirinê

Hikûmeta Şamê 3 meh in sotemenî, malzemeyên tibbî û xurek li ser Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê qedexe kiriye. Ji ber ambargoyê zarokekî jiyana xwe ji dest da. Navber ji xwendinê re hat dayin, xizmet kêm bû

Herêma Şehbayê ku Efrîniyên koçberbûyî lê dimînin, li gel êrîşên artêşa tirk û çeteyên wê her wiha di bin ambargoya giran a hikûmeta Şamê de ye. Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê jî di bin heman ambargoyê de ne.

Hevserokê Kantona Efrînê Mihemed Neso û endama Koordînasyonan Kongra Star a Helebê Roşîn Mûsa li ser rewşa dawî ya li van herêman ji ANF’ê re axivîn.

Herêma Şehbayê ku nêzî 25 hezar malbat û zêdeyî 200 hezar nifûsa xwe heye, di heman demê de ji 5 kampên koçberan re jî malovaniyê dike. Li kampên Efrîn, Şehba, Veger, Serdem û Berxwedanê 2 hezar malbat hene. Bi hatina zivistanê re şert û mercên li kampan gelekî giran bûn.

Xwendekar bêperwerde dimînin

Herêma Şehbayê li gel koçberên Efrînê û şêniyên xwe yên resen, li gel qutbûna eleketrîkê ya ji ber bidawîbûna sotemeniyê, bi pirsgirêka germbûnê re jî rû bi rû ye. Dibistanên li herêmê neçar man navberê bidin xwendinê. Li herêma ku 70 dibistan lê ne navber ji perwerdeyê re hat dayin. 15 hezar xwendekar nikarin perwerdeyê bibînin, 950 mamoste jî nikarin pîşeyê xwe bikin.

Xizmeta tenduristiyê kêm bû

Li navçeyên Fafîn û Til Rifetê ku du nexweşxane hene, ji neçarî karên ji bo tenduristiyê kêm bûn. Ji ber kêmbûna sotemenî û malzemeyên tibbî, tenê mirovên bi nexweşiya giran û rîska jiyanî li ser wan hebe, têne dermankirin. Wekî din xizmeta tenduristiyê ji neçarî hate rawestandin.

Li herêmê 9 firin hene û heta niha 2 firinan ji neçarî karê xwe sekinandine. Li 7 firinan ku ji çêkirina nan a ji gelê herêmê berpirsyar e, bi derfetên kêm û kêmbûna ard, karê xwe bi zorê dewam dike. Ji ber astengiya li ser veguhastina ard û sotemeniyê ya ji bo herêmê, dibe ku her 7 firin jî nema karibin kar bikin.

Ne xema Rûsyayê ye

5 sal in hem êrîşên dewleta tirk hem jî ambargoya hikûmeta Şamê dewam dike. Hevserokê Meclisa Kantona Efrînê Mihemed Neso diyar kir ku ev êrîş û ambargo ji aliyê fîzîkî û derûnî ve bandoreke neyînî li xelkê Şehbayê dike û wiha got: “Êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê rojane dewam dikin. Planeke du alî tê meşandin ku dewleta tirk û hikûmeta Şamê pêk tînin. Rûsya bi herdu aliyan re tevdigere, berjewendiyên xelkê herêmê ne xema wan e.”

Derman nagihijin nexweşxaneyan

Mihemed Neso diyar kir ku ji roja xelkê koçî herêma Şehbayê kiriye û vir ve di nava şert û mercên gelekî giran de ye û ev tişt got:”Mijara niha herî girîng ew e ku ji bo nexweşxaneyên me derman bi dest nakevin. Li navendên me yên tibbî derman bi temamî qediyan. Nexweşxane êdî nikarin nexweşan derman bikin. Sotemenî û derman nîne. Cîhazên hilmstandinê bêyî elektrîkê naxebitin. Derman ji bo karibin bêne hilanîn jî divê germahiya qadê ji hev cuda be. Parastin û hilanîna dermanên bi nexweşan re jî pirsgirêkeke. Bêyî sotemeniyê nepêkane ku pêwîstiyên jiyanî bi cih bêne anîn. Em di demsala zivistanê de ne. Extiyar û zarok nexweş ketin. Ji bo dermankirina nexweşan jî nexweşxane nikarin karê xwe bikin. Her wiha nexweşên ku divê xwe bigihînin nexweşxaneyan ji ber wesayitên wan naxebitin nikarin xwe bigihînin nexweşxaneyan. Doktor di nava van şert û mercan de bêçare mane.”

Polîtîkaya koçberkirinê di dewrê de ye

Mihemed Neso anî ziman ku mafê perwerdeyê yê 15 hezar xwendekarî ji wan hatiye standin, gel bi birçîbûnê rû bi rû hatiye hiştin û wiha dwam kir, “Gefeke mezin li ser herêmê heye. Hikumeta Şamê polîtîkaya koçberkirinê xistiye dewrê. Ev kiryar tifaqeke navbera dewleta tirk û hikumeta Şamê ye. Dewleta tirk hewl dide ji aliyê leşkerî ve tune bike, hikumeta Şamê jî bi birçîhiştinê hewl dide çavên gel bitirsîne. Lewma dixwazin derbê li Rêveberiya Xweser bikin û bêkêr bikin.”

Ambargo li ser herdu taxan jî hatiye danîn

Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê zêdeyî 250 hezar mirov dimînin. Li herdu taxan 8 firin hene lê belê ji ber ku sotemenî û ard nema ye, hejmara wan daketiye 4 firinan. Rojê tenê 3 saetan elektrîk ji herdu taxan re tê dayin. Zêdeyî 5 hezar xwendekar neçar man ku navberê bidin xwendinê. Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecr ji ber kêmbûna sotemenî û malzemeyên tibî neçar ma ku xizmeta xwe kêm bike.

Zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li taxa Şêx Meqsûdê ji ber nebûna sotemeniyê Wîsam Sîdo yê 4 salî ji ber sermayê di 2’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Wîsam Sîdo yê ji gundê Qeretebê yê Şerayê, piştî dagirkirina Efrînê koçî Şêx Meqsûdê kiribû.

Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Roşîn Mûsa diyar kir ku hikûmeta Şamê nahêle ard, şîrê zarokan, sotemenî, gaz û xurek bigihêje taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û ev tişt anî ziman: “Ji Helebê heta bi Şehbayê ambargo tê ferzkirin. Em bi mirinê têne tecrûbekirin. Hikûmeta Şamê gihîştiye asteke welê ku nahêle şîr ji bo zarokan derbasî herêmê bê kirin.”

Êrîşên dagirkeriyê dewam dikin

Roşîn Mûsa bi dewamî got, “Hikûmeta Şamê bi rêya çek, birçîhiştin û ambargoyê dixwaza kaosê çêbike, aramiyê têk bibe û jiyana hevpar a şêniyên Sûriyeyê bi rêbazên cuda ji holê rake. Dewleta tirk jî êrîşên dagirkeriyê dewam dike. Saziyên alîkariya mirovî yên navneteweyî jî vê yekê ji nedîtî ve tên. Ji bo pêvajoyeke hîn metirsîdar li ser gelên Sûriyeyê neyê ferzkirin divê hêzên navneteweyî pêkanînan ferz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar