Alîkariya Xezîneyê yê HDP’ê bi biryara DMê hat desteserkirin. Di demeke ku bi fermana desthilatdariyê li hemberî HDP’ê doza girtinê dewam dike de, rawestandina Hesabê Alîkariya Xezîneyê yê HDP’ê gelek balkêş e û mijara nîqaşên mezin e.
Dadgeha Destûra Bingehîn, di doza girtina HDP’ê de li ser serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind, daxwaza ‘rawestandina ji bo tedbîrê’ ya hesabên alîkariya Xezîneyê ya partiyê, rojekê zûtir nirxand.
Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza Serdozgeriyê ya Dadgeha Bilind qebûl kir û biryar da ku hesabên alîkariya Xezîneyê yên HDP’ê bi rengekî demkî bê blokekirin.