Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gelo tu rêya rizgariyê ji R.Erdogan re ma?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Hema ka em gotina dawî li pêşiyê bêjin: Tu rêyên rizgarbûnê ji dîktatorî û faşîzma Receb û Bahçelî re nema ne!

Ji ber ku hemû rêyên xapandinê jî û yên qirêj û xwînrijê jî dan meşandin. Kurt kurmancî, tu rêyên ji bo temenê birêvebirina desthilatiya xwe dirêj bikin, ji wan re nema ne!

Ka em şerd û mercên heyî hinek di ber çavan re derbas bikin.

Temenê desthilatiya partiya R.Erdogan AKP’ê, bîst sal derbas dibe. Nêviyê temenê xwe, bi tenê û bi karanîna hemû dek û dolabên xapandinê, bi giranî jî yên bi navê ola îslamî dan birêvebirin.

Di nêviyê temenê xwe de, jiber ku sermayeya wî ya oldarî, êdî têra xapandinê ne dikir, destê xwe dirêjî partiya D.Bahçelî MHP’ê kir.

Êdî herdu dîktatorên faşîst, li gel bikaranîna çeka berê ya olê islamî, çeka nijadperestî ya tirkîtiyê jî dan xebitandin. Hilbet vê carê, ji propaganda xapandinê pirtir, amûrê şidetî hat bikaranîn. An bi gotinek din a tam li bejna wan rûdinê; terorîzim dan meşandin.

Di encamê de mirov dakire bêje, êdî ti sînor di karanîna kotekiyê/şidetê-terorê de nas nekir in. Her wiha ne bi tenê di kuştinê an komkujiyê û qirkirînê de, belê bi vêna re, êdî di nenaskirina yasayan/qanûnan de, di binpêkirinaa mafê mîrovan de, di bêexlaqiyê de û hwd.di hemû qadê civakê de jî ti sînor nehiştin. Hemû sînor rakirin û hemû civak da ber terora xwe ya piralî û pirrengî.

Jixwe aşkere, li ber kamerayên televizyonan, van sînornenasiyên xwe vegotin. Ji R.Erdogan û D.Bahçelî despê bike, bi Soylu, Çavuşoglu, Bozdag dewam bike heta rayedarên din hemûyan, bi giştî him bi gotin him jî bi kirin, êdî terorîzm dan meşandin.

Dibe ku li goreyî vê bêexlaqiya wan, ev gotina gelîrî baştir li bejna wan were rûniştîn: “Kumê li serê xwe dan serê yên dijî xwe” û hîn jî didin!

Çaxê ku biryara girtina yekî standin, hema di cih de mohra “terorîstiyê” lêdixin û didin girtin. Di vî warî de jî, gotinek wan a ji bo çeteyên xwe dibêjin a navdar heye; “hûn biçin ‘…bikin’, em li pey we qanûnê sererast dikin”, û nuha ev gotina wan di meriyetê de ye, birêve diçe.

Bêguman, di armanca vê zihniyet û êrîşên wan de, mijara sereke û bingehîn, pûçkirin û şikandina doza gelê Kurdistanê û Tevgêra Azadiyê ye.

Lê weke li ber çavan aşkere diyar e; êdî doza gelê Kurdistanê û xebata Tevgêra Azadiyê, him li hundûr û him li derve gelek bi hêz û berfireh bûye. Hilbet ev jî, bandora desthilatiya Receb û Bahçelî lawaz dixe û temenê wê kurt dike.

Lewma, ew jî bi hemû hêza xwe û hevalbendên xwe yên navdewletî ve, êrîşî ser doz û Tevgêra Azadiye Kurdistanê dikin. Ne bi tenê êrîşî endamên Tevgêrê dikin, belê tara êrîşa xwe firehtir kirine; hemû civak û hemû dostên gelê Kurdistanê jî xistine ber armanca xwe.

Li welat, êdî bikaranîna çekên konvansiyonel têra wan nake, belê çekên kîmyewî û jahrî jî didin xebitandin. Her wiha armanca wan bi tenê  ne gerila ye, belê gel jî êdî armanc e.

Li derveyî welat, êrîşên xwe, ji berê zêdetir û berfirehtir dikin. Mînaka fişarê/guvaşê dibe ser Swêd û Finlandiya, ya ji bo ketina wan a NATOyê jî, parçeyek ê vê zihniyeta wan e. Şerd û mercên wan ew e ku; li gel xwe, wan jî bikin dujmînê doz û Tevgêra gelê Kurdistanê.

Her wiha êrîşa 2’yan a li Parisê jî, parçeyê heman zihniyetê ye. Di vê êrîşê de, welatparêzek, hunermendek û endamek a Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê hat şehîd kirin.

*  *  *

Li goreyî tê xuyakirin, êdî temenê vê desthilatiya R.Erdogan û D.Bahçelî temam bûye.

Jixwe divê neyê jibîrkirin ev projeya DYE bû û 20 salî li goreyî dilê(armancên) wan jî xebat kir. Lê wisa diyar dibe ku, êdî, li hinekên din digerin û dibe ku dîtibin jî, ji bo birevebirinê wê projeya xwe. Pêşbîni; Kilçdaroglu û hevalbenden wî hatibin peywirdar kirin.

Jiber ku ew çekên wan(ola misilmanî û nijadperestiya tirkî) êdî nema weke berê bikêr tên; barûda wan xelas bûye. Bêguman, bi giranî ji aliyê gel û Tevgêra Azadiya Kurdistanê ve bêkêr mane.

Hilbet, ji bo doz û Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê hilweşîne, hemû derfet ji wan re hatin pêşkêş kirin. Mînak a-Xiyaneta Kurdistanî Malbata Berzanî. Her cure destek û alîkarî hat dayîn; siyasî, leşkerî, aborî û hwd.

Mînak b-Deriyê hemû dewletên herêmê ji wan re hat in vekirin. Ji bo her cûre peywendiyan xurt bike. Bi taybetî di vê dema dawî de, li gel Siûdî Erebistan, Mîregtiyên Ereban, Urdun, Lubnan, Israil, Afganistan û hwd.zemîn hat xweş kirin.

Li gel ewqas alîkarî û destekên mezin, ev desthilatiya AKP-MHP’ê, nikaribûn li himbere têkoşîna gelê me û Tevgêra Azadiya Kurdistanê xwe ragirin, û ne dûrî wê aqûbeta desthilatiyên berî xwe ne. Û wisa diyar e, di vê hilbijartina giştî ya piştî çend heyvên din de, wê desthilatiya wan hilweşe.

Tê gotin ku R.Erdogan, desthilatiya xwe bernade û ji bo li ser piya bimîne, wê serî li her cure çekên zulmê bide û her cure bêexlaqîyê bike.

Jixwe dike û di karê xerab de ti teqsîriyê nake. Hinek dibêjin dibe ku biçe xwe bavê dexlê Putin û hwd. Lê ev jî ne çare ye.

Li goreyî şerd û mercên li ber çavane, tu rêyên rizgariyê ji R.T.Erdogan re nemaye. Ji ber ku heta qirika xwe ketiye nava gemarê, qirêjê û xwîina gel. Tu rêyên lêbuhurandinê jî, ji xwe re nehiştiye. Erê gelê Kurdistanê bi rahme, lê ewqas destê wî ketiye xwînê, êdî rêgeh û zemîn ji şuştin û lêborînê re nehiştiye.

Li cîhanê jî mînakên wisa bi vê zihniyetê meşiyane û temenê wan ewqas dirêj kişandîne, pir nînin.

Mînakên niha yên teze, Trump e û herî dawî jî li Brezilyayê Bolsonaro ye. Weke xuya ye her du jî bi serneketin.

Lê pêşbîniya xurt ew e ku dahatû û aqûbeta R.Erdogan, dibe weke ya Şahê Îranê, Seddam Husên, Omer El Beşîr, Milosevic û hwd.

Nûçeyên Têkildar