PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Kurd êdî pifî mast dikin!

Serokê DEVA’yê Alî Babacan çendê hanê di der heq xalên destûra bingehîn ya li ser hemwelatîbûn û perwerdeyê axivî. Bi mealen got divê hemwalatîbûn bi gorî tirkbûnê neye sazkirin. Her weha divê kurd jî xwedî mafbin da ku bikaribin bi zimanê xwe perwerde bibînin.

Ev rastiyek siyaseta Tirkiye ye. Belê, siyasetmedarên tirk bi taybet beriya hilbijartinan peyamên bi vî rengî didin. Kurd ne xerîbî van peyaman in.

Na! Şaş fam nekin! Dijberiya peyamên bi vî rengî nakim. Gotinên Alî Babacan rast in. Çi felaket hatine serê gelên Tirkiye û bakurê Kurdistanê em baş dizanin ku ji ber siyaseta red, înkar û asîmîlasyonê ye. Her du xalên ku Alî Babacan behs dike, bingeha siyaseta red, înkar û asîmîlasyonê ne. Ev her du xal bûne sedem ku ji damezrandina komarê heta niha bi sed hezaran însan jiyana xwe ji dest dane. Lê ya xerîb ev e! Êdî hinde felaket hatine serê kurda ku kesek bawerî bi tena serê xwe peyamên bi vî rengî nayne.

Bînin bîra xwe. Dema Erdogan di sala 2002’a de hate ser hukum, bi gorî partiyên din siyaseta herî lîberal û demokrat bi rêvebir. Ji dijberiya qirkirina Dersimê bigre heta xwedîlêderketina zimanê kurdî sedan peyamên balkêş da. Heta wê rojê peyamên herî ‘xurt’ ya Sileyman Demîrel bû. Gotibû, “Em rastiya kurd nasdikin.” De ka em heqê wî nexin, Mesûd Yilmaz jî gotibû, “Riya Yekîtiya Ewropayê ji Diyarbekir derbas dibe.” Erdogan vana hemûya borî. Ya rast, gavên gelek pêş jî avêtin. Niha bi navê TRT Kurdî telewîzyonek dewletê heye. Di hin zanîngehan de beşên kurdolojî hene û mamosteyên kurdî her çi qas nikaribin bibin mamoste jî, ji zanîngehên dewletê destûr digrin.

Lê heman Erdogan niha şerê herî mezin li dijî kurda dimeşîne. Ji sala 2015’a heta niha belku 20, belku 30 hezar kurd bi guleyên Erdogan hatin qetilkirin. Leşkerên Erdogan ji sala 2015’a heta 2021’a herî kêm 4750 car bi balafirên şer êrîş bir ser Başûrê Kurdistanê. Ew Erdogan di sala 2022’a de ji ser xwe re çû, tenê di salekê de herî kêm 4500 car bi balafirên şer êrîşî Başûrê Kurdistanê kir.

Niha em bawerî bînin TRT Kurdiya Erdogan an karanîna balafirên şer? Rastiya Erdogan kîjan e? (Ya rast, niha TRT Kurdiya wî jî wekî balafirên şer kar dike. Heta êvarê bi kurdî şerê kurda dike. Ferqa wan ji hev tune ye. Lê axir, bi kurdî ye. Qe nebe, bi zimanê kurda çêrî kurda dike. Neyse, bila ev li vê derê bimîne. Dû re em dikarin li ser wê jî biaxivin.)

Niha, qesta min ne ew e ku Alî Babacan jî ew ê heman tiştan bike. Lê ya rast ev e ku yê rengê siyasetmedaran nîşan dide desthilatdarî ye. Erdogan heta 2011’a jî ne desthilatdar bû. Kemalîstên damezrêner bêhna wî diçikandin. Ji sala 2011’a û pê ve her çû desthilatdariya xwe qaîm kir. Di van salan de lîberal û demokrat bû. Kengî desthilatdarî bi xurtî ket destê wî, faşîstek ji Hîtler xerabtir ji wî derket. Ev ezmon bû sedem ku kurd êdî pifî mast dikin û dû re dixwûn.

Tiştek din jî ev e. Divê em heq nexwûn. Yên van gotinan bi siyasetmedarên dewletî re didin gotin, têkoşîna kurda ye. Kurd bi berdêlek giran li hember kiryarên qirêj ya dewletê ber xwe dan. Ji warê ziman bigrin heta perwerdeyê, ji warê rêvebiriya xwecîhî bigrin heta niwêneriya li Meclîsê, di her warên dewletî de kurd hebûna xwe îspat kirin. Niha li hember hemû zilm û zorê ku li ser wan tê ceribandin, dîsa jî bûne kilîda sîstemê. Bila kesek li qisûrê nenêre, di rewşek usa de êdî bi tena serê xwe gotin nabin ciyê baweriyê. Ew ên ku bawerî bide kurda kiryar in.

Kesek nabêje, Alî Babacan û yên wek wî difikirin, bila herin Qendîlê bi PKK’yiyan re rûnin. Na xêr! Lê herî kêm divê li dijî zilmên li kurda tên kirin bi awayekî aşkere û rasteqîn rawestin. Divê ji têkîliyên bi niwênerên kurda re, netirsin. Yên van gotinan bikin û ji tirsa Erdogan nikaribin bi yek HDP’yî re wêneyek bidin, ciyê gumanê ye. Ew heqê kurda heye ku bi guman tevbigerin.

Nûçeyên Têkildar