Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

KCK: Divê Fransa nebe şirîkê van komkujiyan

KCK ji ber salvegera 10'an a komkujiya 9'ê Çileyê daxuyaniyek weşand û sê şoreşgerên jin ên kurd bi bîr anî. KCK'ê rexne li Fransayê kir ku komkujiyê dinixumîne û diyar kir ku bi vê helwestê re bingeh ji komkujiya Parîsê ya duyemîn re hat amadekirin

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: “Di salvegera 10’emîn a Komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan de ku weke Komkujiya Parîsê cihê xwe di dîroka gelê kurd de girt, di şexsê hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî de şehîdên meha Çileyê û şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi rêzdarî, hezkirin û bi minet bi bîr tînin. Di şexsê Şehîdên Parîsê de soza serketinê ku me dane şehîdên xwe, em dubare dikin.

Gelê me yê li Ewropayê ji 9’ê Çileya 2013’yan û vir ve bi berxwedana xwe ya bi heybet hesab ji komkujeran dipirse. Di Komkujiya Parîsê ya Duyemîn de jî sekneke têkoşîn û berxwedanê ya gelekî xurt û bi rûmet nîşan da. Di 7’ê Çileyê de ev berxwedan gihand asta herî bilind. Em vê sekna bi rûmet û esîl a gelê me bi rêzdarî, bi hezkirinê silav dikin û pîroz dikin. Gelê me bi berxwedan û têkoşîna xwe ya piralî wê bi rengekî herî xurt teqez rastiyan derxîne holê.

Komkujiya Parîsê nabe ku tu carî weke komkujî û êrîşeke ji rêzê bê nirxandin. Rêber Apo ev komkujî di şexsê hevala Sara de weke dewam û dubarebûna Komkujiya Dersimê nirxandibû. Dewleta tirk a qirker di herikîna dîrokê de li dijî gelê kurd her tim siyaseteke înkarê meşandiye û ev yek gihandiye asta qirkirina fîzîkî. Li hemberî vê siyaseta qirkirinê, dewletên cîhanê û hêzên navneteweyî ya bêdeng man yan jî piştgirî dan vê siyasetê. Ev nêzîkatiya dewletên cîhanê ya ji bo dewleta tirk a qirker, ji bo qirkirina kurdan hîn bêhtir teşwîq kir. Di encama vê siyaseta teşwîqkirinê ya dewletên cîhanê de bi taybetî dewletên Ewropayê, dewleta tirk a mêtinger qirker qad û çarçoveya komkujiyan bêhtir berfireh kir, heta li navendên Ewropayê jî belav kir. Dewleta tirk a qirker endametiya NATO’yê ji berê ve weke bingehek ji bo qirkirina kurdan bi kar tîne.

Bi zanebûn êrîşên jinên pêşeng dikin

Siyaseta qirkirina kurdan, kiryar û gotinên fermî yên dewleta tirk a qirker mêtinger ên 20 salên dawî ku di şexsê rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê de şênber bûye, bi gotina ‘Jin jî be zarok jî be em ê ya pêwîst bikin’ hat vegotin. Di encama vê yekê de çend salên dawî bi hezaran jin û zarokên kurd hatin kuştin. Ev siyaseta komkujiyê bi berfirehî dewam dike. Dewleta tirk a mêtinger qirker ku partiya me PKK’ê weke Partiya Jinan pênase dike, hîn bêhtir êrîş bir ser jinên kurd û pêşengên wan. Ji ber ku Rêber Apo gava ku PKK weke Tevgera Azadiyê ya Kurd ava kir, azadiya jinan kir bingeha azadiyê. Ev diyalektîk ne tenê li nava jinên kurd her wiha li nava hemû jinên cîhanê bû sedema kelecaneke mezin û xwedî lê derketin. Ev rastî sedema bingehîn e ku dewleta tirk a mêtinger bi taybetî êrîşî pêşengên jin dike.

Komkujiya duyemîn encama komkujiya yekemîn e

Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileya 2013’yan ji mînakên herî şênber ên vê siyaseta qirkirinê ye. Dewleta tirk a mêtinger qirker hebûna xwe spartiye tunebûna gelê kurd. Li hundir û derve hemû derfet û têkiliyên xwe ji bo vê siyaseta faşîst a qirker bi kar tîne. Astengiya herî mezin a li pêşiya vê siyaseta qirkirinê, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye, lewma li çiyê her cure çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gerîla bi kar tîne. Rêveberiya dewleta tirk a faşîst bi sûdwergirtina ji bêdengiya dewletên Ewropayê, hêzên global û her kesên li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê û şer bêdeng dimîne, êrîşên xwe yên qirkirinê gihandiye navendên Ewropayê. Li çiya, deşt û bajarên Kurdistanê nekarî berxwedana azadiyê bişikîne, lewma ji bo vê bêçaretiya xwe binixumîne, komkujiyên polîtîk ên qirêj dike. Komkujiya Parîsê ya Duyemîn jî ku di encama van polîtîkayan de hat kirin, bêguman bi destê MÎT a Tirk ve hatiye kirin ku veguheriye şebekeyeke sûc û kuştinê. Hin yekîneyên îstîxbaratê yên dewletên Ewropayê jî ya piştgiriyê didin komkujiyên vê şebekeya sûc an jî jê re bêdeng dimînin.

Rexneya li Fransayê

Nêzîkatiya dewleta Fransayê jî dûrî ji sekna dewleteke serbixwe û serwer e. Bi nixumandina Komkujiya Parîsê ya Yekemîn re, bi aşkeranekirina rastiya li dosyayê ji raya giştî re bingeh ji Komkujiya Parîsê ya Duyemîn re amade kir ku MÎT a Tirk pêk bîne. Eger dewleta Fransayê ji raya giştî re aşkera bikira ku failê komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan Erdogan, MÎT û hevkarên wan e û hesab bipirsiya, wê Komkujiya Parîsê ya Duyemîn pêk nehatibûya. Vî gelî li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê zêdeyî 10 hezar şehîd da û zêdeyî 20 hezar birîndarên xwe hene. Bêdengiya ji bo êrîşên li hemberî vê gelî û nixumandina van êrîşan tê wateya hevkariya ji siyaset û mejiyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP a qirker re ku dost û hevalbendê DAIŞ’ê ye. Her kes baş zane ku faşîzma AKP-MHP’ê bi êrîşa li ser jin û mirovên kurd ên di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bûn sembol û serbilindahiya mirovahiyê, hewl dide tola DAIŞ’ê hilîne.

Divê çalakiyên demokratîk dewam bikin

Eger dewleta Fransayê naxwaze bibe şirîkê êrîşên AKP-MHP-DAIŞ’ê, divê van herdu komkujiyên li nava sînorên wê hatin kirin tavilê ronî bike, rastiyan bi raya giştî re parve bike û berpirsyaran darizîne. Heta ku ev neyê kirin, Fransa wê li nava gelê kurd û mirovahiyê weke sûcdar bê dîtin û zemînê ji komkujiyên nû re amade bike. Ji ber vê yekê em bang li Fransayê dikin ku xwedî li nirxên mirovahiyê û nirxên demokratîk ên hevpar ên Ewropayê derkeve, van nirxan neke qurbanê berjewendiyên siyasî. Em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Ewropayê jî dikin ku pêşengiyê ji hêzên demokrasî û azadiyê re bikin, heta ku ev komkujî bêne ronîkirin çalakiyên xwe yên demokratîk dewam bikin.

Hevrê Sara li zindanên dewleta tirk a mêtinger qirker tuf li rûyê faşîzmê kir, bû sembola têkoşîna jinên kurd, berxwedana mirovahiyê û gel, bû sembola azadiyê. Îro jî jin û gelên ji bo azadiyê têdikoşin, sûdê ji têkoşîna hevrê Sara ya li zindanê, çiyê, siyasî û qada civakî werdigirin. Yên ku îro li ser xeta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têkoşîna azadiyê dimeşînin, li ser şopa hevrê Sara dimeşin.

Hevrêya me Rojbîn, di pêkhatina gotin û çalakiyên gelên me yên li Ewropayê de xwedî kedeke mezin bûn. Hevrêya me Ronahî bi enerjiya xwe ya ciwantiyê daxwaza berxwedanê dida jin û mêr ên ciwan. Bîranîna van hersê hevrêyên me yên hêja têkoşîna me ronî dike.

Di salvegera 10’emîn a şehadeta wan de em hevrêyên xwe Sara, Rojbîn û Ronahî careke din bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan bi ser bixînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar