Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Polîtîkaya şer û tecrîdê bi dawî bikin’

Parlamenterên HDP’ê diyar kirin ku zextên domdar ên AKP-MHP’ê rewşa tarî ya li Tirkiyeyê roj bi roj tarîtir dike

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi mebesta ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bikare bi parêzerên xwe re hevdîtinan bike dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakiya parlamenteran di roja 13’an de didome. Parlamenter Kemal Bulbul, Serpîl Kemalbay, Erdal Aydemîr, Mûrat Çepnî, Kemal Pekoz, Celadet Gaydali û Nûran Îmîr di roja 13’an Nobeta Edaletê de li Deriyê Dîkmenê yê Meclisê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dovîzên “Bila li Îmraliyê hiqûq bikeve meriyetê” û “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hatin hilgirtin.

Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser tecrîd û sepanên dijdemokratîk çalakiya xwe didomînin û wiha got: “Li pêşiya me hilbijartin heye. Yek ji krîtîktirîn hilbijartinên Tirkiyeyê ye. Lê rewşeke nediyar li pêşiya Tirkiyeyê ye. Rizîbûna heyî roj bi roj zêdetir dibe, cînayetên siyasî tên kirin û ev rizîbûn ji jor heta jêr li tevahiya dewletê belav bûye. Balkişandina ser vê rewşê girîng e. Yek ji sedemên bingehîn a rizîbûna heyî, nelirêtî, xizanî, bêedaletî, zext û tundiya heyî jî polîtîkaya şer û neçareserkirinê ya îktîdarê ye. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê ji bo ku desthilatdariya xwe bidomînin, rewşa tarî ya li Tirkiyeyê roj bi roj tarîtir dikin.”

Jin hedef tên girtin

Bi domdarî Kemalbay jinên ku hatine kuştin bi bîr anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro 9’ê Çileyê anku salvegera Komkujiya Parîsê ya ewil e. Di sala 2013’yan de li Parîsê 3 siyasetmedarên jin hatin kuştin. Di vê komkujiyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan. Gelek delîl derketin holê ku tiliya MÎT’ê di vê komkujiyê de heye. Lê belê dewleta Fransayê ev dosya girt û li Tirkiyeyê jî derheqê vê dosyayê de tu lêpirsîn nehatin kirin. Her wiha di 5’ê çileya sala 2016’an de siyasetmedarên jin ên kurd Sevê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li Silopiyayê hatin kuştin. Sedema van komkujiyan jî îktîdarên siyasî ne ku siyasetmedarên jin û tevgerê siyasî yên kurd weke dijmin dibînin. Ev komkujî ji bo çavtirsandinê tên kirin û ji ewil jî jin hedef tên girtin. Bi vê yekê re dixwazin rola jinan a di veguherandina siyasetê de tune bikin. Her wiha nîşaneya tirsa wan e.”

Tecrîdê bi dawî bikin

Kemalbay, axaftina xwe wiha qedand: “Hem li cîhanê û hem jî li Kurdistanê jin dibin parçeyeke guherînê. Têkoşîna ku li Îranê bi Jîna Emînî dest pê kir û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ îro li tevahiya cîhanê belav bûye. Êdî ev dirûşm ne tenê dirûşma azadiyê ya kurdan e bû dirûşma azadî û edaletê ya hemû jinan. Ev jî nîşan dide bê ka têkoşîna jinan çiqas gerdûnî bûye.

Em îro li vê derê ne. Ji ber ku di bingeha hemû polîtîkayan de polîtîkayên şer û mêtingeriyê hene. Hem pergala kapîtalîst û hem jî ya emperyal dixwaze daxwazên gelan ên wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê bitepisîne, bêdeng û tecrîd bike. Yên ku di sala 2013’yan di dema pêvajoya aştiyê de 3 siyasetmedarên jin kuştin, ji bo ku daxwazên hêzên demokrasiyê bêdeng bikin van êrîşan organîze kirin. Dê bi van êrîşan nekarin bi me paşve gav bidin avêtin. Ji bo ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, bi Abdullah Ocalan re muzakereyên aştiyê bên destpêkirin û gavên pêwîst werin avêtin, em ê têkoşîna xwe bidomînin û piştevaniya xwe bidomînin. Yek ji girîngtirîn parçeyên vê piştevaniyê jî jin in. Têkoşîna jinan rêya me ronî dike. Bila tecrîd û polîtîkayên şer bi dawî bikin û aştiyê pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar