Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Av a belaş û ya bi pere

VASKÎ'yê 30 hezar mirovên ji Wanê da îcrayê ji ber ku nekarîn deynê avê bidin. Lê aşkere bû ku 12 milyon deynê Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî (MEM) û 7 milyon deynê avê yê Midûriyeta Emniyetê jê birî ye.

Xelkê Wanê ku di nava pirsgirêkên aboriyê de ye, vê carê jî ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) ve hate mexdûrkirin. VASKÎ ku ser bi Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve ye û şaredarî jî ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, derdora 30 hezar aboneyên ku sala 2021’ê nekarîn deynê xwe yê avê bidin, da îcrayê. Parêzerên ku karê îcrayê dimeşînin jî endamên meclîsa şaredariyê yên AKP’î û rêveberên AKP’ê yên Wanê ne. Midûrê Giştî yê VASKÎ Cem Ulker Kaplan got: “Eger aboneyek li gel hişyariyan çar-pênc salan fatûreya xwe ya avê neda be, ji bo carekê em avê li ser dibirin. Di nava 272 hezar aboneyan me av li ser heft hezar aboneyan birî ye.”

Bi biryara meclîsa di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate avakirin, VASKÎ biryara îcrayê ji 30 hezar kesî re şand. Kesên ku deynê wan di ser hezar TL’yî re ye, dan îcrayê. Her wiha av li ser wan hate birîn. Li ser vê yekê mexdûran serî li dadgeriyê dan. Lê belê VASKÎ tevî nerazîbûnan jî av li ser xelkê birî.

VASKÎ ku li hemberî xelkê helwesteke tund di mijara avê de nîşan dide, heman helwestê ji saziyên dewletê re nîşan nade. VASKÎ ku ava ji çiyayên Wanê diherike bi pere difiroşe gel, deynê saziyên dewletê jî bi rengekî nelirê jê dibe. Dema ku şêniyên herêmê dixwazin ku deynê wan ê avê bê jêbirin, VASKÎ ji wan re dibêje, “Ev yek tenê bi biryara Desteya Wezîran dibe, em nikarin bikin.”

Ava gel birîn

Li gorî agahiyan, Midûriyeta Perwerdeyê ya Milî ya li Wanê bi 12 milyon TL’yî, Midûriyeta Emniyetê ya Wanê jî bi 7 milyon TL’yî ji ber avê deyndar in. Midûrê VASKÎ Cem Ulker Kaplan ku ji ber deynê avê şêniyên herêmê da îcreayê, deynê avê yê Midûriyeta Emniyetê ya Milî (MEM) û Midûriyeta Emniyetê jê bir. VASKÎ qîma xwe bi vê jî neanî û avê belaş dide wesayitên TOMA.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar