Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li dijî Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hat girtin. 3’yemîn danişîna doza Fîncanci li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hunermend, siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan jî di danişînê de amade bûn. Ji ber ku eywana danişînê biçûk bû, gelek kes li ber derî û korîdorê man.
Di danişînê de parêzerê Wezareta Parastinê ya Neteweweyî mafê axaftinê hilgirt û xwest tev li dozê bibe. Lê dadgehê ev daxwaza cara sêyemîn red kir. Dozgeriyê mutalaaya xwe dîsa dubare kir. Piştre jî serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî û wiha bal kişand ser mafê darizandina adilane: “Hûn daxwaza me ya ji bo guherandina eywana danişînê biisrar red dikin. Lê sedemekî şênber nîşan nadin. Parastinê bi sê parêzeran bisînor dihêlin. Gelo hûn dixwazin vê dosyayê tavilê bi dawî bikin? Gelo ma hûn di çarçoveya xebatên rêxistinê de biryarê didin? Îdianame, îdianameya propagandaya rêxistinê ye. Divê hûn şert û mercên fîzîkî yên vê danişînê bi cih bînin. Divê tavilê eywaneke guncav bê dîtin û bisînorkirina hejmara parêzeran were rakirin.”
‘Mafê parastinê’
Mîna di her du danişînên din de, parêzeran dîsa gotin ku di rewşa heyî de darizandineke adilane çênebe û xwestin ku danişîn li eywaneke din a mezintir bê lidarxistin. Parêzeran destnîşan kir ku darizandin bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê kirin û nabe ku bi sê parêzeran were bisînorkirin. Parêzeran destnîşan kir ku mafê darizandina adilane tê binpêkirin. Ji parêzeran Ozkan Yucel ev tişt anî ziman: “Hûn nikarin hiqûqê li gorî daxwaza bi kar bînin. Pêşiya Edliyeya Çaglayanê teslîm hatiye girtin. Ev tirs çi ye? Mixabin di biryarên we de em hiqûqê nabînin. Hûn mafê me yê parastinê asteng dikin.”
Piştre jî Fîncanci mafê axaftinê girt û ji ber piştevaniya heyî spas kir. Fîncanci, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Bo min tiştekî pir bi nirxe ku şahidiya vê piştevaniyê dikim. Biryar çi dibe bila bibe, hesta ku me tîne ba hev, zanebûniya hemwelatiyê û hebûna kolektîf girîng e. TTB 70 sal berê tam ji ber vê armancê û bi mîsogeriya destûra bingehîn hat damezirandin. Em ê bi qanûnê 70’emîn salvegera damezirandina wê pîroz bikin. Rewşa tirsê ya ku dixwazin bi vê dozê ava bikin, tê wateya qedexekirina xweîfadekirin, hizr û zanistê. Lê bêhude ye. Feydeyê tirsê ji bo ecelî nîne! Rêxistina me TTB ye! Heke kesek êdî nekare peyva çekên kîmyewî bi kar bîne, ev nîşaneya vê rewşa tirsê ye.”
‘Sûcê me çi ye gelo?’
Fîncanci, pirsa “Gelo sûcê me çi bû?” kir û wiha domand: “Ji ber ku me got bila her kes xizmeta tenduristiyê bi zimanê xwe bibîne û ev xizmet ji bo her kesî wekhev be. Ji ber ku me got hûn nikarin bi muayeneya çar-pênc deqeyan nikarin xwe bigihînin tenduristiyê. Ji ber ku me got bila mirov nemirin. Ji ber ku em li dijî vê projeya ku di tenduristiyê de rê li ber tundî û tenduristiya bêwesf vedike derketin. Ji ber ku em li dijî krîza ekolojîk derketin. Min ji bîr nekir, ji bo parastina wê masiya sor a li Îkîzdereyê hatiye kuştin ez li welêt mam. Ji ber ku di pêvajoya pandemiyê de aborî û siyaset kete pêşiya mafê tenduristiya gel lewma em îro bûne hedef. Ji ber ku em li dijî rektorên qeyûm derketin. Ji ber ku me got li welatekî demokrasî û edalet lê nebe li wî welatî tenduristî jî nabe lewma em bûn hedef.”
‘Kî van cînayetan dike?’
Di berdewamê de Fîncanci got ku ji bo wan li rêxistinekê tê gerîn û wiha got: “Lê rêxistina me TTB ye. Ji her 5 kesan 4 jê dibêjin ku mirov ji ber fikrên xwe tên girtin. Di mijara nelirêtiyê de welatê me di nava welatên Yekitiya Ewropayê (YE) de di rêzên ewil de ye. Yek ji welatên herî zêde nelirêtî lê tê kirin welatê me ye. Dibêjin ku di darazê de nelirêtî tê kirin. Bawerim ev hizra wan niha we jî aciz dike. 8 roj piştre dê bi ser kuştina rêhevalê min Hrant Dînk re 16 sal derbas bibin. Min nekarî careke din biçim serdana Mînareya Çarling a ku hevalê min ê hêja Tahir Elçî lê hatiye kuştin. Lê wezîrê hatiye tayînkirin dibêje cînayetên siyasî tune ne. Baş e van cînayetên siyasî kî dike?
Yên ku van rewşan lêkolîn dikin tên girtin. Ji ber ku li vî welatî me weke xayîn didin naskirin. Ez nikarim çarenûsa vî welatî teslîmî destên hinek kesan bikim. Bila qet neyê jibîrkirin ku ew jî li van dadgehan hatin darizandin. Ya ku em li dijî wê disekinin ev e. Bila xerabî negihije tu kesî.” Fîncanci parastina xwe bi helbesta helbestvanê fransî René Char bi dawî kir.
Kesên li eywanê ji bo parastina Fîncanci çepik lê dan.