Duh li salona werzîşê ya Ranyayê çalakiya hunerî bi dirûşma “Hest û sozek ji bo hezkirina ciwaniya rengan” hat vekirin.
Di pêşangehê de nêzî 140 tabloyên mamosteyên hunerê hatin pêşkêşkirin. Rêjne Hamid ku di çalakiya hunerî de cihê xwe digre, diyar kir ku weke serpereştiya hunerê her sal pêşangehan vedikin û wiha got: “Gelek mamosteyên bi ezmûn beşdarî pêşangehê dibin û bi fikir û dîtinên xwe dewlemend dikin.”
‘Bi tabloyên xwe em peyama xwe didin’
Mamosteya şêwekarî Çiro Azad da zanîn ku her sal beşdarî pêşangeha mamosteyên hunerî dibe û îsal bi tabloya xwe ya bi navê “Semaya Musîkî” ku ciwaniya jinan pênase dike beşdar bûye wiha got: “Em weke hunermend û şêwekarên jin, dikaribûn bi tabloyên xwe peyama bi deng bidin. Bi riya rengan me peyam kiriye tablo, ji bo wê ew êşên mê yên ku hene em nîşan bidin. Ez bi xwe dema ku derûniya min ne bi aram be, bi riya rengan van êşan xêz dikim ser tabloyê. Ez dixwazim nîşan bidim ku jin gelek bi hêz in dikarin kar bikin, ji ber wê ez dikarim her dem karên xweştir bikim û hîn zêdetir bi pêş bikevim.”