Li Dêrsimê di 10 salên dawî de 6 bendav û projeyeke Santrala Hîdroelektîrkê (HES) hatine temamkirin. Xwezaya bajêr her roj bi projeyên rantê pêşkêşî şîrketên madenan tê kirin. Serokê Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Mûnzûrê Haydar Çetînkaya têkildarî rûxandina li bajêr axivî.
Polîtîkayên dewleta tirk
Çetînkaya bibîr xist ku dewlet van projeyan çêdike. Çetînkaya da zanîn ku li gorî texmîna wî hejmara projeyan 27 e û got: “Bendava Ûzûn Çayirê, Bendava Kebanê ku di sala 1975’an de hatiye çêkirin û tevî van li Geliyê Periyê zêdetirî 7 santralên hîdroelektrîkê hatin çêkirin. Ji van projeyên ên herî talûke, projeyên madenvaniyê ne. Projeyên madenvaniyê yên herî biçûk jî, qadeke bi sedan hektarî dihewîne. Ev proje, bi şirîkantiya şîrketên mezin û dewletê tên çêkirin. Çiyayê Mûnzûrê, Pilemûriye, Çiyayê Helê û Zozana Karagozê ji bo ekosîstemê cihên herî girîng in. Projeyên ku dê li van deveran bên çêkirin, dê erdnîgariyê qir bikin. Hema bibêje her roj projeyeke nû li van projeyan tê zêdekirin ku dê bandorê li nêzî 80 gundî bikin.”
Projeyên talanê
Çetînkaya anî ziman ku ji bo projeyeke madenvaniyê ya nû li gundê Buyukçeşme yê Pilemûriyeyê bê çêkirin serlêdan hatiye kirin û ev proje qadema mezin dihewîne. Çetînkaya axaftina xwe wiha domand: “Bi qasî ku me tespît kiriye ev proje dê li qadeke 100 hezar hektarî bê çêkirin Çiyayê Mûnzûrê jî di nav de gava Erzingan û herêma Mercanê jî bê hesibandin, ev dibe 200 hezar hektar. Cihê ku dê proje lê bê çêkirin, teqabulî ji sedî 25’ê erdnîgariya Dêrsimê dike. Li erdnîgariya Dersimê çêkirina van kanên madenan dê bibibe cihê texrîbateke mezin. Darên berûyê yên herî gur ên herêmê li vê qadê ne. Bi hezaran ajal li vir in. Tevahiya herêma di navbera Xozat, Çemişgezeg, navenda Dêrsimê û Pulurê, pêşkêşî bi dehamn şîrketên madenan hatine kirin. Qadên hatine pêşkêşkirin, devera Çiyayê Mûnzûrê, ber bi îstiqameta Erzingan-Erziromê û hemû çiyayên ber bi Tercanê ve dihewîninç Ji Egînê dest pê dike, tevahiya sînorên Erzingan û Dêrsimê dihewîne. Li ser vê rêzeçiyayê bi dehan proje hene. Her projeyeke HES’ê ku li vir bê çêkirin, darbeyeke li xwezayê ye.”
Çetînkaya diyar kir ku li bajêr kanên kromê jî hene û got ku dibe ku ev proje ji nişka ve bên çêkirin. Çetînkaya destnîşan kir ku heke ev proje bên çêkirin dê Dêrsim perîşan bibe.
Têkoşîna gel ya ji bo xwezayê
Çetînkaya di dawiya axaftina xwe de bibîr xist ku di 20 salên dawî de projeyên bendav û HES’an li her derî belav bûne û got: “Projeyên ku tê payin bên çêkirin, hin jê bi têkoşîna gel û biryarên dadgehê hatin sekinandin. Gelê Dêrsimê li dijî HES û projeyên bendavan têdikoşe. Gelek projeyên bendavan hatin betalkirin. Ev têkoşîn, destkeftiya candarên li xwezayê ye.”