Dadgeha Temyîzê ya Terablusê ya Lîbyayê lihevhatina ku mafî dide dewleta tirk ku li ser sînorê Lîbyayê li petrol û gazê bigire, rawestand.
Çavkaniyekî dadwerî ji malpereke lîbyayî re sedemên vê biryarê spartin van xalan; parlamento bawerî ji hikumeta ku ev lihevkirin îmze kiriye, kişandiye, ev hikumet demkî û xwedî mafên sînordar in.
Heman çavkanî got: “Kongreya Nîştimanî bi biryara 44ʹan a sala 2013ʹan de maf nade tu hikumekê ku bêyî destûra desthilata qanûnsaz mîna van lihevkirinan îmze bike. Lê lihevkirina ku hatî îmzekirin destûrê dide Hikumeta Wehda ku ji bo aliyên derve vekolandinan bike. Ev kar jî ne yê wê ye, lê li gorî qanûnên xwecih ên heyî, biryarên bi vî rengî karê Saziya Nîştimanî ya Petrolê ye.”
Destpêka cotmeha 2022ʹyan, hikumeta El Debîbe peymanên nû bi dewleta tirk ya dagirker re îmze kirin. Ev peyman maf dide şirîketên Tirkiyeyê ku li deryaya Lîbyayê li petrol û gazê bigerin.
Ji ber van peymanan parçebûn û nakokiyên di navbera hêzên aktîv de zêdetir bûn. Heman demê Yewnanistan û Misirê jî nerazîbûn nîşan da.
Îmzekirina peymana nû, piştî 3 salan di ser peymanên di navera hikumeta Wîfaq a berê ya bi serokatiya Fayîz El Serac û serokkomarê dewleta tirk Recep Tayyîp Erdogan de derbas bûn, pêk hat. Li gorî vê lihevkirinê sînorê deryayî yên her du welatan hat diyarkirin û hevkariya ewlehiyê hate kirin. Di encamê de rê li pêşiya Enqereyê hat vekirin ku destwerdanê li Lîbyayê bike û çeteyên xwe bişîne wir.
Biryar demkî ye
Endamê Meclisa Nîştimanî ya Demkî yê berê pisporê qanûnî yê lîbyayî Mihdî Keşbûr axivî û diyar kir ku biryar ne betalkirî ye, lê rawestandina pêkanînê ye.
Keşbûr got ev biryar di beşa lezgîn de wekî biryarek tê hesibandin û biryar tê pêkanîn heta ku mijara îtîrazê an betalkirina peymanê anî jî rastiya wê were diyarkirin.
Keşbûr bi bîr xist ku li gorî qanûna dadawerî ya Lîbyayê, ev peyman dikeve çarçoveya xebatên serdestiyê ya ku derveyî karê dadgehê ye û got: ” Heta ku li ser îtîrazê biryar bê dayîn Biryara Dadgeha Temyîzê ya Terablusê biryarek demkî tê dîtin. Piştî ku ev mijar biqede jî, derfeta îtîrazê li ber Daîreya Edlî ya Rêveber ya Dadgeha Bilind dimîne.”
Keşbûr anî ziman ku ew texmîn dike ku dadgeh elaqeya xwe bi biryarê re neyne ji ber ku ne karê wê ye, nemaze ku peyman dikeve çarçoveya karên serdestiyê.
Têkidarî bandorên qanûnî yên biryarê, Mihdî Keşbûr destnîaşn kir ku bandora yekemîn, pêkanîna peymanê ji aliyê Lîbyayê ve were rawestandin heta ku ev mijar were çareserkirin.
Têkildarî bandora siyasî ya biryarê jî Keşbûr got: “Biryar di esas de nayê pêkanîn, ji ber wê dê tu bandorên wê yên siyasî tune bin.”
Propagandeye binkeftî
Şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Ridwan El Vîtorî jî diyar kir ku biryar wê neyê pêkanîn û got: “Ev biryar ximav li ser kaxezekê ye. Ev biryar ji bo hebûna şeklî ya dozgeriyê bidin xuyakirin û ne tişekî din e. Di rastiyê de desthilata bi nûnertiya El Debîbe destwerdana her tiştî dike. Li herêmên rojava, bi taybet li Terablusê desthilat, ne dozgerî rewşê ferz dike.”
El Vîtorî destnîşan kir ku El Debîbe hemû saziyên hikumetê û welat xistine xizmeta Tirkiyeyê û wî welat firot da ku hebûna xwe li ser desthilatdariyê biparêze. Li gorî El Vîtorî “Biryara dadgehê demkî ye, ji bo ku rûye El Debîbe spî derkeve. Heke biryar ne demkî be jî dê pêk neyê.”
Ridwan El Vîtorî pirsî; gelo dê vê biryarê milîsên girêdayê El Debîbe wê pêk bînin? El Vîtorî di dawiyê de got: “Mijar tenê propaganda û lîstikek e û ji her kesî re eşkere ye.”