Doç. Dr. Bulent Yucel ê ku li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Anadolûyê hîndekar e ji ber ku di 9’ê çileya 2023’yan de di azmûnê de pirseke derbarê girtina HDP’ê kir, ji aliyê rektoriya zanîngehê ji bo 3 mehan ji zanîngehê hate dûrxistin.
Li gorî daxuyaniya hesabê medyaya dîjîtal ya Komîteyên Ciwanan, Doç. Dr. Bulent Yucel ji ber ku di azmûneke Esasên Giştî yên Hiqûqên Makeqanûnê di pirsekê de qala girtina HDP’ê kiriye, biryar hatiye dayîn ku Yucel 3 mehan ji peywirê were dûrxistin.
Rêveberiya zanîngehê azmûna di 9’ê çileya 2023’yan de betal kir û peyamek ji xwendekaran re şand ku wê azmûn di 19’ê çileyê de were kirin.