Endama berê ya Parlamentoya Siwêdê Amîne Kakebawe behsa xebat û têkoşîna jinan kir ku çawa dewleta tirk û Îran û neyarên kurdan ji jinên têkoşer ditirsin û serî li komkujiyan didin ji bo ku dengê azad ê jinan qut bikin.
Cihê bir xistinê ye ji derveyî komkujî û qetilkirina jinên pêşeng, dewleta tirk daxwaza radestkirina kurdên azadîxwaz li welatê Awropayê dikin. Amîne Kakebawe yek ji wan jinan e ku dewleta tirk daxwaz ji hikumeta Siwêdê kiriye wê radestî wan bike.
Dewleta tirk li Parîsê dubare komkujiyan pêk anî
Amîne Kakebawe komkujiya Parîsê ya sala 2013’an şermezar kir û diyar kir ku jinên di aliyê siyasî, civakî û neteweyî û azadiya jinan de pêşeng in tên qetilkirin û wiha got: “10 sal di ser komkujiya Parîs’ê re derbas bû ku tê de Sakîne Cansiz û hevalên wê hatin qetilkirin, careke din komkojiyek din li heman cihî pêk hat û tê de careke din jina pêşeng Emîne Kara û du kesên din ên welatparêz hatin qetilkirin, ev jî diyar dike ku neyarên kurdan ji xebat û pêşengiya jinan ya ji bo şoreşê ditirsin. Ji ber wê jî Tirkiye hewl dide jinên azadîxwaz tune bike.”
Fransa nikare azadîxwazan biparêze
Amîne Kakebawe destîşan kir ku her çendî Kurdistan ji aliyê welatên ji derve hatiye dorpêçkirin û wiha got: “Desthilatdar dikarin çalakvan û azadîxwazan biparêzin û rê nedin Tirkiye û Îran êrîşî ser xaka wan bikin. Lê belê mixabin dema ku Nagîhan Akarsel hat qetilkirin, desthilatdariya Kurdistanê tu kes negirtin, ji ber dizanin ew sûcê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin. Fransa jî ji ber wê nikare jinên azadîxwaz biparêze, ji ber wê aşkerakirina tewanbaran giran dikin. Her çendî ev cara duyem e komkujî li Parîsê tê pêkanîn lê belê Fransa tu kesê ji ber vê sûcê dadgeh nekiriye.”
Jinan dirûşma “Jin Jiyan Azadî” kirine dirûşma navneteweyî
Amîne Kakebawe da zanîn ku her jina gotinên rewa û daxwaza mafê jinan bike û rastiya desthilatdariya dewleta tirk nîşan bide, dewleta tirk wê dike hedef û der barê Îranê de jî wiha got: “Ger Îran endamê NATO’yê bûya, wê ji dewleta tirk xirabtir bûya li hemberî kurd û jinan. Niha jin bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” kiriye dirûşma navneteweyî. Her wiha Îran naxwaze li Rojhilatê Kurdistanê demokrasiyê ava bikin. Ji ber ku ditirsin şoreşa jinan mezin bibe, dewletên din ji ber berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî û firotina çekan li ser van binpêkirinên ku Îran û Tirkiyeyê li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bêdeng in. Cihê kêfxweşiyê ye ku jin li hemberî hemû êrîş û dagirkeriyê xebatên xwe berdewam dikin.”