Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li Stockholmê şeva ji bo piştgiriya Rojava

Kurdên li Swêdê, ji bo piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, tevî dostên xwe şahiyek lidar xistin. Şahî bi dirûşma "Şoreşa Rojava biparêzin" pêk hat.

ANF Images

Şevaheng bi pêşengtiya Nûnertiya Swêdê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi beşdariya beşdariya gelek hunermend, siyasetmedar û rewşenbîran pêk hat.

Ahenga piştgîriya ji bo şoreşa rojava ku danê êvarê li bajarê Stockholmê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Hunermendan bi stranên xwe û siyasetmedaran jî bi axaftinên xwe dilsozî û piştgîriya xwe ya bi şoreşa rojava re diyar kirin.

Li ser navê Buroya Rojava ya li Swêd Şiyar Alî axivî û got, “Em bi amadebûna we ji hemû kêmneteweyên cuda yên ji Suriyeyê û ji hêrêma Firat û ji rojava kêfxweş in. Ev serketineke mezin e. Ev kêliya ku em li vir li dora hev kom bûne, li her devera Rojava keç û xortên kurdan di çeperên şer de ji bo parastina rûmet û axa xwe li ber xwe didin. Îro dîsa di bin dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî gel li ber xwe dide. Qedera me ya kurdan ji her çar hêlên Kurdistanê ve bi hev ve girêdayî ye. Îro ji her demê bêhtir pêwîstiya kurdan bi yekgirtin heye. Ji ber ku dijminên me kurdan pir xedar û bêbext in. Hatina we tevan silav dikim.”

Di dewamî de li ser navê partiya Çep a Swêdê Valter Mutt axivî. Wî jî di axaftina xwe de got: “Ez bi xwe weke siyasetmedarekî, teorî û hizra konfederalîzma demokratîk pir hêja û baş dibînim. Xwediyê wê fikrê jî ku Birêz Abdullah Ocalan e, ez daxwaza azadiya wî dikim. Hemû bîr û baweriyên wî ne tenê ji bo Rojava, ji bo tevayî pirsgirêkên herêmê bûne pêşeng. Ji ber wêye ku kesekî weke Erdogan xwe li hember kurdan nagire û weke hovan êrîşî her derê dike. Ew li ber çavê cîhanê bombe bi ser kurdan de dibarîne. Bi rastî jî ne hêjayî dewleteke weke Swêdê ku rabe û piştgîriya kesekî weke Erdogan bike. Ez hêviya domandina vê serketin û parastina destketiyên heyî yên kurdan dikim.”

Her wiha siyasedmedar û rewşenbîr Kurdo Baksî jî peymek pêşkêş kir û got: “Wan çend sed salên dawiyê di nava her 4-5 salan carekî de dijminên kurdan bi awayeke hovane êrîşî kurdan kirine. Li rûyê erdê dora 45 milyon kurd hene û ev yek bes e ku kurd bi xwe biryarê li ser jiyana xwe bidin. Watîkana ku çend oldar lê dijîn û nifûsa xwe nagîşe çend hezarî, biryarê li ser jiyana xwe dikare bide, lê dema 45 milyon kurd daxwaza mafên xwe yên herî biçûk jî dikin, mohra terorê li kurdan dixin.”

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Skandînavyayê jî peyamê piştgîriya ji bo şoreşa rojava hate pêşkêşkirin.

Qisekeran û hunermendan hemûyan bi peyamên xwe li rex piştgîrî dayîn û silavkirina şoreşa Rojava, serhildanên li Rojhilatê Kurdistan jî silav kirin û banga xwedîderketinê li her çar hêlên Kurdistanê kirin.

Di şevahenga ji bo piştgîriya rojava de gelek hunermend; Sîpan Efrînî, Sîdar, Hîva û Lavîn Kobanê, Hesen Şerîf, Dilo Doxan, Armanc bi stranên xwe gel coşandin.

Hêjayî gotinê ye ku wê di 21’ê çileyê meşeke mezin ya li Dijî piştgîriya Swêd ji bo Erdogan û her wiha li dijî siyasetên qurbanîkirina kurdan ji bo ketina nava NATO’yê pêk were. Ji bo meşê banga beşdariyê hate kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar