Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Nêzîkbûna Enqere-Şamê wê bê encam be

Di du rojên dawîn de, piştî daxuyaniyên Beşar Esed ku banga bidawîkirina dagirkeriyê li herêmên Sûriyeyê û rawestandina piştgiriya terorîstan kiribû, rêgeha nêzîkbûna dewleta tirk ya dagirker bi hikumeta Şamê re bi paş ket.

Li gorî medyaya ser bi hikumeta Şamê ve, Beşar Esed pêncşema borî gotibû ku dan û standinên di dema pêş de bi Tirkiyeyê re divê li ser du armancan bin; ya yekê bidawîkirina dagirkeriyê li axa Sûriyeyê, ya din jî rawestandina piştevaniya terorê ji aliyê Enqereyê ve. Esed daxuyand ku “divê dan û santandin li gorî kordîne û plana pêşwext di navbera Sûriye û Rûsyayê de bin da ku encamên ku Sûriye ji van hevdîtinan dixwaze, bên bidestxistin.”

Çavkaniyekî ji dan û standinan agahdar got ku hikumeta Şamê ji dewleta tirk ya dagirker daxwaz dike ku hêzên xwe ji herêmên bakurê Sûriyeyê vekişîne û piştevaniya ji bo sê komên sereke yên “opozîsyonê” rawestîne.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku hikumeta Şamê beriya li ser civîna wezîrên karên derve erê bike, dixwaze bi rêya komîteyên şopandinê daxwazên wê di ber çavan re bên girtin. Mevlut Çavuşoglu jî roja pêncşemê gotibû ku dibe di destpêka sibatê de bi Feysel Mîqdad re bicive.

Têkildarî mijarê, lêkolîner û şîrovekar Dr. Elaa El Esferî got: “Daxuyaniyên Serokê Sûriyeyê pir zelal in û şerta nêzîkbûna di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de ne. Du şertên sereke hene, yek; derketina dagirkeriya tirk ji axa Sûriyeyê, du; rawestandina piştevaniya hemû rengên terorê li herêmên bakurê Sûriyeyê. Moskov dixwaze ku ev lihevkirin çêbibe. Tirkiye jî wê dixwaze, nexasim ku hilbijartinên Tirkiyeyê pir nêz bûne.”

El Esferî diyar kir ku Sûriye girîngiyê nade hilbijartinên serokatiyê li Tirkiyeyê û ne xema wê ye eger Erdogan an muxalefet tê  de bi ser ket û wiha dom kir: “Ya girîng ew e ku Sûriye xwedî bernameyek baş û temam ji bo bidawîkirina hebûna Tirkiyeyê û bidawîkirina piştgiriya komên terorîst ên li bakur rojavayê Sûriyeyê û İdlîbê ji aliyê Enqereyê ve, be. Li herêma İdlibê jî Cebhet El Nusra heye ku Tirkiye piştevana wê ya sereke ye. Ji lew re, texmîn dikim ev her du şert ji bo bidawîkirina pirsgirêka di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de pir girîng in.”

Têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî, El Esferî bal kişand ku eger lihevkirinek pêk hat dê artêşa Sûriyeyê li dirêjahiya sînorên Sûriye-Tirkiyeyê, da ku Tirkiye hebûna kurdan neke hincet. El Esferî ew yek wekî “karekî hundirîn ê Sûriyeyê ku ne karê Erdogan e” hesiband.

Nivîskar û rojnamevanê sûriyeyî Samir Xilêwî jî destnîşan kir ku daxuyaniyên Esed piştî hevdîtina wî bi nûnerên Rûsyayê re hatine dayîn û got: “Bi erêkirina Rûsyayê pêk hatin, da ku beriya destpêkirina dan û standinan asta daxwazan bilind bike. Esed ne xwedî biryar e, girêdayî Rûsyayê ye û nikare daxwazên wê red bike.”

Xilêwî anî ziman ku hewldanên Rûsya yên nêzîkkirina Erdogan û Esed ji ber gelek sedeman wê bi bin kevin û ew sedem wiha destnîşan kirin: “Esed, opozîsyona ku Tirkiye xwedî lê derdikeve bi terorê bi nav dike. Eger Esed destê xwe bike destê Erdogan, ev tê wateya ku hêzên opozîsyonê wê li hember hêzên Esed şer bikin. Ev jî ji bo piraniya koman ne pêkan e. Ya duyemîn; Amerîka li dijî vê nêzîkbûnê ye û herêmên ku Erdogan dixwaze vegerin bin serweriya Esed, herêmên ku di bin parastina Amerîkayê de ne.

Ya sêyemîn jî; beşekî gelê Tirkiyeyê dê nêzîkbûna Esed-Erdogan qebûl neke. Wê kurd jî dengê xwe nedin partiya Erdogan. Sêyeka gelê Tirkiyeyê jî wê dengê xwe ji bo Erdogan bi kar neynin. Şênî û eşîrên li herêmên QSD`ê jî wê li hember êrîşeke Esed-Erdogan şer bikin. Ji ber van sedeman û hin sedemên din ev hevbendiya Erdogan-Esed dê bi ser neveke.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar