Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Kongreya HDP’a Amedê hat lidarxistin

Di axaftinên kongreya Rêxistina HDP’a Amedê de hat gotin ku dê sala 2023’yan bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, li Eywana Dawetan a Demîrokê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê bi dirûşma “Çareserî em in, ji Şer û Kedxwariyê re Na!” 4’emîn Kongreya Asayî li dar dixist. Li eywana kongreyê bi zaravayên kurmancî û dimilî pankartên “Vîna gel nayê xespkirin”, “Ev gel serî natewîne” û “Dem dema ciwanan e” hatin daliqandin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê yên bajar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, serokê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş û bi sedan kesên din tev li kongreyê bûn.

Kongreya bi coş, bi hilbijartina endamên dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftina ewil de parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun axivî û wiha bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan: “Ev bû 22 meh ku deriyên Îmraliyê qifil kirine. Bila dost û dijmin tevek jî bizanin ku dê sala 2023’yan bibe sala serkeftina kurdan. Dê sala 2023’yan bibe sala azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan.”

Piştre jî hevserokên HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û Zeyyat Ceylan beşdarên kongreyê silav kirin. Hevserokan peyama “HDP hêvî ye, HDP gel e” dan.

Çîftyurek: Em banga bidawîkirina tecrîdê dikin

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek jî berxwedana bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” didome silav kir û wiha got: “Banga me ji bo partiyên Kurdistan û Tirkiyeyê, kesayetên demokrat e; li dijî doza girtinê piştgiriyê bidin HDP’ê. Roj roja xwedîderketina li HDP’ê ye.” Bi domdarî Çîftyurek bal kişand ser Veysî Taş ku li Mêrdînê ji bo protestokirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan xwe şewitandibû û ev tişt anî ziman: “Çima agir berda bedena xwe? Ji bo ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Em dizanin ku ev 24 sal in tecrîdeke giran heye. Cezayên disiplînê yên ji bo 3 mehan li pey hev didin. Bêyî ku sedemek were destnîşankirin ceza didin. Em vê şermezar dikin. Em li vir banga bidawîkirina tecrîdê dikin.”

Kardaş banga yekitiyê kir

Serokê PDK-T’ê Mehmet Emîn Kardaş jî got ku di hilbijartinê de roleke sereke ya HDP’ê ye û banga yekitiya neteweyî û têkoşîna hevpar li gel, partî û saziyên kurd kir.

AKP dê winda bike

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî diyar kir ku ew dê komara demokratîk ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di serdemeke wisa de ne ku faşîzma AKP’ê ji her alî ve êrîşî destkeftiyên kurdan dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Başûr, li Rojava komkujiyan dike û dixwaze destkeftiyên kurdan têk bibe. Îcar bêyî ku şerm bikin budçeya ji bo şer hatiye veqetandin diparêzin. Dibêjin; ‘em pariyê nanê we kêm dikin û ji bo xelaskirina îktîdara xwe bi kar tînin.’ Lê çi bikin jî dê hilbijartinên sala 2023’yan bibin hilbijartinên têkçûna AKP’ê.”

‘Aştiyê tecrîd dikin’

Bi domdarî Gunay bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û wiha domand: “Di pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê de, di avakirina pêşerojeke azad de û ji bo aştiya Tirkiyeyê Abdullah Ocalan tekane navnîşan e. Îktîdara ku di polîtîkayên şer de israr dike, bi israra xwe ya di polîtîkaya tecrîdê re daxwaza aştiyê ya gelê kurd tecrîd dike. Yên ku heta nekarîn ser bikevin dê ji vir û şûnde jî bi ser nekevin. Ji ber ku em ê bi israr li dijî polîtîkaya şer û tecrîdê, aştî û azadiyê biparêzin. Em ê di pêşerojeke azad de bi Abdullah Ocalan re teqez civakeke dilaram ava bikin. Sînoreke faşîzma îktîdara AKP’ê nîne. Ji bikaranîna çekên kîmyewî heta operasyonên qirkirina siyasî û komkujiyan, her êrîşan dikin. Her îktîdara ku vîna gelê kurd nas neke, neçarî têkçûnê ye. Dê îktîdara AKP’ê jî winda bike.”

‘Amed dê rê nede faşîzmê’

Gunay, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo pêşîlêgirtina partiya me, AKP’ê doza girtinê vekir û hesabên me bloqe kir. Em tevek jî baş dizanin ku kesek nikare vîna gelê ketiye rêça azadiyê bloqe û xesp bike. Amed îro dibêje; ‘Em ê rê nedin faşîzmê.’ Em ê di sala 2023’yan de bi awayeke azad li Tirkiyeyeke bêyî AKP’ê bijîn. Em ê tu carî serî netewînin. HDP dê vê bi tifaqa xwe ya herî berfireh bike. Dê jin bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ tifaqa xwe ava bikin. Her wiha dê xebatên me yên bi Tifaqa Kurdistanî re bidomin. Em ê têkoşîna demokrasiyê mezin bikin. HDP dê bibe pêşenga Rêya 3’yemîn. Em alîgirên tu kesî nînin û li ser rêya xwe ne. Em ê bi namzetê xwe bikevin hilbijartinê. Em duh bi ser ketin û dê îro jî bi ser kevin.”

Piştî axaftinan jî raporên xebatan û yên darayî hatin xwendin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar