Veysî Taş (Bubo) beriya agir berde bedana xwe, gotinên zanyarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) ku digot; “Ez hem şahidê vê dozê me hem jî bersûcê wê me” bi bîr xist û sedema çalakiya xwe wiha vegot: “Di şexsê xwe de ez vê çalakiyê îşev li dar dixim. Ev çalakiya min ji bo serokê Kurdistanê Abdullah Ocalan e. Ev 22 meh in di tecrîdê de ye. Ez tecrîdê şermezar dikim. Heke mirovekî ku 22 meh in di tecrîdê de nekare biaxive, divê em kurd xwedî li serokê xwe derkevin. Nexwe yek bi yek em tevek dê di vê rêyê de bên tunekirin.”
Bubo Taş ê 66 salî ku ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan agir berda bedena xwe, di dîmenê beriya mirina xwe kişandibû de ji hunermendê kurd Xelîl Xemgîn daxwaz dike ku li ser çalakiya wî straneke kurdî çêbike.
Bubo Taş, di darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê de hat binçavkirin û şandin Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê. Li Girtîgeha Amedê xistin qawîşa yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Durmuş. Taş, heta sala 1986’an jî li girtîgehê ma. Bubo Taş, li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bi gelek kesan re ma û rastî îşkenceyên giran hat. Taş, piştî ku ji girtîgehê derdikeve jî xebatên siyasî didomîne. Di sala 1990’an de bi DEP’ê re dest bi xebatên xwe yên siyasî dike û piştre jî bi HADEP û DEHAP’ê didomîne. Her wiha di serdemên DTP û BDP’ê de jî xebat kirin. Di navbera salên 2009 û 2014’an de ji lîsteya BDP’ê endamtiya Meclisa Şaredariya Artukluyê kir û di Komeleya 78’an de jî çalak bû. Herî dawî ji dozeke siyasî dihat darizandin û di sala 2021’an de hat girtin. Di hezîrana 2022’yan de jî tehliye bû.
‘Kesayeteke afirîner bû’
Yek ji kesayetên ku demekî dirêj li gel Bubo Taş di nava BDP’ê de xebatên siyasî meşandin Mehmet Şukru Degîrmencî da zanîn ku Bubo Taş di tevahiya jiyana xwe de xebatên siyasî meşandine. Degîrmencî wiha domand: “Mirovekî biaqil bû. Tu carî xwe ji xebatê nedida paş û kesekî fedekar bû. Li vê, mirovekî pir dilsax, paqij û dirust bû. Tu carî tiştekî xerab ber hizra wî derbas nedibû. Xebatên xwe li ser vî esasî dikirin û di vê çarçoveyê de mirov birêxistin dikir. Dixwest tevahiya keda xwe ji bo gelê xwe bide û ji bo gelê xwe bizavê bike. Lewma carnan zarokên xwe, malbata xwe nedidît. Her tim di nava xebatan de bû. Ji hêla aborî ve me zehmetî dikişandin lê kesekî afirîner bû. Hinek rojan heta serê sibehê li kolanan bi pêyan digeriya û xebat dimeşandin. Çi kar ketibûya pêşiya wî, nedigot ‘nabe.’ Her tim bi dilxwazî, ji dil û bi rûkenî karê xwe dikir. Nedixwest kêmasî hebin. Dema kêmasiyeke wî çêdibû û kesekî ew rexne dikir, gelek keyfxweş dibû. Digot; ‘rexne dê me mezin bike. Dê me pêş bixe.’ Rexne li xwe digirt û hewl dida bi vê rexneyê xwe pêşve bibe.”
Degîrmencî, anî ziman ku Bubo Taş bi vegotina tiştên li Zindana Amedê jiyayîn ve hêz daye wan û wiha pê de çû: “Herî zêde jî di bin bandora hevalê Hayrî (Durmuş) de mabû. Qala gelek hevalan dikir lê bi taybet jî qala hevalê Hayrî dikir. Hevalê Hayrî li girtîgehê bi wî re pir eleqeder bûbû. Bi tenê nehiştibû û jê re bûbû alîkar. Di esasê xwe de di jiyana hevalê Bubo de her tişt girêdayî heve. Mîna di diyalektîkê de. Ji salên 80’an ve bo xwe nejiya. Ji bo xwe jiyanek ava nekir. Ya ku di destpêka jiyana wî de jê re rêbertî dikir, di dawiya emrê wî de jî jê re rêbertî kir.”
‘Serê me bilind e’
Biraziyê Bubo Taş, Necdet Taş jî ji bo apê xwe wiha got: “Di nava jiyana wî de malbat piştî doza wî dihat. Armanca wî ya ewil, xeta partiyê ya xebatê bû, tevger bû. Ji 14 saliya xwe heta niha di xebatan de cih girtibû. Ewqas kete girtîgehan. 6 meh berê di girtîgehê de bû. Lê tu caran tawîz neda, xeta xwe neguherand. Em jê re gelek nebûn alîkar. Em niha difikirin bê ka em jê re çiqas bûne alîkar. Lewma em xemgîn in. Jixwe daxwaza xwe tîne ziman. Em xemgîn in lê serê me bilind e. Ji ber ku ne ji bo tiştekî madî yan jî şexsî, ji bo armancekê, di rêyeke bişeref de meşiya. Bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Bi domdarî Taş got ku Bubo Taş bi sekna xwe, bi helwesta xwe ya di xebatên siyasî de, bi têkiliyên xwe yên gel cîran û hevalên xwe, di nava civakê de yek ji kesên ku gotina wî dihat guhdarîkirin bû û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema pirsgirêkek çêdibû diket navberê û dema ew diket navberê jî pirsgirêk çareser dibû. Kesayetekî zana bû. Li Zindana Amedê bi hevalan re maye, gelek agahiyên girîng pê re bûn, gelek tiştan hîn bûbû û ev tişt parve dikirin. Em jî li ser vê xetê gihandin. Dema Bubo di sala 1980’an ketî girtîgehê, ez hêj 7 salî bûm. Em civakeke nezan bûn. Bi xêra van mirovan, bi saya partiyê mirovên me baş bûn. Ez wisa bawerim ku Bubo peywira xwe pêk anî.
Bubo nedixwest li ser doşeka xwe bimre. Her tim digot ku dixwaze bi serbilindî û dema ji bo gelê kurd xizmetê dike bimre. Her tim ev tişt digotin. Çi gotibe bi wan gotinan kir. Em ê bibin şopdarên rêya Bubo li ber me vekiriye. Beriya niha jî gelek hevalan çalakiyên canbexşane kirin. Ew jî neferekê wê rêyê bû. Li dijî tecrîda ku 22 meh in li ser Rêbertiya me didome, weke neferekê vê rêyê çalakî li dar xist.”