Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Çarşamba - 2 Ekim 2024

Çilrojiya 3 şehîdên ji 3 parçeyên welat

Roja pêncşemê 19’ê meha çile 40 roj di ser şehadeta Rênas Amed, Arîn Mîtan û Serdar Rojhilat re derbas dibe. Rênas Amed tevî 2 hevalên xwe di 10 meha kanûna 2022’an de li tepê Ortê yê çiyayê Metîna bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. 3 lehengên ji 3 parçeyên Kurdistanê bûn, yek ji bakur, yek ji rojava û yek ji Rojhilat li kêleka hev şehîd bûn.

Bi boneya 40 rojiya şehadeta van hersê hevalan Rênas Amed, Arîn Mîtan û Serdar Rojhilat ev helbest hatiye nivisandin. Bila ev helbest diyarî rewanê hemû şehîdên doza kurd û Kurdistanê û hemû dayik û bavên şehîdan be.

Oxirbe berxê bavê min

Tuyê bigihîjî rêhevalên xwe

Yên ku te tola wan li erdê nehişt

Ji wan re behsa çîrokên tolhildanê bikî

Em ê jî wek kundên li ser kavilan

Çend rojan şînê bixwînin

Û dîsa vegerin xewa xwe ya mirinê

Oxirbe Berxê dayika xwe

Her navê rêhevalekî te aşkera dibû

kurpînî ji dilê dayika te dihat

Heta ku te ji nişkan ve

Bê his û xeber

Çiyayê metîna bi carekê re bi ser dilê me de herifand

Berxê dayika min

Bi salan em di nava ecacoka Cizîra Rojavayê dil de

Li şopa te digeriyan

Te li Metîna li tepê ortê

Mayînek

Di orta dilê me de teqand

Berxo

Te têra xwe çiya hembêz kir

Êdî dora hembêzkirinê ya çiya ye

Fermandaro

Rewanê rêhevalên beriya te

Bi vê koça te haydar bûn e

Niha çavên wan di rê de qerimiye

Xwe zû bigihîne Elîşêr û Çekjîn

Ji wan re behsa

Çîrokên xwe yên tolhildanê bike

Oxirbe berxo

Ji xwe wensa te li van şevbêrkên me nayê

Şevbêrka miriyên di şanoya jiyanê de

Destê rêhevalên xwe Arîn Mîtan û Serdar Rojhilat bernede

Wan li şûna min hembêz bike

Biçe berxo

rê heval li benda te ne

lê di bextê te de me

ji wan re qet behsa

xewa me ya mirinê neke

bila Amedê di hişê wan de bimîne paytexta dilan

bila Amedê di çavên wan de bimîne dergûşa Çiyager

bila bimîne kela berxwedêr

dibe ku rojekê ji vê xewê rabe

ji bo navê xwe wiha bike

ji bo madê xwe nequrmiçînin

Dema tu bêjî

Ez Rênasê Amedê me

Bila rêhevalên te nizanibin

em di xewa mirinê de ne

bila bi gotina Amedê re

serhildanên ku pêşengî û şahidiya wan kiribûn werin ber çavên wan

De bi xatirê te Berxo

Bila Metîna û tepê Ortê

Li ba xwedê

Bibin şahidê wêrekiya te û rêhevalên te

Bila pîroz be li wan çiyan

cangorî û Şehadet we

Wekî min ji hemû rêhevalên te re got dîsa dibêjim

Ew ked û tekoşîna we

Ew xwîn û xwêdana we

Wê siberojê tev bibin çem û kanî

Û bi ser gerdena welatekî azad de biherikin

Wê hingê

Ez ê ji nû ve li pey şopa te bikevim

Vê carê navnîşana te heye

Ez ê li hemû kozikên çiyayê Metînayê bigerim

Ez ê li girê Ortê zinar bi zinar

Serê xwe deynim ser çoga wan tehtan

Û li çîrokên lehengiya te guhdarî bikim

Nûçeyên Têkildar