Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 24 sal in li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F’yê tê tecrîdkirin. Her wiha zêdetirî 21 meh in jî tu xeber ji Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê de nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî bi hincetên wekî “cezayên dîsîplînê” û “qedexeya hevdîtinê” tên astengkirin. Herî dawî Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 4’ê çileyê de serlêdana malbatê ya ji bo hevdîtinê bersivandibû û derpêş kiribû ku cardin cezayê dîsiplînê hatiye birîn û ji ber vê 3 mehan biryara qedexekirina hevdîtinê hatiye dayîn.
Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe, di 10’ê hezîrana 2022’yan de ji Tirkiyeyê 775 parêzer serî li Wezareta Dadê dabûn. Yek ji van parêzeran endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ferdî Yamar tecrîda li Îmraliyê nirxand.
Yamar bibîr xist ku ji sala 1999’an ve hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re tê astengkirin û got ku tecrîda li Îmraliyê veguheriye pergaleke ku li tu devera cîhanê tune ye û wiha axivî: “Li seranserê cîhanê gelek girtiyên siyasî hene. Tişta Abdullah Ocalan pê re rû bi rû ye, bêhiqûqî ye. Çi di warê astengkirina hevdîtina bi parêzeran re, çi di warê xebernegirtinê de em bi bêhiqûqîtiyeke mezin re rû bi rû ne. Lewma divê parêzer, baro û girseyên demokratîk ên cîhanê li ber vê bêhiqûqîtiyê bêdeng nemînin.”
Yamar bibîr xist ku gelek parêzer û rêxistinên girseyî ji bo hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê çêkirin çalakiyan li dar dixin û serlêdanê dikin, lê heta niha tu vegerek çênebûye û got ku ev rewş li seranserê Tirkiyeyê belav bûye. Yamar anî ziman ku heta niha dewletê ji bo çalakiyên der barê tecrîdê de deng ji xwe neaniye. Yamar destnîşan kir ku ev awayê çalakiyan jî divê bê nîqaşkirin û got: “Ev tiştekî ku bi liv û tevgera girseyeke mezin û xurt a gel pêkan e.”
Peyama Abdullah Ocalan
Yamar bal kişand ser hevdîtina vê dawiyê ya Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku di îlona 2022’yan de çûbû Îmraliyê û hatibû gotin ku Abdullah Ocalan hevdîtina bi CPT’yê re qebûl nekiriye. Yamar bilêv kir ku ev helwesta Abdullah Ocalan peyameke “polîtîk” di xwe de dihewîne û wiha got: “Bi ya min ev peyameke Abdullah Ocalan e hem ji bo dewletê hem jî ji bo gelan. Ji lew re muxatabên Abdullah Ocalan parêzerên wî ne. Abdullah Ocalan dixwaze ewilî pêwendiyê bi parêzerên xwe û malbata xwe re deyne. Hevdîtina ji xeynî ya bi parêzeran re derî rastiyê ye. Ger bi CPT’yê re hevdîtineke baş hatibûna kirin, CPT dê encama vê hevdîtinê aşkera bikira. Jixwe hevdîtinên tên kirin jî nîşan didin hemû bi rêya dewletê, bi têkiliya dewletê tên kirin. Dewlet di vî warî de rasterast bi CPT’yê re pêwendîdar e û şirîkên hev in.”
‘Abdullah Ocalan CPT’yê wekî çare nabîne’
Yamar anî ziman ku Abdullah Ocalan ji aliyê Tirkiyeyê û hêzên navdewletê ve wekî “rehîne” tê girtin û lewma hevdîtina di bin banê van hêzan de ne samîmî ye û redkirina hevdîtina bi CPT’yê re ya ji aliyê Abdullah Ocalan ve jî wiha nirxand: “Neqebûlkirina hevdîtina bi CPT’yê re, tê wateya ku Abdullah Ocalan êdî CPT’yê wekî çareyê nabîne.”
Yamar destnîşan kir ku tu hevdîtineke bi CPT’yê re nabe cihê guherandine tiştekî û wiha berdewam kir: “Di vî warî de tê hevdîtinên li gor usûlê hene. Ev wekî xapandinekê jî dikare bê nirxandin. Dewlet vê yekê wekî amûrekê bi kar tîne. Ji lew re beriya CPT’yê, divê parêzer hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Yên der barê Abdullah Ocalan de agahiyên rast ragihînin raya giştî tenê parêzerên Abdullah Ocalan in.”
Tekane hêza ku dawî li şer bîne
Yamar anî ziman ku Abdullah Ocalan li hemberî van polîtîkayan bi awayekî bêhempa li ber xwe dide û got: “Li vî welatî kesên aştîxwaz bi vê dizanin; rol û risteke dîrokî ya Ocalan heye. Tekane hêza ku dawî li şer bîne ew e. Lewma hevdîtinên ku bi Abdullah Ocalan re bên kirin, dê xizmeta aştiyê bikin, ne ya şer. Kesên aştîxwaz divê guh lê bikin. Lê dewleta tirk di vî warî de xwe li ker û lalîtiyê datîne.”