Di 9’ê cotmehê 2020’yan de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li gel Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo dawîlêanîna sîstema xwerêveberiya Şengalê peyamek îmze kir. Navê peymanê kirin, ‘peymana ewlehî û îdarî ya Şengalê’ û herdu aliyan weke nêçîrekî Şengal û Êzdî li ber DAIŞ’ê danîbûn.
Lihevkirin rastî dîroka komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a 9’ê cotmeha 1998’an destpê kir û di 15’ê sibata 1999’an de hate dîlgirtin hat.
Herwiha di 9’ê cotmehê de dewleta tirk ya dagirker Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê dagir kir. Ev jî îşaretek bû ku komploger hewlda dubarekirina heman komployê li dijî Êzidiyan bidin.
Ji roja peymanê heta niha civaka Êzidî di nava berxwedanê dene û li her awayî li dijî vê peyama bêyî wan hatiye îmzekirin têdikoşin.
Ji carekê zêdetir Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Iraqê xwestine bi tevahî Şengalê bixin bin kontrola xwe de, lê xelkê Şengalê rê nedane û hewldana wan pûç kirine.
Rola dewleta tirk ya dagirker di vê peymana PDK û Şengalê de gelek li ber çavane û bi taybet bi riya hewayî pêşengên Êzidiyan hedef digirin.
Ev êrişên dewleta tirk bi hevkariya sîxûrên PDK’ê tên kirin. Tevî ku herdu aliyan li ser îdareya Şengalê lihevkirin kirine, lê heta niha li ser diyarkirina ew lîsteya ji bo rêvebirina Şengalê pêşkêşkirine negihîştine tu encamê.
Di 1’ê nîsana 2021’an de artêşa Iraqê gefa ketina nava Şengalê xwar û xwest Asayîşa Êzidxanê xwe radest bikin, lê xelkê Şengalê li pêşiya artêşa Iraqê bûn kelem û nekarî vê êrişê pêk bîne.
Piştî ku herdu aliyan nekarîn peymanê pêk bînin, xwestin bi riya çêkirina nakokiyan di nava civaka Êzidî de, bi taybet li karûbarên olî yê Êzidiyan bigihîn encamê, destpêka vê siyasetê bi riya Hazim Tehsîn Begê li şûna bavê xwe bûyî mîr bû.
Di 2’yê cotmeha 2021’an de PDK’ê bi riya Mezelê Şerfedîn ku duyemîn mezelê pîroz yê Êzidiyane, xwest biçe nava Şengalê de, lê xelkê Şengalê destûr neda.
Ji dema peyamê û heta niha gelek caran ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser a Şengalê ji aliyê Tirkiye, Iraq û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve êrîşên leşkerî li ser Şengalê pêkhatine. Lê, heta niha êrîşên wan hatine pûçkirin û nekarîne îradeya xelkê Şengalê bişkînin.
Di 8’ê çileya 2023’yan de şandeyek ji hemû pêkhateyên Şengalê serdana Bexda kir û li gel Serokkomarê Iraqê Letîf Cemal Reşîd û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî civiyan. Di hevdîtinê de şandeyê daxwaza betalkirina vê peymana di navbera PDK û Kazimî de hatî kirin û vegera koçberên Êzidî kirin.
Ev jî bû sedem ku hikûmeta Tirkiyeyê û bi taybet Erdogan bikeve nava liv û tevgerê. Erdogan bi riya telefonê li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî axivî.
Piştî vê serdanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ê PDK’î Mesrur Barzanî çû Bexda û ji Sûdanî xwest ku ev peyman bikeve meriyetê û were pêkanîn.
PDK ji bo sê armancên sereke, ji bo berjewendiyên xwe vî karî dike. Yek, ji bo bihêzkirina hebûna xwe ya li herêmê, duyem, karkirina ji bo dewleta tirk û rakêşana wê di nava xaka Iraqê de û sêyem, li ser çend mijarên herêmê lihevkirina bi hikûmeta navendî ya Iraqê re, tenê ji bo ku PDK vegere Şengalê.