Polîsên Ukraynayê têkildarî bûyerê ev daxuyanî da: “Vê sibehê, helîkoptereke (firoke) Wezareta Rewşên Awarte ya Ukraynayê li Brovary ket xwarê. Di bûyerê de wezîrê karên hundir Dennis Monastyrsky û cîgirê wî yê yekemîn Eugene Enin jiyana xwe ji dest da.”
Her wiha hate ragihandin ku di encama qezayê de 16 kesên din jî ku 2 jê zarok in, jiyana xwe ji dest daye.