Bi ser êrîşa dewleta tirk a bi piştevaniya hêzên navdewletî li dijî bajarê Efrînê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re 5 sal derbas bûn. Êrîş, heta 18’ê adarê berdewam kir û piştre jî bajar ji hêla dewleta tirk û hêzên wê yên paramîlîter ve hat dagirkirin. Ji roja hatiye dagirkirin heta niha bajar bi mijarên weke tacîz, tecawiz, xesp, dizî, qesibkariya mirovan, talankirina xwezayê û guherandina demografyayê di rojevê de ye.
Li Sûriyeyê yek ji bajarên ku herî kêm ji şerê navxweyî bandor bûyî Efrîn bû. Piştî Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an, rêveberiya bajarê Efrînê ket bin kontrola gel. Şêniyên bajar, di çarçoveya paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de meclis û komunên xwe ava kir. Her wiha yekîneyên parastinê ava kir û bajar parast. Modêla ku bi pêşengtiya kurdan hat avakirin, di 20’ê çileya 2018’an de bû hedefa dewleta tirk.
Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan û rayedarên hikûmetê beriya êrîşê, her tim îdiayên “Efrîn li ser bekaya neteweyî gef e” kirin û bajar hedef girtin. Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavuşoglû beriya êrîşê îdia kir ku li dijî dewleta tirk 700 êrîş hatine kirin. Erdogan jî di destpêka meha çileyê de îdia kir ku li hêla Efrînê êrîş tên kirin û ji bo vê mijarê jî gelek caran banga alîkariyê li hêzên navdewletî kir.
Piştî erêkirina DYA û Rûsyayê, dewleta tirk di 20’ê çileyê de dest bi êrîşan kir. Erdogan rojek piştî êrîşa bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” daxuyaniyek da û îdia kir ku ji sedî 55’î nifûsa Efrînê ereb, ji sedî 35 kurd in ku “piştre li wir hatine bicihkirin”, ji sedî 6-7 jî tirkmen in. Erdogan, hewl da ji bo êrîşan bingehê çêbike. Lê belê li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) û kurdan, gotinên Erdogan derew bûn.
Bi destpêkirina êrîşan re hêzên Rûsyayê yên li herêmê xwe vekişandin. Di roja ewil a êrîşan de dewleta tirk bi 72 balafiran navenda Efrînê û navçeyên Cindirês, Raco, Şera, Şêrawa û Mabetayê bi giştî 180 avahiyên sivîl û leşkerî bombebaran kir. Bi êrîşên hewayî re hemwext, herêma Şehbayê hat topbarankirin.
25 hezar hêzên paramîlîter hatin bikaranîn
Di roja duyemîn a êrîşan de dewleta tirk bi awayekî hemwext ji hêla Ezaz a li rojhilatê Efrînê, ji hêla Hatay û Kampa Atmê ve ku dikevin milê rojavayê başûrê bajar, ji 7 milan ve êrîşî Efrînê kir. Dewleta tirk herî zêde jî gundê Hamam ê Cindirêsê, Girê Kevirê Ker ê Racoyê û Girê Qestel Cindo yê stratejîk ku li ser sînorê Efrîn-Ezaz-Kîlîsê ye hedef girt.
Di êrîşan de Tûgayên Semerkantê, Lîwa El Şemal, Lîwa El Munteser Bîllah, Ceyş El Ehfad, Ehrar El Şerqiye, Tûgayên Fatîh Sûltan Mehmet, Tûgayên Sûltan Osman, Quwet El Mexewîr, Firqet El Sefwe, Firqeya Sûltan Mûrad, Firqet El Hemze, Siwar El Cezîra, Fewc El Xamês, Firqa 23, Lîwa El Muttesim, Feyleq-2, Firqa El Şemaliye, Fewc El Mistefa, Ceyş El Îslam, Tecemûh Festakim Kema Umêrt, Cebhet El Şamiye, Liwa 51, Suqur El Şam, Harekat Ehrar El Şam, Firqa 9, Ceyş El Nûxbe, Feyleq El Şam, Lîwa El Sultan Suleyman Şah, Liwa Suqur El Şemal, Nûredîn Zenkî û Cebhet Tehrîr jî di nav de bi giştî 25 hezar hêzên paramîlîter di êrîşan de cih girtin.
Berxwedana serdemê
Di rojên ewil ên êrîşan de çapemeniya girêdayî hikûmetê îdia kir ku dê Efrîn di nava hefteyekê de were dagirkirin. Lê belê hesaba wan hev negirt û dewleta tirk li berxwedana hêzên YPG, YPJ, Cephet El Ekrad, Ceyş El Siwar, Asayîş, Hêzên Parastina Cewherî (HPC) û Erka Xweparastinê qelibî. Bi sedan efrîniyan di bin sîwana HPC’ê de çek rakirin û tev li parastina Efrînê bûn. Şervanên ku parastina Efrînê dikirin, 58 rojan bênavber li ber xwe dan. Yên ku Efrîn diparastin navê “Berxwedana Serdemê” li berxwedana xwe kirin.
Nexweşxane û firinan kirin hedef
Di 45 rojên êrîşê de dewleta tirk û hêzên paramîlîter tu pêşketin bi dest nexistin. Li ser vê yekê dewleta tirk dest bi hedefgirtina sivîlan kir. Êrîş 58 rojan berdewam kirin û di encama êrîşan de li navenda Efrînê û navçeyên wê 31 dibistan ji hêla hewayî û bejahî ve hedef hatin girtin. Di êrîşan de 13 xwendekar hatin kuştin.
Her wiha deverên dîrokî jî para xwe ji êrîşan girt: Eyn Dara, Nebî Hûrî, Girê Îska, Dêr Belût û Girê Cindirês ku deverên dîrokî ne, hem ji hewayî û hem jî ji bejahî ve hedef hatin girtin.
Dewleta tirk û hêzên wê yên paramîlîter di heman demê de navendên tenduristiyê û firin jî bi balafirên şer bombebaran kir. Di 16’ê adarê de jî mezintirîn nexweşxaneya li Efrînê, Nexweşxaneya Avrînê ji hêla balafirên şer ên dewleta tirk ve hat bombebarankirin. Di heman rojê de Taxa Mehmûdiyeyê ji hêla balafiran ve hate bombebarankirin û di encamê de 35 sivîl hatin kuştin.
498 sivîl hatin qetilkirin
Li gorî daneyên Konseya Tenduristiyê ya Kantona Efrînê; di meha ewil a êrîşan de 27 zarok û 21 jin jî di nav de bi giştî 176 sivîl hatin kuştin, 60 jê zarok û 71 jê jin bi giştî 484 sivîl jî birîndar bûn. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê jî da zanîn ku di encama êrîşên dewleta tirk ên di kanûna 2020’an de 498 sivîl ji hêla dewleta tirk ve hatin kuştin.
Rêveberiya Efrînê piştî ku sivîl hedef hatin girtin, di 16’ê adara 2018’an de biryar da ku welatî ji bajar bên derxistin. Di navbera 16-18’ê adarê de derdora 300 hezar kes neçar man ku koçî Şehbayê bibin. Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê di 18’ê adarê de daxuyaniyek da û wiha got: “Piştî lihevkirina bi Rûsyayê re û bêdengiya hêzên herêmî, dewleta tirk di 20’ê çileyê de li dijî Efrînê dest bi êrîşan kir. Rûsyayê bi helwestekî dijminane qada hewayî ji dewleta tirk re vekir da ku li dijî gelê me bikare qirkirinê bike. Rûsyayê, gelê me yê sivîl ji bo berjewendiyên xwe feda kir. Gel û şervanên me 58 rojan bênavber li dijî duyemîn mezintirîn hêza NATO’yê berxwedaneke mezin raber kirin. Lê belê dewleta tirk a dagirker pir zêde êrîşî sivîlan kir û binesaziya Efrînê hedef digire. Lema jî rûxandineke mezin pêk anî. Ji ber vê sedemê jî ji bo pêşîlêgirtina karesateke mezintir a mirovî, me biryar da ku welatiyên sivîl ji bajar derxînin.”
Bîlançoya şer
YPG’ê di çileya sala 2019’an de bi daxuyaniyekê bîlançoya berxwedana 58 rojan bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta tirk hezar û 98 caran ji hewa ve êrîş kir, 3 hezar û 577-4 hezar caran bi çekên pêşketî êrîş kir. Hêzên parastina Efrînê jî li dijî van êrîşan herî kêm 900 çalakî pêk anîn. Di encama berxwedanê de 2 helîkopter û 2 balafirên bêmirov hatin xistin, 122 wesayîtên leşkerî û 2 wesayîtên bombebarkirî hatin îmhakirin. Di heman demê de 2 hezar û 422 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin.”
Saziya Malbatên Şehîdan a Rojava jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 20’ê çileya 2018’an heta niha 987 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane.
Di êrîşan de sekna gel
Kazikli Muhammed Silêman ku di dema êrîşan de hevşaredarê navçeya Mabetayê bû, qala wê pêvajoyê kir. Silêman, da zanîn ku Efrîn di bin mîsogeriya Rûsyayê de bû û ev tişt anî ziman: “Li hemberî herêma Gutayê ya girêdayî Şamê, Rûsyayê destûra êrîşeke li dijî Efrînê da. Beriya 20’ê çileyê hêzên paramîlîter gelek caran êrîş kirin lê encamek bi dest nexistin. Tirkiyeyê çawa ku dît nikare bi rêya van hêzên kirêkirî tiştekî bi dest bixe, wê demê ew bi xwe tev li êrîşan bû.”
Bi domdarî Silêman got “Roja ewil a êrîşan mîna roja mehşerê bû” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê kurd bi kal û pîr, bi ciwan û zarokên xwe li dijî dagirkeriyê li ber xwe dan. Ji 7 salî heta 70 saliyê her kes tev li parastina Efrînê bû. Dewleta tirk her cureyên teknolojiyê bi kar anî. Dema li dijî Efrînê êrîşên hewayî dikir, çeteyan jî ji 8 baskan ve li dijî Efrînê dest bi êrîşa bejahî kirin. Komkujiyeke mezin hat kirin. Li Taxa Mehmûdiye ya Efrînê komkujiyeke mezin hat kirin. Her wiha li Cindirês û Mabetayê komkujî hatin kirin. Ji bo ku komkujiyên hîn mezintir çênebin, gelê Efrînê neçar ma ku ji bajar derkeve.”
‘Rûsyayê rê li ber rejîmê girt’
Di berdewamê de Silêman anî ziman ku li dijî êrîşan banga parastina sînoran li hikûmeta Şamê hat kirin û wiha berdewam kir: “Dema dewleta tirk êrîşî Efrînê kir, hêzên rejîma Sûriyeyê xwest bersivê bide. Lê belê Rûsyayê destûr neda. Tiştek ji destê rejîmê nedihat ji ber ku girêdayî Rûsya û Îranê ye. Kurdên efrînî ji bo parastina sînoran bang li hikûmeta Şamê kirin. Li ser vê yekê 140 leşkerên ku ne yekser girêdayî rejîma Şamê lê bi wê re tevdigerin hatin Efrînê. Lê ev kes rastî êrîşên balafirên Rûsya û Tirkiyeyê hatin.”
‘Demografya hedef hat girtin’
Silêman, diyar kir ku gelê Efrînê neçar ma ku koçî Şehba, Heleb û deverên cuda bibin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Gelemperiya kesên li Efrînê dijiyan kurd bûn. Dewleta tirk ji bo ku demografyaya herêmê biguherîne êrîşî Efrînê kir. Di demên pêş de dema hilbijartinek çêbû, xwest nifûsa kurdan a li vê derê tune bike. Kurdên li Efrînê ji bo xwe weke gefekê dibîne. Dewleta tirk piştî dagirkirina Efrînê, destwerdaneke mezin li bajar kir. Heke em niha biçin bajar dibe ku Efrînê nas nekin. Ne xwezaya wê, ne berhemên dîrokî û ne jî gelê wê nehiştin. Efrîn ji her alî ve guherandin.”
Çavkanî: Ajansa Mezopotamya
Sibê: Rewşa Efrînê ya piştî êrîşan