Di dîrokê de ji bo qirkirina nasname û mafê kurdan çanda kurd, rastî her bendên qirkirinê hat, lê piştî çirûska 19’ê tîrmehê wek rojek li cîhana çanda kurdî hat hilat û bi alîkariya tevahî neteweyên li herêmê çanda kurdî gihîşt asta herî bilind.
Têkildarî pêşketina çanda kurdî Mihemed Ebdo axivî.
Endamê Beşa Wêje, Çîrok û Folklor ya Çand û Hunera Baqî Xido Mihemed Ebdo Misî têkîldarî pêşketina çand kurdî wiha got: “Çanda kurdî her tim di bin qirkirin û tinekirinê de bû, lê piştî çirûska 19’ê tîrmehê ev çand weke şitlekê roj bi roj nûjen bû û heta roja me ya îro gihîşt astên herî bilind. Çanda mirov nasnameya mirov e, lê ji bo tunekirina nasnameya kurd li her çar parçeyên Kurdistanê çanda kurdî bi qirkirinê re rû bi rû ma. Ji ber ku çand bingeh û nasnameya civakê ye û her netewe bi rêya çand û wêjeya xwe hebûna xwe misoger dike.”
Misî diyar kir ku dagirkerên her çar parçeyên Kurdistanê çanda kurdan weke çanda xwe pênasekirin û wiha pêde çû: “Çanda kurdî çandeke kevnar e, ji bo vê rastî her bendên qirkirinê hatiye. Lê dema mirov xwedî li dîrok û çanda xwe derbikeve ne mimkin e ku rastî qirkirinê were. Gelên xwedî çand jî bi berxwedan û têkoşînê re xwedî li çanda xwe derketin.”
Hemê Kobanê anî ziman ku berê tu kes bi awayekî azad nedikarî stranên xwe bêje an jî beşdarî Newrozê bibe: “Helbest û stranên kurdî beriya çirûska 19’ê tirmehê bi awayekî azad nedihatin gotin, dema kesekî bi zimanê xwe stranan digot, îşkence li wan kesan dihat kirin an jî dihatin kuştin.”
Çanda kurdî êdî geş dibe
Hemê Kobanê got, ku piştî çirûska 19’ê tîrmehê çanda kurdî ji tarîtî derbasî ronahiyê bû û wiha berdewam kir: “Çanda kurdî piştî çirûska 19’ê tirmehê wek rojekê hilat û her roj wek şitleke mezin dibe. Pêşketina çanda kurdî li Rojava nayê pênasekirin, desthilatdarî pêşketina çanda kurdî ji bo pergala xwe weke metirsiyeke mezin dibîne. Lewma li her derê çand û hunera kurd dike armanca xwe. Li Parîsê jî Çand û Hunera Ahmed Kaya kir hedefa xwe ku tê Hunermend Mîr Perwer hate qetilkirin. Lê şûna Mîr Perwer sedan Mîr Perwer cihê wî bigirin û bi hunera xwe li hemberî faşîzmê têbikoşin.”
Bi saya projeya neteweya demokratik çanda kurdî bêhtir dewlemend bû
Misî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku bi saya projeya Neteweya Demokrat çanda kurdî gihîşt astên herî bilind û wiha got: “Çand û wêjeya kurdî bi rêya çîrokên devokî yên bav û kalan û destanên Mem û Zîn, Xec û Siyabend gihîstiye vê astê û bi saya pirojeya Netewa Demokratîk jî wêjeya kurdî bêhtir dewlemendtir bû.”