Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

​​​​​​​Tecrîd derqanûnî ye û li dijî pîvanên mafên mirovan e

Hiqûqnasên li Reqa û Tebqayê diyar kirin ku cezayên dîsplînê yên li rêber Abdullah Ocalan tên birîn, li dijî qanûn û pîvanên mafên mirovan in. Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ku cidî kar bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

Dewleta tirk ya dagirker ferzkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne ku di 4`ê çileyê de qedexeya hevdîtinê heta 3 mehên din bi hiceta cezayên dîsplînê birî. Hiqûqnas destnîşan dikin ku ev ceza li dijî qanûna Tirkiyê û pîvanên mafên mirovan e.

Ji 22 mehan ve, agahî ji rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Li hember agahiyên ku CPT`yê yên der barê serdana xwe ya dawîn bo Îmraliyê aşkere kirine de, aliyên siyasî, civakî, tevgerên jinan û ciwanan bi fikar in.

Di vê çarçoveyê de, endamê Komîteya Edaleta Civakî ya Tebqa û Reqayê, Casim Îsmaîl got: “Dewleta tirk tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne. Ew bi vê kiryara xwe qanûn û pergalên navneteweyî bin pê dike. Tecrîd li dijî rêgezên herî basît ên edaleta civakî ne.”

Îsmaîl bêdengiya rêxistinên mafên mirovan li hember tecrîda girankirî şermezar kir û got: “Divê ew di karê xwe de cidî bin ji bo ku tecrîd bi dawî bibe. Ji xwe ev tecrîd der qanûnî ye.”

Berdevkê Desteya Dozgeriya Giştî ya Reqayê dadger Muhsin El Betran îşaret bi biryara dawîn a dirêjkirina tecrîdê kir û wiha anî ziman: “Tirkiyê bi vê biryarê, mafên mirovan binpê kir.”

El Betran ev li gotinên xwe zêde kir: “Sûcên li dijî rêber Ocalan pêk tên, ne nû ne. Binpêkirina mafên mirovan û pîvanên navneteweyî ji aliyê dewleta tirk ve berdewam in ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve şêniyên herêmên ku dagir kirine, koçber kirin, kuştin û binesaziya welêt wêran kir. Her wiha ew finanskerê sereke ya komên terorîst ên li Sûriyeyê ne.”

El Betran bang li bidawîkirina tecrîdê, aşkerekirina tenduristiya rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Her wiha El Betran bang li hemû aliyên têkildar ên NY û mafên mirovan kir ku yekser destwerdanê bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

Girêdayî heman mijarê, Hevserokê Dîwana Edaleta Civakî ya Tebqayê Mutez El Sûdan got: “Cezayên dîsplînê yên li dijî rêbertî tên birîn, li dijî hemû pîvan, peymanên mafên mirovan e.”

El Sûdan bang li CPT`ê kir ku rewşa rêber Abdullah Ocalan û tiştên di girtîgeha Îmraliyê de rû didin aşkere bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar