Hema em ji gera Husên Emir Ebdullahiyanê Wezîrê Karûbarê Derve Yê Îranê despê bikin. Di nava hefteyekê de xwe gihand Şamê, Enqerê û li ser rêya Moskovayê ye.
Hilbet ev ger ne hema ji nişka ve pêkhat.
Çend hefteyan berî vê gera bi lez, di demek kurt de, du civînên balkêş û giring hat in li darxistin. Yek; civîna bilind a Urdunê (20-21.12.2022) bû, dudu; civîna Moskovayê (28.12.2022) bû.
Di her du civînan de û di vê gera Ebdullahiyan de jî, mijara sereke û bingehîn pirsa gelê Kurdistanê bû.
Em, bi kurtayî bînin bîra xwe civîna Urdunê; li ser naveroka civîna 1.ê ya Bexdayê û bi navê civîna 2.a ya Bexdayê, belê vê carê bi pêşengiya Macronê Fransî û Sudaniyê Iraqî pêkhat.
Vê carê li beşdaran; Misir, Siûdî Erebistan, Miregtiyên Ereban, Qeter, Tirkiye, Bahreyn û Miregtiya Ummanê hatibûn zêdekirin.
Civîna Moskovayê; bi navberkariya Rusyayê, wezîrên bergirî û serokên istixbaratên Tirkiyeyê û Suriyeyê li hev rûniştin. Her wiha li vira biryar standin ku hema bi lez wezîrên derve yên herdu dewletan, dîsa bi heman navbênkariya Rusyayê li hev bicivin.
Divê ev jî neyê jibîrkirin ku du-sê hefteyan berî van civînan, di 7.12.2022 de, Serokê Çînê Şî, li Siûdî Erebistanê gelek bi germî hatibû pêşewazî kirin û civînen bilind ên naverokên wan têrûtije yên 3 roj kişandin, hatibûn lidar xistin.
Li gel van civînen giring û balkêş, hinek ger û danstandinên din jî hene. Mînak; di van her du heyvên dawî de, ji alîkî vê Çîn, ji aliyê din ve Fransa, weke ku ji bo parvekirina hinek deverên cîhanê ji nuh ve, bi taybetî daketine parzemîna Efrîqayê.
Li pey van dewletên hegemon ên giregir, wezîrê derve yê dewleta tirk Çuvuşoglu û weke dijberê wî wezîrêe derve yê Yunanistan jî derketibûn gera heman parzemînê.
Bêgûman, van dewletên mîna Tirkiyeyê û Yewnenistanê, ku bi her awayî pabend in bi zirdewletên cîhanî ve, dişibin wê gotina gelîrî ya dibêje; li pey karwên nalan berhev dikin!
Jixwe weke hatibû gotin ku divya Çuvuşoglu, di 18ê vê heyvê de li Moskovayê, bi navberiya wezîrê Rusyayê, li gel wezîrê derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad, bi hev re rûniştiban. Lê ev qewl/jivan hat bipaşvexistin, gelo çima?
Tê gotin ku jiber çûyîna wî ya Emerîka derket pêş!
Jixwe li ser van mijaran hinek dibêjin, “Emerîka, Çavuşoglu vekişand Washingtonê, jiber ku Tirkiyeyê zêdegavî an zimandirêjî kiriye, wê hinek guhê wî bikişîne”!
Lê ji vê egerê pirtir, dibe ku bang kiribin, ji bo biçe him agahiyan(tekmîlê) van civînan û hewldanên xwe û yên din bide wan, him jî fermanên(talîmatên) nuh werbigre.
Jiber baş tê zanîn dewletên mîna Tirkiyeyê û Yunanistanê, ji her alî ve bi DYEyê ve girêdayî ne. Bêyî wan nikarin gavê zêde(yên stratejik) bavêjin. Lê belê di nava çarçoveya projeyên ew didin destê wan de, dibe ku hinek hewldanan ji bo berjewendên xwe yên biçûk(yên tektîkî) jî bikin.
Li ser vê mijarê gelek şîroveyên xelit an bi kêmasî hene. Weke ku tê gotin; “DYE an Rûsya, ji bo ku dewleta tirk razî bike hewl dide” û hwd.
Bi taybetî jî, piraniya van gotinan, liser êrîş û dagirkeriya dewleta tirk a li ser Rojava tên gotin. Hema yekser divê mirov zanibe, ne bi tinê li Rojava, belê li her deverê, dewleta tirk, bêyî destur/îzna DYEyê nikare ti gavan bavêje.
Ew fort û gefên wan, hemû ji bo berjewendên xwe yên biçûk/tektîkî yên hundurî ne. Her wiha, heke di van gotinên zimandirêjiyê û hewldanên gavzêdeyiyên ji bo berjewendên xwe jî de, zerar û ziyanê bidin DYEyê, hema yekser guhên wan an hefsarên wan tên kişandin!
Ew taybetmendiyek Rojava an bi giştî ya Sûriyeyê ku heye jî, divê mirova şaş neke. Erê rast e, DYE û Rûsya, li ser hinek mijaran lihev kirine; weke mînaka Rojhilat û Rojavayê Firatê li hev par kirine.
Ev nayê wateya ku dewleta tirk, dikare ji vê lihevhatinê pir sûd werbigre. Na xêr, berovajî, heke berê tenê bi Emerîka ve girêdayî bû, nuha ji aliyekî din ve bi Rûsyayê ve jî hatiye girêdan û nikare zerarê bide berjewendên Rûsyayê jî. Wate; girêdanên wê bûye ducar/dubar!
Di encamê de, yek ji mijara sereke/bingehîn a rojevên wan civînan, pirsa gelê Kurdistanê ye. Bazarên giran û birfireh li ser doza gelê Kurdistanê tên kirin. Jiber ku Tevgêra Azadiya Kurdistanê, asta hişmendî û îradebûna gel pir bilind û mezin kiriye. Lewma êdî tu dewlet, di amade kirina plan û projeyên xwe de, nikarin doz û Tevgêra Azadiya Gelê Kurdistanê paşçav bikin.
Her wiha, lewma ewqas êrîşên dijwar, him li welat him le derveyî welat tên ser endamên Tevgêr û Welatparêzên Kurdistanê. Bi taybetî jî tên ser jinên pêşeng ên gelê Kurdistanê.
Lê divê were zanîn ev êrîşên ewqas giran, ne ji xurtbûna dujminên gelê Kurdistanê û bi taybetî ne ji xurtbûna dewleta tirk tên. Berevajî, ji tengavbûn û lawazbûna wan tê.
Belê, êdî dostên gelê Kurdistanê yên cîhanî jî, li gel têkoşîna gelê Kurdistanê, ji berê xurtir cih digrin. Dibe ku ya vê dema dawî, wan êrîşkaran pirtir lawaz dixe jî, yek jê ev be!
Dîsa em bêjîn: Li gel xeteran, derfet û curet jî zêdetir dibin!
Lewma mirov dikare bêjê, di bazara hegemonan a li ser Kurdistanê de, vê carê serkeftin nabe ya wan. Êdî gelê me, di dawiya sedsala Peymana Lozanê ya parçekirina Kurdistanê de, ev peymana koletiyê dirand û avêtiye sergoyê dîrokê.
Ev sedsala nuh, dê bibe sedsala azadiya gelê Kurdistanê!