Erdogan roja hilbijartinê bi awayekî ne fermî îlankir. Ew ê bi çi rengî fermî bikin niha ne aşkere ye, lê hilbijartina parlamento û serokkomariyê ew ê di 14’ê gulanê de çêbe. Em dizanin ku derdê herî mezin ya Erdogan ne tenê di hilbijartinê de, di hemû jiyanê de bêbandorkirina kurda ye. Diyar e, ew ê di vê hilbijartinê de jî bi vê derdê xwe ve tevbigere. Neheq jî nîne. Xwest çi bike, berxwedana kurda pêşî lê girt.
Êdî herkes dizane. Ew dixwaze di hilbijartina 14’ê gulanê de careke din were hilbijartin. Lê kurd kilîda hilbijartinê ne û ew kurdên kilîd in yek ji wan dengê xwe nadin Erdogan. Ango rewşa Erdogan zor e û di xeterê de ye. Ji bo xwe ji bandora kurda xilas bike jî yek rêyekî wî heye. Tenê dikare bi gûrkirina şer, gûherandina rewşa xwe biceribîne.
Bi gorî agahiyên ku ji Rojavayê Kurdistanê tên, Erdogan ew ê rêya gûrkirina şer ji ser Rojavayê Kurdistanê bixe meriyetê. Fermandarê Giştî ya QSD’ê Mazlûm Abdî got, “Tirkiye dixwaze meseleyê xwe yê navxweyî ji ser me çareser bike. Ji ber vê yekê jî em li bendê ne ku di meha sibatê de êrîşek bîne ser Rojava û Bakûr û Rojhilatê Suriyê.”
Meseleyên navxweyî ya Tirkiye çi ne, diyar in. Tirkiye, bi her awayê xwe ve têkçûye, lê di serî de têkçûna aboriyê heye. Sedema vê têkçûnê jî şerê li dijî kurda ye, ango siyaseta şer e.
Aboriya Tirkiye heta niha bi alîkariya derve li ser piya bû. Welatên Rojavayî û hin welatên ereb, ji bo Tirkiye nekeve bin bandora Rusyayê piştgiriyek baş didan Erdogan. Niha piştgiriya Rojavayî û welatên ereban lawaz dibin. Lê ev car Rusya ji bo bikaribe Erdogan baştir bikar bîne, devê deriyê xezîna xwe jê re vekiriye.
Divê em qebûl bikin. Erdogan heta niha her tim li ser çar lingên xwe ket. Ji hemû nakokiyan îstîfade kir. Her weha, ji bo bikaribe desthilatdariya xwe ya faşîst bidomîne ji xwe re derfetan çêkir. Hemû cûre xerabiyê bikar anî. Ji taciriya maddeyên hişber bigrin heta taciriya perê reş, her tişt ceriband. Lê niha di karanîna derfetan de jî hatiye dawiya rê. Ji ber vê yekê jî li ber wî tenê rêya gûrkirina şer heye. Heke jê bê, wekî her dîktatoran ew ê jî di dema çûyîna xwe de rêya gûrkirina şer biceribîne.
Diyar e, niha derfeta ku bikaribe ji nakokiyan îstifade bike ne wekî berê ne. Wê çaxê ew ê xwe li ser alîkî ve bigre û dijminatiya xwe ya li dijî kurda bidomîne. Ji bo vê dijminatiyê jî siyaseta wî ya mejî şûştinê “neo osmanî”, qadên wî yên şer jî Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan in.
Di rewşa xuyayî de aşkere ye ku Erdogan ew ê xwe bi ser Rusyayê bigre. Rusya ji bo nakokiya nav NATO’yê mezin bike û her weha bikaribe pêşî li Amerîkayê bigre, ew ê pêşî li şerê Erdogan veke. Helwesta Amerîka çi be em nizanin. Dibe ku wekî Efrînê bê deng bimîne an jî bi helwestek xurttir piştgiriya Rêvebiriya Xweser û hêzên wê yên leşkerî bike. Lê helwesta Amerîka çi dibe bibe, weha dixwuye ku ew ê Erdogan di rojên pêş de êrîşek bibe ser Kobanê. Mazlûm Abdî, li ser vê yekê jî axivî. Berê banga hêzên hegemonîk kir ku pêşî li êrîşek bi vî rengî bigrin. Dû re peyama berxwedanê da. Careke din nîşan da ku kurd çi car teslîmî siyaseta şer nabin.
Ev rast e. Kurd, teslîmî siyaseta şer nabin. Lê berdêla şer jî giran e. Her weha ev şerê ku em behs dikin, tenê ji bo xurtkirina desthilatdariya Erdogan e. Ew ê ji bo di hilbijartinan de têk neçe, ji bo kurda bêhêvî bike careke din rêya şer biceribîne. Bi tevî şer, ew ê her cûre zext jî li ser kurda zêde bike.
Ev tespîtên dûmahî yên li ser şer ne ku ji bo hêvî bişkînim hatin nivîsandin. Na xêr. Ev tespîtên han ji bo rewşa Erdogan çi ye baştir were famkirin hate nivîsandin. Kin û kurt Erdogan di xeterê de ye, rewşa wî ne baş e û dikare her cûre dînîtiyê bike. Divê em bizanibin, berdêlên herî giran jî di heyama “dînîtiyan” de tê dayîn. Bêgûman, ew ê kurd berxwe bidin. Lê divê Erdogan ne tenê derdê kurda be. Her kes û aliyên ku ji dînîtiya dîktatorek hov zirar bibînin, her weha ji pêşîlêgirtina dîktatorê jî berpirsiyar in.