Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

​​​​​​​DAIŞ’ê çawa plana dagirkirina Reqa, Hesekê û Qamişloyê danî

2 çeteyên ku beşdarî êrişa li ser girtîgeha Sînaayê bûbûn, diyar kir ku armanca wan a dagirkirina Qamişlo, Hesekê û Reqayê bû.

Êrişa 20ʹê Çileya 2022ʹyan a li ser girtîgeha Sînaayê ji êrişa herî mezin ên çeteyên DAIŞʹê bû. Di vê êrişê de çeteyan xwest girtiyên xwe yên ku Adara 2019ʹan di pêngava rizgarkirina bajarokê Bahozê xwe radestî QSDʹê kiribûn, birevînin. Çeteyan bi beşdarbûna bi dehan êrîşkarên xwekuj planeke berfireh a êrîşê danîbû.

Di salvegera yekemîn a êrîşa li ser girtîgeha Sînaayê de, 2 çeteyên ku beşdarî êrîşê bûbûn, detayên êrîşê ji ajansa me re parve kirin.

ÇETE EBÛ BEKIR EL IRAQÎ KÎ YE?

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/01/19/181515_abw-bkr-28kbyr29.jpg

Çete Ebû Bekir El Iraqî navê wî yê rast Yasil Salih Ehmed e. Çete Yasir Salih Ehmed ji bajarê Mûsil a Iraqê ye û di sala 2014ʹan de tev li DAIŞʹê bû. Çete Yasir Salih Ehmed di sînorê navbera bajarê Qaîm ê Iraqê û bajarê El Bû Kemal ê Sûriyeyê de derbasî Sûriyeyê bû û di salên 2017 û 2018ʹan wezîfeya emîrê berhemên mirovî li “Wîlayeta Furat” wergirtibû. Çete Ehmed sala 2019ʹan anku dema pêngava rizgarkirina bajarê Bahozê xwe radestî QSDʹê kir.

Çete Ebû Bekir El Iraqê di girtîgeha Sînaayê de wezîfeya “emîr” wergirtibû û wekî berpirsê zêdetirî 500 çeteyî bû.

DI GIRTÎGEHÊ DE XWE BI RÊXISTIN DIKIRIN

Çete Ebû Bekir El Iraqî plana êrîşa li ser girtîgeha Sînaayê aşkere kir. Ebû Bekir El Iraqî anî ziman ku plan bû ku destpêkê tevlihevî di hundirê girtîgehê de were derxistin û got: “Me xwe li gorî koman bi rêxistin kiribû. Me emîrek, cîgirê wî û dadwerek ji bo girtîgehê hilbijartibûn. Bi alîkariya hin kesên lawaz û li beramberî pereyan me telefon derbasî girtîgehê kir û me têkilî bi derve re danîn. Telefona destan a ku derbasî girtîgehî hatibû kirin, ji aliyê çend kesan tenê ve wekî emîrê girtîgehê Ebû Rehma, cîgirê wî Ebû Haris Hemûdî û dadwerê giştî yê girtîgehê Ebû Mihemed El Temîmî dihat bikaranîn.”

Çete Ebû Bekir El Iraqî diyar kir ku beriya 6 mehan agahiya wan hebû ku dê êrîş were kirin û got: “Ji birêxistinkirina kar û barên girtîgehê emîn hebûn. Dema em derdiketin qada girtîgehê agahî li hemû baskên girtîgehê belav dikirin. Ji berî 6 mehan ve agahiyên me hebûn ku dê êrîşî girtîgeha Sînaayê were krin. Destpêkê erebeyeke bombebarkirî li ber deriyê mezin teqandin. Piştre me dest bi şikandina dîwar û deriyan kir û me rê li ber tevahî hucre û beşên qata yekemîn vekirin. Piştre jî me deriyên hemû qatan şikandin.”

ARMANC

Çete Iraqî destnîşan kir ku plan derketina ji girtîgehê bû û wiha domand: “Plan bû ku erebe li benda me bin da ku me bighînin cihê dewleta îslamê. Di roja duyemîn a êrîşê de li nêzî sewama nêzî girtîgehê hatim girtin.”

Li gorî mikurhatinên çete Ebû Bekir El Iraqî: “Armanca êrîşa li ser girtîgehê, ji girtîgehê birevin, biçin herêmên din ên di bin serweriya dewleta îslamê de, careke din tev lê bibin an jî biçin Tirkiyeyê.”

EMÎRÊ ʹBEYET EL MEWTʹ LI GIRTÎGHA SÎNAA EBÛ MIHEMED EL URDINÎ KÎ YE?

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/01/19/181541_abw-mhmd-alaardny-28kbyr29.jpg

Çete Nûredîn Şaban Ehmed Beyrem (Ebû Mihemed El Urdinî) sala 1973ʹyan li Urdinê ji dayik bû. Ebû Mihemed El Urdinî bi destpêka tevgera li Sûriyeyê re di sala 2011ʹan de hat Sûriyeyê.

Çete Ebû Mihemed El Urdinî, derdora 3 mehan li Derayê dimîne, piştre diçe gundewarê rojhilat ê Şamê û li wir jî derdora 5 mehan dimîne û wezîfeya berpirsê şerîetê yê Cebhet El Nusra li Şam û gundewarê digire. Piştre jî wezîfeya emîrê taxa Cober a Şamê werdigire, her wiha wekî emîrê herêma Merc El Sultan xebitî.

Piştî parçebûna di navbera çeteyên DAIŞ û Cebhet El Nusra de çêbû, koma çete Ebû Mihemed El Urdinî di nav de bû komeke bi navê “Rêxistina El Ensar” ava dikin û di nava salekê de şerê hev du kirin. Piştre çeteyên “Ceyş El Îslam” wî digirin û derdora salekê di girtîgehên wan de dimîne.

Dema ku hêzên hikumeta Şamê tevahî Xûtaya Rojhilat a Şamê kontrol kir, vê komê bi hikumeta Şamê re li hev kir. Di encama lihevkirinê de çeteyên koma ku Ebû Mihemed El Urdinî di nav de bû ber bi bajarê Idlibê ve hatin derxistin. Çete Ebû Mihemed El Urdinî derdora 3 mehan li Idlibê dimîne. Li vir jî bi çeteyên ku di herêma Hecîn û Bahozê de asê mabûn re peywendî danî.

Çete Ebû Mihemed Ebû Mihemed El Urdinî di sala 2018ʹan de diçe herêmên di bin kontrola DAIŞʹê de û tev li wan dibe.

Bi rizgarkirina bajarokê Bahozê re ji aliyê QSDʹê ve, çete El Urdinî tev bi hezaran çeteyên DAIŞ û jin û zarokên wan xwe radest kirin û veguhastin girtîgeh û kampan.

ʹSERÇETEYÊN LI DERVE FERMANA JI NÛ VE BIRÊXISTINKIRINA GIRTÎGEHÊ DAʹ

Çete Ebû Mihemed El Urdinî di mikurhatinên xwe de got: “Dema me xwe di girtîgehê de birêxistin dikir, bi alîkariya hin kesan li beramberî pereyan me telefonên destan bi dest xist, peywendî di navbera berpirsên DAIŞ yên li hundir û derve de çêbûn. Tenê çend kes bi derve re peywendî datanîn. Plan di çarçoveyeke teng de di navbera emîrên girtîgehê anku Ebû Rehma, cîgirê emîrê girtîgehê Ebû Haris Hemûdî de dihat danîn. Berpirsên li derve jî misyon li fermandarên rêza yekemîn ên di girtîgehê de belav dikirin. Plan li ser asta emîrên girtîgehê tenê dihatin nîqaşkirin. Me jî li ser bingehê ʹzêde pirs neke, li detayên din negerinʹ ferman bi cih dianîn.”

ÊRIŞA LI SER GIRTÎGEHÊ

Çete Ebû Mihemed El Urdinî diyar kir ku beriya zêdetirî 5 mehan agahiyên wan li ser êrişê hebû û got: “Beriya zêdetirî 5 mehan me dizanî ku dê êrîşî girtîgehê were kirin. Li beramberî wê agahiyên me hebû ku êrîşa yekemîn a bi serkêşiya wîlayeta Şam hat têkbirin, piştî ku erebeya bombebarkirî hat rûxandin. Me jî alavên tuj û kêrên hesin ên di hundir de amade kiribûn. Wê demê emîrê girtîgehê ferman da hemû girtiyan ku saeta sifirê wê destpê bike û xwe amade bikin. Biryar bû ku êrîş bi azana nimêja eşayê destpê kiribû, lê tavilê agahî hat ku çalakî têk çûn, ji ber ku QSDʹê koma ku amadekariyên êrîşê dikirin girt. Piştî demekê careke din agahî dan me ku ji bo rewşeke awarte amade bin, gotin em ji bo lixwekirina cilan û di dema xwarinê jî amade bin û li benda saeta sifirê bin.”

DETAYÊN ÊRIŞÊ

Çete Ebû Mihemed El Urdinî behsa kêliyên destpêkê yên êrîşa li ser girtîgeh kir ” Roja Pêncşem 20ʹê çileyê, saet derdora 7ʹê êvarî, me dengê teqînan bihîst. Piştî wê yekser li tevahî girtîgehê dengê tekbîran hat. Me jî dest bi şikandina derî û pencerayan kir, heta me xwe gihand tevahî hucre û odeyan û em ji avahiya ku em tê de bûn derketin. Piştî ku em bi komeke mezin ji avahiyê derketin, me deriyên avahiya ku birîndar tê de bûn şikandin. Me hemû derî vekirin. Em derketin qada girtîgehê û me  dest danî ser panzêr, erebeyên doçka yên taybet bi parastina girtîgehê. Me berî da deriyê sereke yê girtîgehê. Li vir me bi rêya panzêran deriyên girtîgehê şikandin. Lê me nikarî deriyê sereke bişkînin, ji ber ku Hêzên Sûriya Demokratîk gule bi aliyê me ve diavêtin. Erebeyek din jî hebû, vê erebeyê dîwarê aliyê din ê girtîgehê yê ku girtîgehê bi avahiya fakulteyên endizariya medenî û aborî ve girê dide rûxand.”

Çete anî ziman ku di deqeyên destpêkê yên deketina ji girtîgehê wan depoya çekan a nêzî avahiya rêveberiya girtîgehê dîtin û dest danîn ser derdora 30 tivingî û wiha domand ” Emîrê fermandarên leşkerî Sedam anku Ebû Seyf erk li me belav kirin û ferman da me ku ji girtîgehê derkeve. Dema me bihîst ku depoya çekan heye, me berî da wir û me çek birin. Piştre Ebû Seyf ferman da ku em biçin nuqteyên şer da ku rêyeke ewle ji bo derxistina girtiyan vekin.”

Çete Ebû Mihemed El Urdinî aşkere kir ku hejmara çeteyên ku ji girtîgehê derketin gelekî kêm bû û li taxa Xiwran, depoya genim û dibistana pêşesaziyê ji aliyê QSDʹê ve hatin dorpêçkirin. Her wiha anî ziman ku di şer de emîrê girtîgehê Ebû Rehma, cîgirê wî Haris Hemûdî û Ebû Seyf hatin kuştin.

Çete El Urdinî bi bomdarî got “Dema me nikarî derkevin, bi sedan girtiyên di avahiya girtîgehê de kom bûn. Kesekî rûgirtî min wî nas nekir bi aliyê min ve hat û ji min xwest ku careke din bi navê ʹBeyet El Mewt” rêxistinê bipejirînim. Armanca vê yekê teqez bikin ku an ji girtîgehê derkevin an jî şehîd bikevin.”

PIŞTÎ DERKETINA JI GIRTÎGEHÊ XEYALÊN DAIŞʹÊ

Çete Ebû Mihemed El Urdinî armanca ji vê êrîşê diyar kir û got: “Plana me ev bû eger em girtîgeha Sînaayê derkevin, em ê biçin taxa Xiwêran. Agahiyên me li ser nexşe û erdîngariya vê taxê heye. Armancên pêşîn ên rêxistinê kontrolkirina tevahî bajarê Hesekê ye û bi Koalîsyona Navnetweyî re diyalogan bikin ji bo ku bi jinên li kampa Holê re biçin bejahiya Enbar an Şamê. Her wiha plan bû ku eger em ji girtîgehê derkevin, li gel kesên xwekujî erebe û cih ji bo me werin dabînkirin. Li gel van jî wê çalakiyên rêxistinê ji Reqa heta bajarê Qamişlo hebin ku di çarçoveya bajarê Hesekê de sînordar nemîne. Piştî binkeftina êrîşa Ii ser girtîgeha Sînaayê, careke din em teslîm bûn. Di girtîgehê de me nas kir ku çalakiya li ser girtîgeha Sînaayê navendî bû.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar