Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hişmendiya mêr li pêşiya jinan astenge

Jinên Tunisê ji ber desthilatiya hişmendiya baviksalarî, ji jiyana siyasî tên dûrxistin. Çalakvana femînîst Cedîlende Laqtî ji bo hilbijartinê nerazîbûnê xwe anî ser ziman û got: “Hişmendiya mêr jin di nav siyasetê de qebûl nake.”

Tunisê roja 29’ê çileya 2023’yan ji bo tûra duyem ya hilbijartinên zagonî ji bo perlemantoya nû diyar kirin. Tûra yekem di 17’ê kanûna borî de hat lidar xistin û 23 namzet tê de biserketin, ji 154 kursiyên perlemana bê tenê 3 jin in.
Çalakvana femenîst û Seroka Komeleya Jin a Nûjen û Zarokên Pêşerojê Cedîlende Laqtî der barê vê mijarê de nêrînê xwe anî ser ziman û got: “Rêjeya jinên namzetên hilbijartinan ji sedî 5 derbas nekirin, ew jî rêjeyek lewaz e cihê şermezariya komeleyên jin bû. Rêjeya namzetên jin di hilbijartinan de lewaz e, ji di fona kampaniyayên hilbijartinê de piştgiriya hikumetê darayî ji jinan re nîne bi taybet di herêmên dûr li Bakûr û Rojavayî Tunisê ya parêzgeha Jendûba.”
Cedîlenda Laqtî bal kişand ser zextên ku hişmendiya mêr li ser jinan ferz dike û wiha got: “Kêm beşdariya li Bakûr û Rojavayê Tûnisê vedigere bandora hişmendiya mêr ku di nav eşîran de pêk tê, her wiha zemînek civakî siyasî ji bo beşdarbûna jinan weke namzet an hilbijêr jî nîne, bi taybet di rewşa dijwar a Tunisê di herêmên hundirîn de bandor li rewşa jinan û rêjeya beşdarbûna wan kir.”
Jinên namzet du qatî zehmetiyan dikşînin
Çalakvana femenîst hilbijartinên 2014’an bibîr xist û da diyarkirin ku beşdarbûna jinên ji Bakûr û Rojava rêjeya 60% derbas kiribû, her wiha destnîşan kir ku ragihandinê jî bi rola xwe der barê hişyarkirina ji bo beşdarbûna jinan neleyîst û wiha pêde çû: “Hişmendiya mêr li herêmên eşîrtî piştgiriya jinan di ketina perlemantoyê de nakin, tevî kevneşopiyên ku hîne rola jinan tenê di mal, zewac, metbex û dayîkbûnê de dibîne.”
Cedîlende Laqtî destnîşan dike ku gundewarên Bakûr û Rojavayê Tunisê di tûra yekem ya hilbijartinên zagonî de bi awayekî tirsnak dûrketin, tê gumankirin heman encam di tûra duyem de jî derkeve holê.
Ne tehammuliya li hemberî jinan
Cedîlende Laqtî behsa jinên Jendouba kir ku li gel zor û zehmetiyên ku dikşînin li dijî hişmendiya mêr jî di nav berxwedanê de ne û wiha gotinê xwe domand: “Taybetiya parêzgeha Jendouba jî heye, jinên namzet du qatî zext, zehmetî û astengiyên ji hemû aliyan de bi taybet ji mêrên heman navendên hilbijartinê de kişandin, wan hewil da li dijî cudakarî, tundûtujiya civakî, siyasî li ber xwe bidin. Komela rastî bûyerên tundûtujiya gotinî û madî li ser jinan hatin, gihîşt asta şikandina trampelan, qetandin û birîna pankartan da ku hilbijêr nikarbin navên namzetên jin bixwînin û nasbikin.”
Wê jin li hember hemû cûreyên tundiyê berxwe bidin
Cedîlende Laqtî di dawiya axaftinê xwe got ku ew şahîd bûye ku jinên namzet rastî her cûre erîşan mîna lêdan, madî, moralî, reşkirina li ser torên civakî hatiye û wiha qal dike: “Ez di kampaniya hilbijartinên jinan de çavdêr bûn, min asta tundûtujiya rastî namzetên jin hatî dît, yek ji wan rastî hat, û êrîşî wan jinan kirin û lêdan. Tevî hemû dûrxistin û paşguhxistinan, lê rola jinan di dema bê de dê du qatî be. Jinan karîn li hemberî kampanyayên dijî wan û hemû cureyên tundiyê li ber xwe bidin ji bo pêşerojeke baş ji wan û welatên wan re. Civak nikare pêşveçûna gitşî bêyî jinan pêkbîne, ew îro zêdetir girêdayî karê xwe ne ji bo hebûna xwe di navendên biryardayînê û desthilata zagonî û hemû sazî û rêveberiyan de ferz bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar