PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Biryara parlamento baş e lê ne bes e

Meclîsa Federal a Elmanyayê di 19'ê çileya 2023'yan de bi rûniştineke taybet fermana 2014'an a li Şengalê weke Qirkirina Êzîdiyan nas kir.

Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tahsîn Beg biryara parlamenta federal a Elman ku fermana 2014’an a li Şengalê weke Qirkirinê nas dike, weke biryareke erênî nirxand û xwest, bibe wesîleya çareseriya pirsgirêkên li Şengalê.

Yek ji beşdarên vê rûniştina taybet a parlamentê Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tahsîn Beg bû.

Mîr Hazim Tahsîn Beg li ser biryarê ji Çira TV re axivî û got, “Îro gelek kêfa me hat. Ji bo me rojeke dîrokî bû. Îro biryar dan ku karesata Êzidiyan weke qirkirinê bê pênasekirin. Hemû partiyên Elmanyayê qebûlkirin. Gelek baş e, ji bo me. 20 made di nav de hene. Lê belê em li ber madeya 7’an rabûn.”

Mîr Hazim Tahsîn Beg bi bîr xist ku heta niha zêdeyî 10 dewletan Qirkirina Êzidiyan qebûl kirine û got, “Îro jî Elmanyayê qebûl kir. Bû 13 dewlet. Di biryara xwe de gelek tiştên baş kirin. Me kombûn li gel Cîgira Serokê parlamentê kir. Gotin ji niha û pê ve wê kar bikin li ser van bûyeran. Înşaleh pirsgirêka Şengalê û Êzidiyan wê çareser bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar